• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

31 sal in kujerê rojnameger Adnan Işik tê parastin

Navenda Nûçeyan / AW

27 MIJDAR 2024 - 10:07
Kategorî: ROJANE
A A
Wan –31 sal berê belavkarê Ozgur Gundemê Orhan Karaagar li Wanê hatibû qetilkirin. Adnan Işik jî mîrateya wî dewr girtibû. Bi ser qetilkirina Işik re 31 sal derbas bûn û hêj jî kujerên wî nehatine girtin. 

Di ser qetilkirina belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê û Kovara Ozgur Halkê Adnan Işik re 31 sal derbas bûn. Işik ku piştî qetilkirina xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar ê di 19’ê Çileya 1993’yan de hat qetilkirin biryar da ku li rojnameyê bixebite, di 27’ê Mijdara 1993’yan de dema diçû malê di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Tevî ku 31 sal di ser qetilkirina Işik re derbas bûne jî, kiryarên Işik hê nehatine dîtin.

 Piştî Orhan dest bi belavkirinê kir

Orhan Işik ê ku di mehên dawî yên sala 1991’ê de ji gundê Tûm ê navçeya Seravê ya Wanê bi malbata xwe re koçî navenda bajêr kir, çû bajarên cuda û di înşaetê de xebitî. Orhan Işikê ku bi salan li bajarên rojavayê Tirkiyeyê xebitî, piştî zewicî li Loqala Mîmar û Endezyaran a Wanê dest bi kar kir. Piştî ku Belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 19’ê Çileya 1993’yan de hat qetilkirin, Işik biryar da ku bibe belavkar. Işik çû buroya Wanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê û daxwaza xwe ji berpirsên rojnameyê re ragihand û piştî ku daxwaza wî hat qebûlkirin li kuçe û kolanên bajêr dest bi belavkirina rojnameyan kir. Gelek caran gef li Işik hatin xwarin ku rojnameyê belav neke. Işik ê ku li dijî gefan belavkirina xwe domand, gelek caran ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin, ket ber lêpirsînan û îşkence lê hat kirin.

Kujer bi torosa spî reviya

Piştî demekê Işik plaqeya wesayîta Torosa spî ya ku timî ew dişopand qeyd kir û li buroya rojnameyê bi hevalên xwe re parve kir. Xebatkarên buroyê ev plaqe dan Waliyê Wanê yê wê demê Mahmut Yilbaş ku bi gelek bûyerên tarî tê naskirin û rewşê jê re vegotin. Her çiqas Yilbaş got “Ez ê pê re eleqedar bibim” jî di vê mijarê de tu gav nehat avêtin. Di 26’ê Mijdara 1993’yan de dema ku gef di asta herî jor de bûn, Işik ji buroya rojnameyê derket û ji bo biçe malê li otobusa gel siwar bû. Işikê ku li Taxa Erekê ku mala wî lê ye ji otobusê peya bû rastî êrişa bi çekê hat. Kesê ku êrişî Işik kir, ji cihê bûyerê reviya û li wesayîta bi marka Toros a ku 50 metre dûrî cihê bûyerê sekinîbû, siwar bû û reviya.

Kujer serbes tin

Işik ê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê, ji ber ku derfetên nexweşxaneyê tune bûn, sewqî nexweşxaneya Enqereyê hat kirin. Lê Işik ê ku ji ber “rewşa hewayê” nekarîbû bibirin Enqereyê, di 27’ê Mijdara 1993’yan de saet di 11.00’an de jiyana xwe ji dest da. Tevî ku malbata Işik gelek caran hewl da ku kiryar bibîne jî, kiryar nehatin dîtin û dosyaeya wî hat girtin. Pismam û hevalên Işik, behsa wî kirin.

 

Kurê mamê wî Omer Işik, wiha behsa Adnan Işik kir: “Malbata Adnan di sala 1955’an de li Wanê bi cih bû. Adnan li Wanê ji dayik bû, di malbatê de tekane zarokê kur bû. Li Meydana Beşyolê qehwexaneyeke wan hebû. Wî ew der bi rê ve dibir. Ew xort û bavê sê zarokan bû. Piştî kuştina kiryar nediyar ya Orhan Karaagar di 19’ê Çile de, Adnan bi dildarî dest bi vî karî kir. Ji ber mirina hevalê xwe pir xemgîn bû. Berî ku dest bi kar bike, hat cem min û got ez ê niha bi xwe rojnameyan belav bikim. 26’ê Mijdarê êvarê di derdora seat 19.00’an de dema ji buroyê derdiket û ji otobusê dadiket li meydana Taxa Erekê ku mala wî lê ye rastî êrişa bi çekê hat. Birîndar bû û me ew rakir nexweşxaneyê û 27’ê Mijdarê saet di 11.00’ê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Adnan ew kes bû ku jiyana xwe fedatî têkoşînê kiribû.”

Tim têkoşer bû

Hevalê wî Abdulhekîm Maskan ku bi Adnan Işik re kargehê bi rê ve dibir jî got: “Min di sala 1978’an de Adnan nas kir. Me bi hev re kargehek bi rê ve dibir. Nêzî du salan em li Wanê bi hev re xebitîn. Piştî şoreşa 1980’î ??me bi hev re biryar da û em çûn Stenbolê. Em demekê li wir bi hev re xebitîn. Hevaltiya me pir xweş bû. Mirovekî pir zana bû. Ew her tim mirovekî têkoşer û baş bû. Piştî demekê li ser daxwaza dêya xwe hat Wanê, ji ber ku tenê kurê malê bû. Paşê ez hîn bûm ku ew li rojnameyê dixebitî. Demek şûnde xebera mirina wî gihaşt me. Kuştina Adnan me hemûyan êşand.”

 

Etîket: Adnan IşikOmer IşikOrhan KaraagarWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

25 TEBAX 2026
Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

23 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne