• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayla Akat Ata: Em jin li pey banga birêz Abdullah Ocalan in

Amed / AW

8 ADAR 2025 - 14:29
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Aktivîsta TJAyê Ayla Akat Ata di mitîngê Amedê de axivî, bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Banga aştî û civaka demokratîk gihîşte me, em weke TJAyê, dayik û jin li pey banga birêz Abdullah Ocalan in.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi tevlibûna hezaran jinan bi dirûşma “Em li dijî qirqirina jinan serî hildidin, ber bi azadiyê ve dimeşin” li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê mitîngek li dar xist. Piştî axaftinên hatin kirin û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû axivî.

‘Ji bo demokratîkbûna vî welatî guh bidin vê bangê’

Halîde Turkoglû ya bang li hemû jinan kir û silav ji wan re şand wiha got: “Ji birêz Abdullah Ocalan re hezar silav. Belê jinên rêzdar birêz Abdullah Ocalan bi banga xwe hêviya aştiyê mezin kir. Ev yek nîşanî hemû cîhanê da. Hemû cîhanê ev peyam bi baldarî guhdar kir. Yên ku aştiyê ava bikin dê bibin em jin. Ji ber vê yekê banga birêz Ocalan banga mezinkirin hêvî û aştiyê ye. Bila desthilat jî vê bangê baş guhdar bike. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna vî welatî divê guh bidin vê bangê. Îro bi vê bangê em jin dê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em jin dê mal bi mal bigerin. Em ê vê 8ê Adarê bikin roja aştî û azadiyê. Azadiya jinan dê bibe azadiya civakê. Em dizanin ji 8ê Adarê heta Newrozê dê jin qezenc bikin.”

‘Ji bona em bibin dengê mafên jinan hatin vê qadê’

Pişt re aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata axivî. Ayla Akat Ata 8ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Silav ji wan kesên ku 8ê Adarê ji me re afirandine. Îro ji bona em bibin dengê mafên jinan hatine vê qadê. Hûn bi tilîlî û dirûşmeyên xwe dikarin xwe bidin fêmkirin û naskirin. Jin jiyan azadî. Heta îro ji bo wekhevî û azadiyê gelek jinan di nava têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane. Ez bejna xwe li ber wan ditewînim. Şehîd namirin.”

‘Em bi peyama birêz Abdullah Ocalan gihiştin asteke nû’

Ayla Akat Ata diyar kir ku girîngiya 8ê Adara 2025an ji bo wan mezin e û wiha berdewam kir: “Barê jinên kurd ê 41 salan barê şer bû. Di van 41 salan de hûn dizanin çiqewimî. Bar barê koçkirin û hefs zindanan bû. Gelê me bi salan di bin zilm û zordariyê de li ber xwe da. Îro bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em gihiştin asteke nû, barekî mezin li pêşiya me ye. Barê aştiya demokratik û birûmet li ser serê me, çiqas giran be. Banga aştî û civaka demokratik gihişte me, em weke TJA, dayik, jin û zarokên xwe li pey banga birêz Abdullah Ocalan in. Banga sedsala li me teva bi hezar caran pîroz be. Birêz Ocalan gaveke gelek mezin avêt, encamên wê ne tene gelê Kurd, bang banga jiyana azad û nû ye. Em dizanin bêhna nêrgizên Girava Îmraliyê dê rojekê bigihin hemû jinên bindest ên gelê cîhanê. Jinên Amedê hûn amade ne? Ji bo aştiyeke bi rûmet, pêşwaziya zarokên xwe, avakirina jiyaneke wekhev û azad hûn amade ne?”

‘Em jin dê aştiyê bi rêxistin bikin’

Ayla Akat Ata diyar kir ku bilêvkirina aştiyê di têkoşînê re derbas dibe û wiha got: “Ev bar ji bo birêz Bahçelî, Erdogan û birêz Abdullah Ocalan barekî giran e. Em jin bi salan e bi hêviya aştiyê têdikoşin. Ji ber vê yekê aştiyê em ê bi rêxistin bikin. Ji ber ku pêdiviya vê axê bi aştiyê heye. Ji ber vê yekê em ji bo aştiyê hene û ji bo aştiyê amade ne ku bedel bidin.”

Ayla Akat Ata dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan berz kir” û ji girtîgehan re silav şand. Li gel vê yeke girseyê jî dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Ayla Akat Ata bi dirûşmeya “An azadî an azadî” axaftina xwe bi dawî kir.

Piştî axaftinan, stranbêj Rojda derket ser dikê û bi stranên xwe girse coşand. Girseyê li ber stranan govend gerand û dirûşm berz kirin.

 

 

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a CîhanêAbdullah OcalanAyla Akat AtaTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne