• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

Mahmût Altintaş / AW

12 ADAR 2026 - 09:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Salih Muslim piştî nasîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Tevgera Azadiyê bandor bû di sala 1998an û vir ve di têkoşîna siyasî ya Kurdan de bi roleke mezin rabû û yek ji pêşengên şoreşa Rojava bû.

 

Endamê Desteya Hevserokatiyê yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim duh li nexweşxaneyeke li Hewlêrê ya Başurê Kurdistanê ji ber lewaziya gurçikan di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Salih Muslim ê ku dê li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bi merasîmekê bê veşartin, di sala 1983an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir. Ji fikir û ramanên wî bandor bû û tev li xebatan bû. Di avakirina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)ê de bi roleke avakar rabû.

Salih Muslim di sala 1951an de ji gundê Şêran ê Kobanê ji dayik bû, di sala 1970an de li Zanîngeha Stenbolê beşa teknîkî xwend. Salih Muslim dema li Stenbolê Zanîngehê dixwînê ji doza azadiya Kurdistanê bandor dibe, di wan salan de ji tevgera Mela Mistefa Barzanî ku li Başurê Kurdistanê li dijî dewleta Iraqê serî hildabû bandor dibe. Salih Muslim piştî di sala 1977an de ji Zanîngeha Stenbolê beşa teknîkê diqedîne dibe endezyarê kîmyayê û berê xwe dide Erebîstana Siûdî û li wir endezyariyê dike.

Naskirina wî ya Rêberê Gelê Kurd

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî darbeya 12ê Îlona 1980an berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Dema derbasî Rojava dibe yek ji kesên pê re dikeve tekiliyê Salih Muslim e. Salih Muslim di sala 1983an de li Şamê di malekê de Abdullah Ocalan nas dike, jê bandor dibe û dema di salên 1990î de vêdigere Rojava jî tekiliya xwe bi Rêberê Gelê Kurd re didomîne. Salih Muslim herî dawî di sala 1998an de beriya komploya navdewletî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibînê û ji gotinên wî yên, “Divê hûn Kurdên li Rojava ji bo xwe tiştekî bikin, fikir û nêrînên we hebin” bandor dibe û piştre jî tev li têkoşîna siyasî dibe.

Tevlibûna PYDê û girtîgeh

Salih Muslim ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor dibe piştî komploya navneteweyî tev li PYDê dibe û di siyasetê de bi berpirsyariyeke çalak radibe. Salih Muslim ji ber xebatên xwe yên siyasî ji aliyê rejîma Baasê ve di navbera salên 2004 û 2006an de tê girtin û rastî îşkenceyan tê. Salih Muslim ji ber xebatên siyasî her tim rastî zextan tê, ji ber zextên rejîma Baasê bi hevjîna xwe Ayşe Efendî û 5 zarokên xwe ve derbasî Başurê Kurdistanê dibe û demekê li wir dimînê. Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê vêdigere Rojava û di şoreşê de berpirsyariyeke mezin digire ser xwe.

 

Yek ji pêşengên şoreşê

Salih Muslim piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê di sala 2011an de vedigere Qamişloyê û bi Asya Abdullah re dibe hevserokê PYDê. Salih Muslim piştî dibe hevserokê PYDê roleke mezin di şoreşa Rojava de pêk tîne. Salih Muslim piştî aloziya Sûriyeyê, dibe cîgirê Desteya Hevrêziya Niştîmanî û li wir roleke mezin pêktîne. Ji bo pêşeroja Rojava û Suriye bi gelek dewletan re dan û standinê dike. Yek ji van dewletan jî Tirkiye bû. Salih Muslim ji bo pêşeroja Rojava û Sûriyê di salên 2012an û 2015an de bi Tirkiyeyê re hevdîtinan dike. Herwiha Salih Muslim gelek caran ji bo mafê gelê Kurd di parlamentoya Ewropayê de axivî û xebata dîplomasiyê pêş xist.

Bavê Şervan bû

Piştî aloziya Sûriyeyê Salih Muslim bi malbata xwe ve tev li şoreşa Rojava bûn. Kurê Salih Muslim Şervan Muslim jî di sala 2013an de li Girê Spî dema li dijî DAIŞê şer dikir, jiyana xwe ji dest da. Salih Muslim piştî şehadeta kurê xwe, ji bo avakirina şoreşê û pergala Neteweya Demokratîk bêhtir rol lîst û heta dawiya jiyana xwe bi awayekî çalak di nava xebatan de cih girt. Salih Muslim herî dawî Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê bû.

 

Dê li Kobanê bi merasîmekê bê oxirkirin

Salih Muslim ku li nexweşxaneyeke li Hewlerê di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, dê sibê li bajarê Kobanê bi merasîmekê bê oxirkirin. Salih Muslim herî dawî dema li Başurê Kurdistanê tev li bernameyeke televîzyonê bibû diyar kiribû ku ew dixwaze vegere Kobanê. Kobanê ku demeke dirêj e dorpeç ser bû, Salih Muslim jî bal kişandibû ser dorpeçê û gotibû piştî rabûna dorpeçê û ewlehiya Kobanê wê biçûya Kobanê û herwiha qala darên xwe yên li wê derê kiribû. Piştî şehadeta Salih Muslim li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat partiyên Kurd, gelê Kurd û dostên Kurdan xemginiyeke mezin jiyan. Salih Muslim ku yek ji pêşengê Şoreşê bû li pey xwe mîrateyeke mezin hişt.

Etîket: Endamê Desteya Hevserokatiyêjiyan û têkoşînPYDRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanSalih Muslim
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

13 ÎLON 2026
Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

2 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne