• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

7 sal in bi sed hezaran Efrînî bi heviya vegerê dijîn

Navenda Nûçeyan / AW

18 ADAR 2025 - 08:02
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Bi sed hezaran şêniyên Efrînê ku di 18ê Adara 2018an de ji Efrînê koçî Şehbayê kirin û di 27ê Mijdara 2024an de jî ji Şehbayê koçî Tebqa û Reqqê kirin bi hevî û baweriya vegerin warê xwe dijîn.

Di ser dagirkirina Efrînê re 7 sal borîn. Piştî dagirkirina Efrînê 7 sal in zilm, îşkence, guhertina demografyayê, guhertina ol û bawariyê, kuştin, talankirina xwezayê, revandin, tecawiz, xirakirina cihên pîroz hwd. ji ser axa Efrînê kêm nebû. Tirkiye, di şev nîvê şeva 20ê Çileya 2018an de bi TSK û OSO/MSO) li dijî Efrînê şer da destpêkirin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), 58 rojan li dijî êrîşên TSKê li ber xwe da û Efrîn parast. Lê piştî 58 rojan di 18ê Adarê de ji ber êrîşên tang, top û balafirên şer, gelê Efrînê ji bo xwe ji komkujî û qirkirinê rizgar bike, neçar ma ku Efrînê vala bike.

Dewleta tirk di 18ê Adara 2018an de li erd û ezman gule, top û bombe li ser bajarê Efrînê barand. Bi sed hezaran şêniyên Efrînê ji bo xwe ji qirkirina fizîkî û komkujiyê biparêze, dest ji Efrînê berdan û koçî Şehbayê kirin. Şênişêh Efrînê piştî êrîşên OSO û HTŞê yên 27ê Mijdara 2024an vê carê ji Şehbayê koç kirin û berê xwe dan Tebqa û Reqqayê. Bi sed hezaran şêniyên Efrînê ku zivistana dijwar di kon û çadiran de derbas kirin, 7 sal in bi hevî û baweriya ku dîsa li cih û warê xwe, li mal û milkê xwe vegerin dijîn. Bi taybetî piştî peymana di navbera HSD û Hikûmeta Şamê de hat îmzekirin hêvî û baweriya şêniyên Efrînê zêdetir bûye.

Bajarê Efrînê ku berê bajarê aborî, perwerde, demokrasî û bajarekî reng û baweriyan bû, piştî êrîşan talan û wêran bû. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), piştî dagirkeriya TSK-OSO/MSO, talankirin, werankirin, xerakirin û kuştin pir zêde bû. Tirkiye yekineyên hêzên biyanî li wir bi cih kir. Navê saziyan guhert û dibistanên xwe li wir ava kir. Rêxistina Mafên Mirovan di 30ê Çileya 2021an de daneyên 3 salan parve kir. Li gorî van daneyan di êrîşan de 613 kesan ji ber êrîşên Tirkiye û yekîneyên girêdayî Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan. 498 kes jî di êrîşa bombeyan de jiyana xwe ji dest dab. 82 kes piştî hatibûn binçavkirin bi îşkenceyê hatin kuştin. Di êrîşan de 303 zarok û 213 jin bi giştî 730 kes birindar bûn. Di nava 3 salên ewil de li Efrînê hezar jin 7 hezar kes hatin revandin. Gelek kesên hatin revandin ji bo pere ji malbatên wan bistînin aqûbeta wan nediyar e. Di 3 salan de 75 jin hatin kuştin û 69 jin bi tecawizê re rû bi rû man. agahî ji wan nehat girtin.

400 hezar biyanî ji derve anîn Efrînê bi cih kirin

Efrîn ku beriya êrîşê ji sedî 90 nifûsa bajêr Kurd bû, Tirkiye piştî Efrîn dagir kir, nexşeya demokrafîk guhert. Piştî yekîne û Komên girêdayî Tirkiye ketin Efrînê nêzî 300 hezar welatiyên Efrînê bajar terk kirin û koç kirin. Welatiyên Efrînê koçî Şahbayê kirin û di şertê dijwar de li çadiran bi cih bûn. Tirkiye û komên girêdayî Tirkiyeyê piştî ketin Efrînê komên selefî ji Idlib, Hama, Humus, Guta, Lazkiye anîn li Efrînê bi cih kirin. Nêzî 400 hezar kesên ji bajarên der û dorê anin li malên Kurdan bi cih kirin.

Berê bajarê Kurdan bû piştî dagirkirinê kirin bajarê Tirkan

Piştî Tirkiye û komên paralîmîter ketin Efrînê û Erîn dagir kirin, li dibistanan dersên Tirkî kirin mecbûrî. Niha perwerdehi bi zimanê Tirkî tê dayîn. Navê kolan û taxan kirin Tirkî. Navê qada Azadî kirin “Ataturk Meydanı”, navê Duriyana Newrozê kirin “Selahattin Kavşagı”, Navê Qada Kawayê Hesinkar kirin “Zeytin Dalı Meydanı” û Navê Gundê Qestel Miqdat kirin “Selçuk Obası”, navê Gundê Kûtana kirin “Zafer Obası” navê Gundê Kurzêlê kirin “Cafer Obası”. Li gelek gund û wargehan ala Tirkiye û posterê mezin ê Serokê AKP’ê Tayyip Erdogan daliqandin.

Dibistanê Kurdan xera kirin

Piştî TSK û OSO ketin Efrînê dibistanên ku berê cihê perwerdehiya zanistî bû, xerakirin. Li gorî Komîteya Perwerde û Hîndekariya Efrînê TSKê li Efrînê 64 dibistan xera kirin. Beriya êrîşê li van dibistanan 50 hezar û 855 xwendekar hebûn. Piştî êrîşê 13 hezar xwendekaran koçî Şahbayê kirin. Piştî êrîşan Zanîngeha Efrînê jî di navde hemû saziyên perwerdehiyê hatin girtin. Amûr û pirtûkên bi Kurdî hatin rakirin. Li şûna wan dersên bi Tirkî û Erebî zêde kirin.

Dest bi talan û wêraniyê kirin

Hêzên serdest û dewlet dema axekê dagir dikin, ewil hemû berhemên dîrokî û çandî yên aydî netew û dewletên beriya xwe tune dikin. Dema Tirkiye ket Efrînê jî dest bi talaniyê kir. TSK û MSO-OSO pişti ketin Efrînê ewil warên dirokî, çandî û aborî tune kirin. War û berhemên ku di lîsteya UNESCO de hebûn kirin hedef. Şikefta Duderî, Parastgeha Marmaron ya Cûhiyan û gelek warên dîrokî û çandî kirin hedef û talan kirin. Li bajarê Efrînê ku 20 milyon darên zeytûnan heye, teytûn û zeyt desteser kirin. Zeytûnên ji Efrînê anîn piştre firotin Îspanya, DYA û Almanyayê. Dîsa nêzî 314 hezar û 400 darên zeytûnan birîn û 11 hezar hektar zeviyên çandiniyê şewitandin.
3 sal berê Rojnameger Sozda Oremar ku li herêmê rojnamegeriyê dike û Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ku bi salan e çavdêriyê dike û raporan amade dike, agahiyên girîng bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parve dike.

Rojnameger Sozda Oremar, destnîşan dike ku komên paramiliter ên Tirkiye bi boneya hişê “Neteweya demokratik” tune bikin piştgiriyê dide komên paramîlîter û van agahiyan parve dike: “Efrîn beriya êrîşan ji bo hemû mirovan warê parastin û jiyanê bû. Bi sed hezaran mirovên ji berê Sûriye reviya bûn hatibûn li Efrînê bi cih bûbûn. Nêzî 1 milyon mirov li Efrînê di nava aramiyê de dijiyan. Lê Tirkiye di 20ê Çileya 2018an bi 72 balafirên şer û çekên giran êrîşî Efrînê kir. Armanca vê êrîşê talankirin, wêrankirin û dagirkerî bû. 3 salin ev yek xuya dibe. Di nava 3 salan de demografiya Efrînê guhertin. Berîya dagirkeriyê Efrîn cihekî pir xweş bû. “

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo jî destnîşan dike ku ne tenê li dijî mirovan, li dijî dar û beran jî êrîş hene û van agahiyan parve dike: “Piştî Efrîn dagir kirin, zêdeyî 300 hezar mirov bi zorê koçber bûn. Welatiyên koç kirin li Şehba, Halep, Cizîrê bi cih bûn. Li şûna wan nêzî 400 hezar Tirkmen û Ereb li malên Kurdan bi cih kirin.
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên paramîlîter yên wekî “Artêşa Azad a Sûriyê (OSO)” di 18ê Adara 2018an de bi hevpeymanek navnetewî ketin Efrînê. Di encama êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran însan neçar man koç bikin. Bajarê Efrînê ku navendek azadî, wekhevî , gel û bawerî bi hev re jiyanek ava kiribûn, niha êdî veguheriye baregeha – krîmînal a hêzên paramîlîter. Piştî peymana di navbera HSDê û Hikûmeta Demkî ya Şamê de hat îmzekirin, şêniyên Efrînê ku demografiya bajarê wan hatiye guhertin bi hevîne dîsa li axa xwe û warên xwe vegerin.

Di encamê de TSKê û OSOyê li Efrînê sûcekî li dijî mirovahî û hiqûqa navneteweyî pêk anî. Yekîneyên Parastina Gel bi biryarin ku heta dawî gel û axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî biparêzin. Dîsa Rêveberiya Xweser jî ji bo gel biparêze têkoşîna xwe berdewam dike.

Di ser dagirkirina Efrînê re 7 sal borîn. Lê hîna kuştin, revandin, talankirin û wêrankirina li ser axa Efrînê berdewam dike. 7 sal in dewletên cîhanê, Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan ên Ewropa, kuştina mirovan û talankirina mal û milkê welatiyan temaşe dike. Hêzên navdewletî demografiya herêmê temaşe dike.

Her çend gelê Efrînê û nûnerên saziyan bang li NYyê, saziyên hiqûqî û mirovî dikin jî, lê bêdengiya hêzên navdewletî ya li dijî binpêkirina mafan didome. Hîna bi sed hezaran şêniyên Efrînê ku cara duyemîn koçber bûn, li benda vegerê ne. Bi taybetî piştî peymana di navbera HSDê û Hikûmeta Demkî ya Şamê de hat îmzekirin, hêviya gel ku vegere Efrînê zêde bû. Ji niha de amadekariyên gel ên ji bo vegerê dest pê kirine. Gel 7 sal in bi bi hevî û baweriya Vegerê dijî û têdikoşe.

Etîket: 7 saldagirkirinEfrinHSDKocberikuştintalankirin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026
SOHR: Arteşa Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê vekişiya

SOHR: Arteşa Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê vekişiya

10 TEBAX 2026
Li Fîskayayê mobese tenê çete û bikaranîna tiryakê nabînin!

Li Fîskayayê mobese tenê çete û bikaranîna tiryakê nabînin!

5 TEBAX 2026
Di 24 saetan de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin

Di 24 saetan de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin

29 TÎRMEH 2026
Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Êriş nikare têkoşîna me ya azadiyê qels bike

Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat kuştina malbata Tewekulî şermezar kir

28 TÎRMEH 2026
Hêzên rejîma Îranê dayik, xwişk û bira kuştin

Hêzên rejîma Îranê dayik, xwişk û bira kuştin

27 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne