• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

YRDê Roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kir

Navenda Nûçeyan / AW

22 NÎSAN 2026 - 15:03
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Koordînasyona Giştî ya YRDê Roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kir û got: “Em soza xwe dubare dikin ku dê armancên wan pêk bînin ku di oxira eşkerekirina rastiyê de canê xwe feda kirin.”

Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) daxuyaniyek da û diyar kir ku Mazlûm Dogan ku bi eşq û lêgerîneriya mezin a heqîqetê, bi berpirsyariya wijdanî, exlaqî yê civakî, bi armanca xwedîderketina li wezîfeya bilindkirina dengê civaka demokratîk û gelê Kurd beriya 48 salan bi rê ket û kevneşopiya çapemeniya azad da destpêkirin û got: “Gûrbetellî Ersoz, Mûsa Anter, Seyît Evran, Gulistan Tara, Azîz Koyluoglû û Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan ên li Rojava di şopandina nûçeyê de şehîd bûn û kedkarê mezin ê kevneşopiya Çapemeniya Azad a 40 salan Huseyîn Aykol û di şexsê wan de hemû şehîdên xwe yên çapemeniya azad bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê armancên wan pêk bînin ku di oxira wê de canê xwe feda kirin.”

‘Di rojên zehmet de heqîqetê şopandin’

YRDê Roja Rojnamevaniya Kurd li hemû rojnamevan ên Kurd pîroz kir û wiha got: “Ji rojên tarî yên ku hebûna gelê Kurd dihate înkarkirin, qirkirina fîzîkî û çandî lê dihate ferzkirin gihand wan rojan ku têkoşîna hebûn, ziman û nasnameyê bi rengê herî xurt tê meşandin, di vê oxirê de ked, hewldan û berdêlên giran dan, êşkence dîtin, bi dehan salan li girtîgehan hatin mehkûmkirin, neçar man derkevin derveyî welat û hîn jî li gel her cûre zext û zordariyê jî ji bo ronîkirina rastiyan li pey nûçeyan wezîfeya xwe bi cih tînin. Em di karê wan de serketinê dixwazin.”

‘Medya bûye amûra rizandina civakê’

Di berdewama daxuyaniya xwe de YRDê diyar kir ku di vê serdema heyî de medya veguheriye amûra bingehîn a rizandina exlaqê civakê û çanda derewan a ku bi dezenformasyon û manîpulasyonê hatiye afirandin û li nava civakê de tê bicihkirin û wiha pê de çû: “Halbûkî medya ku divê bibe dengê aştî û demokrasiyê yê navbera gelan û baweriyan, ji her demê bêhtir veguheriye dengê şer û tundiyê. Şerê ku ji bo qezenca komek ji sermayedaran tê kirin, 24 saetan bi armanca şerê psîkolojîk bi zindî tê weşandin. Weşangeriya neteweperestî, nijadperestî, olperestî, mezhebperestî û berdana hev a gelan tê rewakirin. Di medyayê de tundiya li jinê, kuştin, ziyana li xwezayê ji bilî objeyeke nûçegihaniyê nabe tiştekî cuda. Di nava medyayê de ji bo tundiya li jinê û ziyana li xwezayê hincet têne afirandin û nîşandan. Ya herî girîng jî ew e ku akademîsyenên ku qaşo divê zanyar bin, li ser ekranan kiryarên antî demokratîk ên desthilatdariyê li civakê ferz dikin. Yek rengî û yek dengî weke amentuyekê pêşkêşî civakê dikin. Medya veguheriye kargeheke hilberîna derewan ku gav bi gav civakê bi dojehê dide qayilkirin.”

‘Dijbertiya pêvajoyê ne rojnamegerî ye’

YRDê da zanîn ku şerê ku li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn tê ferzkirin, li herêmê bi taybetî jî li Tirkiyeyê pêwîstî bi afirandina demokrasî û aştiya di navbera gel û baweriyan de heye û wiha domand: “Bi vê armancê zêdeyî salek e Rêber Apo li Tirkiyeyê pêvajoyek daye destpêkirin. Hewldanên Rêber Apo gelekî hêja ne ku li nava mercên Zindana Îmraliyê ji bo afirandina Aştî û Civaka Demokratîk têdikoşe. Lê belê hin saziyên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê ku dixwazin vê pêvajoyê têk bibin, careke din hate dîtin bê çiqasî li dijî aştî û demokrasiyê ne. Ev ziman bi kêrî gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn nayê. Ev yek rojnamevanî nîne, lê belê berdevkiya şerxwazan e. Di vê demê de ku heqîqet ewqasî parçe bûye û tine tê hesibandin, bêguman weke doh wê îro jî hinek hebin ku rastiyê dinivîsînin, rastiyê dibêjin û rastiyê diweşînin. Di navbera yên ku dixwazin rastiyê veşêrin û tine bihesibinînin û yên ku dixwazin rastiyê derxînin holê û pêşkêşî civakê bikin têkoşîneke mezin berê hate meşandin, îro jî wê bê meşandin.Li ser vê bingehê em Roja Rojnamevanên Kurd careke din li wan hevalên xwe yên rojnamevan pîroz dikin ku bi eşqa heqîqetê wezîfeya xwe ya civakî bi rengekî hêja bi cih tînin û di karê wan de serketinê dixwazin.”

Etîket: daxuyanîKoordînasyona Giştî ya YRDêPîrozkirinRoja Rojnamevaniya Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026
‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

12 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne