• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hakki Boltan: Ozgur Ulke ronahiya civakê bû

Esra Polat / AW

3 KANÛN 2025 - 08:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rojnameger Hakki Boltan di 31emîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê de rojnameger Ersîn Yildiz ê ku hatibû kuştin bi bîr anî û got: “Ozgur Ulke ronahiya raya giştî bû.”

Di 3ê yê Kanuna 1994an de li Stenbolê yek, li Enqereyê sê avahiyên Rojnameya Ozgur Ulkeyê hatibûn bombekirin. Di teqîna li Stenbolê de xebatkarê Ozgur Ulkeyê rojnameger Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest dabû û 23 xebatkarên Ozgur Ulkeyê birîndar bûbûn. Di salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê ya 31emîn de Ersîn Yildiz îro tê bibîranîn. Tevî bombekirin, kuştin, girtin û zextan jî çanda Çapemeniya Azad kêliyek jî bi paş ve gav neavêt û her rojnameya li ser rêya Ozgur Ulkeyê heqîqetê ragihand. Hevserokê YEW-KURDê rojnameger Hakki Boltan bi minasebeta salvegera bombekirina Ozgur Ulkeyê axivî.

‘Ozgur Ulkeyê di nav agir de kar û xebat dikirin’

Hakki Boltan diyar kir ku rojnameya Ozgur Ulkeyê ji bo gelê Kurd xwedî cîhekî girîng bû. Hakki Boltan behsa roja bombekirina rojnameyê kir û wiha got: “Rojnameya Ozgur Ulke rengekî nû derxistibû, ev reng jî rengê Çapemeniya Azad bû. Pêşengiyeke xurt ji Çapemeniya Azad re dikir. Raya giştî di wan rojên reş û tarî de bi nûçeyên Ozgur Ulkeyê ronî dibû. Ew xebatên Ozgur Ulkeyê desthilatdariya faşist ya wê demê serûbin dikir. Bêtehemuliyeke mezin li hemberî Kurdayetiyê, tekoşîna Kurdayetîyê hebû. Nedihat xwestin ku tekoşîn, maf û pêwîstiyên Kurdayetiyê ji aliyê Kurdan ve bê zanîn, bê fêmkirin. Lê Ozgur Ulkeyê ji bo van heqîqetan bênavber bi awayekî xurt di nav agir de kar û xebat dikir.

‘Dewletê ji bo berterefkirina Ozgur Ulkeyê biryar dabû’

Hakki Boltan bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên ku li dijî gelê Kurd û Çapemeniya Azad dimeşand û di bombekirina Ozgur Ulkeyê de rol û rista serokwezîra wê demê Tansu Çîllerê vegot. Hakki Boltan bi domdarî wiha got: “Herî dawiyê di 3yê Kanûna 1994an de Ozgur Ulke hate bombekirin. Êdî wan ji xwe re digot ‘me qedand, êdî Çapemeniya Azad nîn e’. Ji xwe raporeke wan, talîmateke wan a wê demê jî hebû. Ji aliyê Serokwezîra demê faşist Tansu Çîller ve hatibû dayîn. 15 roj piştî bombekirinê derket holê. Gotibû ‘hûnê vê rojnameyê berteref bikin’, ferman dabû.”

‘Bi kuştina Ersîn negihiştin armanca xwe’

Rojnameger Hakki Boltan, Ersîn Yildiz bi bîr anî û diyar kir ku dixwestin bi qetilkirina wî rojnamegerên ku bi pîvanên Çapemeniya Azad dixebitîn ji holê rakin û wiha got: “Hevalê Ersîn Yildiz di vê êrişê de şehîd bû. Di şexsê Ersîn Yildiz de dixwestin ku rojnamegerî û rojnamegerên di rê û pîvanên Çapemeniya Azad de dimeşin ji holê bêne rakirin. Lê bi kuştina hevalê Ersîn jî negihiştin armanca xwe. Lê îro bi sedan rojnameger Hevalê Ersîn û yên ku wekî wî hatine kuştin ji xwe re mînak digirin û di rêya wan de dimeşin. Îro jî em ji Naziman bigire heya Cîhanan, ji Apê Mûsa bigire heta Huseyînan di şexsê heval Ersîn de li ber şehadeta wan bejna xwe ditewînin. Eşkerekirina heqîqetê bi tu awayî di tariyê de namîne.”

Etîket: Ersîn YildizHakki BoltanRojnameya Ozgur Ulkeyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

2 TÎRMEH 2026
Rojnamevan Osman Kiliç hat definkirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin

Rojnamevan Osman Kiliç hat definkirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin

14 ADAR 2026
‘Ji Ersînan heta Ezîzan şopa heqîqetê didome’

‘Ji Ersînan heta Ezîzan şopa heqîqetê didome’

3 KANÛN 2025
Hakki Boltan: Ji bo netewa Kurd ev pêşengeh gelek girîng e

Hakki Boltan: Ji bo netewa Kurd ev pêşengeh gelek girîng e

13 COTMEH 2025
‘Armanca vê xebatê pêşxistina zimanê Kurdî ye’

‘Armanca vê xebatê pêşxistina zimanê Kurdî ye’

28 GULAN 2025
Xwediyê Weşanxaneya Aramê: Êrişî azadiya ramanê dikin

Derbarê rojnameger Hakki Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin

16 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne