• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xwediyê Weşanxaneya Aramê: Êrişî azadiya ramanê dikin

Bîlal Guldem / AW

4 KANÛN 2024 - 13:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Desteserkirina pirtûkên Weşanxaneya Aramê ya li Fuara Pirtûkan a Amedê didome. Xwediyê Aramê Hakki Boltan nerazîbûn nîşanî desteserkirinê da û got: “Ev êriş û desteserkirin hatine plansazkirin. Desteserkirina pirtûkan êrişa li ser azadiya ramanê ye.”

Li Amedê 8emîn Fuara Pirtûkan ku bi pêşengiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAPê tê lidarxistin, ji roja 30yê Mijdarê ve didome. Ev sê roj in polîs bi ser standa Weşanxaneya Aramê de digirin û pirtûkan desteser dikin.

Polîs vê sibê jî bi ser standa Aramê de girtin û pirtûka “Efrin Direniş Günlüğü (Rojnivîska Berxwedana Efrînê)” a Hatîp Dîcle desteser kirin.

Di nava sê rojên dawî de heta niha pirtûkên, “Özgürlüğe Giden Uzun Yol, Abdullah Öcalan’ın önsözüyle birlikte, Nelson Mandela (Rêya Dirêj ku Diçe Azadiyê, bi pêşgotina Abdullah Ocalan, Nelson Mandela)” ku qala otobiyografiya wî dike, “Mektuplar ve Yazilar (Name û Nivîs)” ku nivîskarê wê Mehmet Hayrî Durmuş e, “Dildarê Serkeftinê” a Mahmut Aba ku ji Weşanên Aramê derçûne hatine desteserkirin.

Nivîs li şûna pirtûkan hatin bicihkirin

Xebatkarên Weşanxaneya Aramê li şûna pirtûkên hatine desteserkirin û vala man e, nivîsa “Pirtûkên me yên bi rêyên derhiqûqî hatine desteserkirin” bicih kirin û ev nivîs li ser standê balê dikişînin.

Xwediyê Weşanxaneya Aramê Hakki Boltan li ber standa weşanxaneyê ji ajansa me re axivî û nerazîbûn nîşanî desteserkirina pirtûkan da.

‘Êriş û desteserkirina li ser azadiya ramanê ye’

Hakki Boltan bi bîr xist ku êrişên li ser Weşanxaneya Aramê ji berê ve heye û heta îro berdewam dike.

Hakki Boltan diyar kir ku ji roja destpêka Fuarê ve polîs standa weşanxaneya wan kirine armanca xwe û got: “Tê xwestin ku însan, xwîner bên tirsandin. Dixwazin li ser standa me dan û standinek neyê kirin. Ev sê roj in pirtûkên me desteser dikin. Pirtûkên ne qedexe ne, tên desteserkirin. Polîs bi xwe jî dibêjin, em dibin lê hê qedexeya wan nîn e. Yanî pirtûkên ku nehatine qedexekirin, lê mixabin dibêjin em ê bibin qedexeya wan derbixin. Polîs ketine şûna dozger û dadgeran biryaran dide. Ev xuya dike ku di navbera xwe de axivîn e û plansazî kirin e. Plansaziya êrişa li ser Aramê bi rêxistin dikin. Em bi êrişan re rû bi rû ne. Wisa xuya dike ku heya fuar bidome, dê êriş û desteserkirina pirtûkên Aramê bidome. Em bi tu awayî viya qebûl nakin. Desteserkirina pirtûkan êrişa li ser azadiya ramanê ye, êrişa li ser ziman û çanda Kurdî ye. Êrişa li ser pêşketina raman û ronîkirina mirovan e. Em ê tu carî ji van êrişan re nebêjin erê.”

 

Etîket: AramAzadiya RamanêHakki Boltan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

2 TÎRMEH 2026
Rojnamevan Osman Kiliç hat definkirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin

Rojnamevan Osman Kiliç hat definkirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin

14 ADAR 2026
Hakki Boltan: Ozgur Ulke ronahiya civakê bû

Hakki Boltan: Ozgur Ulke ronahiya civakê bû

3 KANÛN 2025
Boltan: Armanca weşanxaneyan xizmeta Kurdî ye

Boltan: Armanca weşanxaneyan xizmeta Kurdî ye

21 COTMEH 2025
Hakki Boltan: Ji bo netewa Kurd ev pêşengeh gelek girîng e

Hakki Boltan: Ji bo netewa Kurd ev pêşengeh gelek girîng e

13 COTMEH 2025
TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn hunermend Aram Tîgran bi bîr anî

TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn hunermend Aram Tîgran bi bîr anî

8 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne