• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Wezîrê Trump ê berê Pompeo: DYA li Sûriyê qumarek xeternak dilîze

Navenda Nûçeyan / AW

14 SIBAT 2026 - 10:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wezîrê Karên Dervê yê DYAyê yê berê Mike Pompeo di gotarek ji The Washington Postê re nivîsandî de polîtîkayên Trump rexne dike û encamên van polîtîkayan li Sûriyê wekî xeteriyek mezin ji bo berjewendiyên Amerîkayê dinirxîne. Pompeo dibêje ku valahiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê hemû destkeftiyên li dijî DAIŞê têk bibe û vê rêxistinê ji nûve vejîne.

Wezîrê Karên Dervê yê DYAyê yê serdema yekemîn a rêveberiya Donald Trump têkildarî pêşketin û geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê pêk tên ji rojnameya The Washîngton Postê de gotarek nivîsand. Mike Pompeo di nivîsa xwe ya bi sernavê “America is looking at a dangerous gamble in Syria/Amerîka li Sûriyê qumarek xeternak dilîze” de bal kişand ser talûkeya polîtîkayên Serokê DYA Donald Trump. Pompeo dibêje ku pêşveçûnên li Sûriyê ji bo DYAyê xetereyên girîng dihewîne.

‘Divê pêşketinên li dijî DAIŞê bên parastin’

Li gorî Pompeo her gava ku Washington di siyaseta xwe ya li Sûriyê de şaş biavêje, dikare destkeftiyên ku di salên dawî de, bi taybetî di qada ewlehî û şerê li dijî terorê de hatine bidestxistin, bixe xetereyê. Pompeo di nivîsê de serkeftinên ku di dema serokatiya berê ya Donald Trump de li dijî DAIŞê hatine bidestxistin û hêzdarkirina avahiya ewlehiya herêmî wek destkeftiyên girîng dinirxîne û banga parastina van destkeftiyan dike.

‘Teror dikare di asta global de vegere’

Di nivîsê de li ser Rojavayê Kurdistanê tê rawestandin û fikara valahiyek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbibe û encamên wê tên destnîşankirin. Pompeo tîne ziman ku valahiya hêzên ku dikare li Bakur û8 Rojhilatê Sûriyê çêbibe, dê hem rê bide rêxistinên radîkal xwe ji nû ve saz bikin, hem jî dê bandora aktorên wek Îran û Rûsyayê li herêmê zêde bike. Pompeo dibêje ku heke DYA ji herêmê bi awayekî tavil an bêplan derkeve, ev yek dikare metirsiya terorê dîsa di asta global de vegerîne. Pompeo rewşa dawî ya endamên DAIŞê jî bi bîr dixe û dinivîse ku bi taybetî, heke kontrola kampên ku milîtanên girtî û şaneyên xewlê yên DAIŞê tê de ne kêm bibe, xetere heye ku rêxistin dîsa zindî bibe.

Girîngiya şirîkên herêmî destnîşan dike

Di nivîsê de her wiha girîngiya hevkariyên DYA bi hevalbendên xwe re tê xêzkirin. Pompeo dibêje ku piştgirîkirina hevkarên herêmî hem ji aliyê mirovahî hem jî stratejîk ve girîng e. Li gorî wî, heke baweriya li DYAyê bişewite, ev dikare aktorên din cesaret bide û hêza astengkirinê ya Amerîkayê lawaz bike. Pompeo di dawiyê de dibêje ku siyaseta Sûriyê ne tenê pirsgirêkek herêmî ye; ew bi hevsengiya hêzan a Rojhilata Navîn, ewlehiya Îsraîlê, siyaseta berfirehkirinê ya Îranê û metirsiya terorê ya global re girêdayî ye.

Ji ber vê yekê, li gorî wî, DYA divê li şûna hesabên siyasî yên demkurt, berjewendiyên ewlehiya demdirêj bigire ber çavan. Di encamê de, gotar dibêje ku her gavek li Sûriyê divê bi baldarî û planekirina fireh were avêtin; wisa nebe, ev ê bibe ‘qumarekî xeternak’.

Etîket: AmerîkaBakur û Rojhilatê SûriyêDonald TrumpDYAMike PompeoRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

19 TEBAX 2026
Ûkraynayê plana xwe ya ‘bidawîkirina’ şer radestî Amerîkayê kir

Ûkraynayê plana xwe ya ‘bidawîkirina’ şer radestî Amerîkayê kir

12 TEBAX 2026
Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

11 TEBAX 2026
Pentagon xwest çek zûtir werin çêkirin û teslîmkirin

Pentagon xwest çek zûtir werin çêkirin û teslîmkirin

10 TEBAX 2026
Îranê ji bo vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêş kir

Îranê ji bo vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêş kir

9 TEBAX 2026
Netanyahu plana Trump red kir

Netanyahu plana Trump red kir

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne