• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xebatkarên termînala otobusan: Em roj bi roj zirarê dikin

Esra Polat - Ugur Dînler / AW

12 KANÛN 2025 - 10:23
Kategorî: MANŞET
A A
Amed – Xebatkarên Termînala Otobûsan a Amedê diyar kirin ku bihabûna mazotê ji bo wan pirsgirêk e û ji ber vê yekê neçar in bihayê bilêtan zêde bikin û roj bi roj ew zirarê dikin.

Her meh du sê caran bihayê benzîn, mazotê zêde dibe. Bihabûna sotemeniya wesayîtan bandorek neyînî li ser xelkê dike. Herî zêde jî bihakirina lîtreya benzîn û mazotê bandorek zêde li ser fîrmayên otobusên nav bajaran dike. Her ku sotemenî biha dibe, biyahê heqê rêya nav bajaran hem a otobusan hem jî ya dolmîşan biha dibe.

Niha rojane li gorî herêma Amedê lîtreyek benzînê 56,68 lîreyî û lîtreyek mazotê jî bi 57,53 lîreyî tên firotin. Ev bihabûn bi awayekî otomatîk tesîrê li ser çûnehata rêwiyan dike.

Li gorî îro bilêtên fîrmayên otobusên ku ji Amedê diçin Stenbolê 1800 lîre ye. Her sefer û her roj ev biha dikare were guhertin. Her wiha heqê rê yê dolmîşên ji Amedê ku diçin Batmanê û Mêrdînê jî 250 lîre ye.

Xebatkarên Termînala Otobûsan a Amedê li ser pirsgirêkên aborî ku pê ve rû bi rû dimînin axivîn û gotin ku ew her roj zirarê dikin.

‘Em ji neçarî otobusan didin xebitandin’

Xebatkarê Termînala Otobûsan a Amedê Nîmet Tekdemîr diyar kir ku bihabûna mazotê, krîza aborî ji wan re dibe pirsgirêk û ji aliyê qezencê ve rewşa termînalê baş nîn e. Nîmet Tekdemîr anî ziman ku di van mehan de ew pirr zehmetiyan dikişînin û got: “Ji ber ku mazot biha ye. Îro erebeyeke me ku diçe Marmarîsê 70 hezar lîre lêçûna wê heye. Erebeyên me diçin û tên herî zêde 35 hezar lîre qezenc dike. Fîrma bi 35 hezar lîre zirarê dike. Ji ber ku mazot biha ye, bilet jî biha dibin û hejmara rêwiyan jî dikeve, rêwî nikarin bilêt bistînin. Beriya ku mazot û benzîn biha bibe, mirov pir diçûn û dihatin. Ji ber bilêt biha bûne kes nikare biçe şîn û şahiyên hev jî. Em dixwazin mazot erzan be û em bilêta erzantir bidin gelê xwe. Ji ber bihabûnê kes nayê û naçe. Niha ji 10 servîsan em 6 servîsan dixebitînin. Tevahî fîrmayên li vir bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Zehmiyetên fîrmayan gelek in. Mînak îro bilêta Stenbol 1800 lîre ye. Rêwî li şûna 1800 lîre bidin otobusê, dibêjin ez ê bi balafirê biçim. Bihayê mazotê zêde dibe, em jî neçar dimînin û bilêtan zem bikin.”

‘Roj bi roj kar kêm dibe’

Xebatkarê Otogarê Sedat Çîftçî ji bal kişand ser rewşa bihabûna mazotê û nebûna rêwiyan û diyar kir ku li her erebeyekê 4-5 kes siwar dibin û got: “40 sal in ez vî karê dikim. Rewşa me qet ne baş e. Halê û rewşa me roj bi roj ber bi xerabiyê ve diçe. Rêwî tune ne, mazot biha ye û zivistanê karê me qet baş nîn e. Em dixwazin mazot erzan bibe. Em dixwazin rêwiyên me zêde bin. Em dikevin zirarê gelek servîsên me niha naxebitin.”

‘Em diçin û tên zirarê dikin’

Şofêrê otobusê Bulent Karatepe jî anî ziman ku dema derdikevin rê li 6-7 nokteyan lêgerînê yên polîs û leşkeran têne rawestandin, ev yek rêwîtiya wan bi derengî dixîne û got: “Lê pirsgirêkên me yên mezin bihabûna mazotê ye. Mazot biha ye em diçin û tên zirarê dikin. Bilêt biha dibin lewma rêwiyên me jî kêm dibin. Heke mazot biha nebe dê bilêt li fiyetek standart bimînin.”

Etîket: benzînkrîza aborîmazototobusTermînala Otobusan a Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Hînbûna xirab a dewletê: Sala nû zemên nû

Bihayê mazotê ji 100 lîreyan derbas bû

17 ÎLON 2026
Dikandarên Êlihê: Rewşa aboriyê bandoreke nebaş li me dike

Dikandarên Êlihê: Rewşa aboriyê bandoreke nebaş li me dike

12 TEBAX 2026
Krîza aboriyê bandorê li ser çandinî û sewalkariyê dike

Krîza aboriyê bandorê li ser çandinî û sewalkariyê dike

12 TÎRMEH 2026
Pisporê Îstîhdamê: Krîza aborî dê bi aştiyê bi dawî be

Pisporê Îstîhdamê: Krîza aborî dê bi aştiyê bi dawî be

7 TÎRMEH 2026
‘Heya pergal negûhere rewşa teqawîtan baş nabe’

‘Heya pergal negûhere rewşa teqawîtan baş nabe’

3 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne