• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

29 sal in kujerên komkujiya Basayê nehatin cezakirin

Mahmût Altintaş / AW

14 ÇILE 2025 - 08:46
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A

Şirnex – Doza komkujiya Basayê ku 29 sal berê di êrîşa li dijî dolmîşê de 11 gundî hatin kuştin û piştre jî hatin şewitandin bê ceza ma. Tevî ku wezîrê dewletê mikur hatibû ku komkujî ji aliyê JITEMê ve pêk hatiyê jî kujer nehatin dîtin û cezakirin.

Li gundên Gerê û Xwaran a navçeya Basa ya Şirnexê di 10-12ê çileya 1995an de welatiyên bi navê Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç di serdegirtinê de hatin binçavkirin û ew birin Tabura Cendermeyan a Taşkonakê. Li wir ji aliyê cerdevanên bi navê Mehmet Oner, Hamît Yilmaz, Abdulhalîm Yilmaz û Lokman Ozdemîr ve li dolmîşê hatin suwarkirin. Dema dolmîş gihişt gundê Koçyurdû ji aliyê lêşkeran vê hat sekinandin û gulebarankirin. Di encama gulebaranê de 11 welatî hatin kuştin. Piştî ku welatî hatin kuştin û şewitandin. Cenazeyên ku bûn xwelî radestî malbatan nekirin. Ji hêla leşkeran ve beyî lêkolînkirina nasname û merasîma olî bi lêz û bez hatin definkirin.

Xwestin PKKê sûcdar bikin

Di ser komkujiyê re 29 sal derbas bûn. Lê heta niha tu kes nehatin cezakirin. Piştî komkujiyê Albay Oguz Kalelîoglû daxuyaniyek da û got ‘Qetlîama ji hêla PKKê ve hat kirin’. Albay îdîa kiribû ku PKKê bi vê yekê agirbest îhlal kiriyê. PKKê jî li ser bûyerê daxuyanî da û gotinên Albay derewand û gotin ‘Me ev nekiriye’. Xizmên kesên hatin kuştin jî ji Rojnamegeran re gotibûn, PKKê nekiriyê ji hela lêşkeran vê ev komkujî pêk hatiye. Der barê komkujiyê de lêpirsînên ku hatin destpêkirin jî bê encam man. Piştî 13 sal di ser komkujiyê re derbas bûn Wezezîrê Dewletê yê wê demê Adnan Ekmen, daxuyanî dabû û gotibû, ‘PKKê nekiriyê. Ev komkujî ji aliyê JÎTEMê ve pêk hatiyê.

‘Tirkiye hat mahkûm kirin’

Ji bo lêkolîna bûyerê li Stenbolê şandeyeke ku ji saziyên sivîl pêk dihat amade kirin. Şande ewil di 12ê Sibata 1996an de çûn Amedê. Şande ji Amedê derbasî Basayê bûn û li wir lêkolîn kirin. Şande bi xizmên kesên hatin kuştin re hevdîtin kirin. Dîsa bi kesekî di komkujiyê de sax xelas bû re hevdîtin kirin. Şandeyê li gorî dane û agahiyan ragihand ku ‘Komkujî ji hêla hêzên dewletê ve pêk hatiye’. Şandeyê bi raporên amade kirin, serî li Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê, Walîtiya OHALê û rayedarên leşkeriyê da. Şandeyê bi dehan caran serî li dozgeriyê da. Lê heta niha tu encam derneket holê. Di doza ku li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de hat lidarxistin de Tirkiye hat mehkûmkirin.

Li Tabûra Cendermeyan hatinê kuştin

Li gorî rapora Koma Xebatê ya ji bo Aştiyê bi hev re ku di qeydên dewletê de jî cih girtiye, di navbera 10-12ê çileya 1996an de leşkeran bi ser gundê Gerê û Xwaran ên navçeya Basa ya Şirnexê de girtin. Di serdegirtinê de Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç ji malên xwe hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Tabûra Cendirmeyan a Taşkonakê. 6 gundiyên ku li vir rastî îşkenceyên giran hatin, li tabûra cendirmeyan hatinê qetilkirin.”

Dozên ku hatin vêkirin bê encam man

Xizmên kesên hatinê kuştin li ser daxwaza Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê bi hev re li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa şahidî kirin. Tevî ku 2 meh ji ser re derbasbûn jî tu lêpirsîn nehat kirin. Li ser vê yekê Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê bi hev re, di 16ê Nîsanê de bi hinceta teşwîqkirina komkujiyê li ser Serfermandariya Giştî ji Serdozgeriyê Cuhuriyetê yê Stenbolê re giliyê sûc kir. Lê di vê hewldanê de jî tu encamek derneket. Herî dawî 16ê welatiyên ji Basayê ne di sala 2000an de ji Serdozgeriya Cumhuriyetê ya Enqerê re giliyê sûc kirin. Lê di giliyê sûc ên welaitiyan de jî tu encamek derneket. Tevî 29 sal ji ser komkujiyê re derbas bûn jî kesên komkujî pêk anîn nehatin cezakirin. Komkujiya Basayê jî weke her komkujiyeke li ser axa Kurdistanê bê ceza hat hiştin û faîlên wan hatin vêşartin.

 

Etîket: 11BasacerdevandolmîşJÎTEMKomkujî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

31 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Cerdevanê tacîzkar Mehmet Yagiz hat girtin

Cerdevanê tacîzkar Mehmet Yagiz hat girtin

19 TEBAX 2026
Li Silopyayê cerdevanê destdirêjî kir hat binçavkirin

Li Silopyayê cerdevanê destdirêjî kir hat binçavkirin

19 TEBAX 2026
Li gundekî Nîjeryayê komkujî: 8 jê zarok 30 kes hatin kuştin

Li gundekî Nîjeryayê komkujî: 8 jê zarok 30 kes hatin kuştin

28 TÎRMEH 2026
Kujerê 22 Kurd û berpirsê JÎTEMa Qoserê: Hasan Atîlla Ugur

Kujerê 22 Kurd û berpirsê JÎTEMa Qoserê: Hasan Atîlla Ugur

22 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne