• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Welatiyên Wanê: Dibêjin dibêjin lê napêjin

Daristan Pala - Onder Akbulut / AW

27 SIBAT 2026 - 09:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Welatiyên Wanî têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn û gavneavitina dewletê rexne kirin û gotin: “Dibêjin dibêjin lê napêjin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Vê bangê li Tirkiye, Kurdistan û çar aliyê cîhanê deng veda û bi baldarî hat şopandin. PKKê piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk di 1ê Adarê de agirbestê ragihand. PKKê piştre di 5-7ê Gulanê de kongreya xwe ya 12emîn li dar xist û biryara xwefesixkirinê da. Di 11ê Tîrmehê de jî li Şikefta Casenê ya li Silêmaniyê jî merasîma şewitandina çekan li dar xist komeke gerîlayan bi navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe şewitandin. Tevgera Azadiyê di 26ê Cotmehê de li Qendîlê di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de daxuyanî da û ragihand ku gerîlayên xwe ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê paşve vekişandiye.

Di 9ê Tîrmehê de, peyameke vîdyoyî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê hate weşandin. Abdullah Ocalan di vê peyama xwe de got: “Qonaxa heyî pêwîst dike ku gavên nû werin avêtin. Ez baweriya xwe bi hêza siyaset û aştiya civakî tînim, ne bi hêza çekan.”

Di çerçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de li meclisa Tirkiyeyê komîsyonek hat avakirin. Komîsyona Meclisê bi gelek aliyên civakê re hevdîtin kir û rapora ku di encama van civînan de amade kiribû eşkere kir. Komîsyonê herî dawî di 18ê Sibatê de civîna xwe ya dawî li dar xist û rapora ku amade kiribû pêşkêşî dengdayînê kir û rapor hat erêkirin. Welatiyên Wanê bi boneya salvegera yekemîn a pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji Ajansa Welat re axivîn.

‘Em tu wextî heqaretê qebûl nakin’

Welatiyên Wanî gavneavitina dewletê bi gotineke Kurdan a pêşiyan rexne kirin û gotin: “Dibêjin dibêjin lê napêjin.” Welatiyan anî ziman ku bi sed salan in gelê Kurd rastî zilmê, heqaret û kuştinê tê û ev yek anîn ziman: “Gelê Kurd qewmekî boş e (pirr e), em vê zilmê heq nakin, miletên din çawa însan in em jî wisa însan in. Em başî û xweşiyê dixwazin. Ne ji bo xwe tenê jî, ji bo hemû însanan. Em tu wextî heqaretê qebûl nakin.”

‘Naveroka rapora komîsyonê ne zelal e’

Welatiyan da zanîn ku ev salek e Rêberê Gelê Kurd û PKKê gelek gav avêtin lê dewletê hê tu gav neavêtiye û gotin: “Rêber Apo gavên girîng avêtin, lê hê di zindanê de ye, bendewariya me ew e ku hemû girtî bên berdan.” Welatiyan da zanîn ku dewlet her behsa çareseriyê dike lê di pratîkê de tu gavan navêje û ev tişt gotin: “Mafê zimanê dayikê hê jî qebûl nekiriye. Naveroka rapora komîsyonê ne zelal e. Baweriya me bi dewletê tune ye.”

‘Divê em bi zimanên xwe perwerdeyê bibînin’

Welatiyan bal kişand ser gotinên wek ‘Kurdî qedexe nîn e, Kurd li her derê dikarin bi zimanê xwe biaxivin’ û wiha gotin: “Çi maf ji bo zimanê Tirkî hene gere ji bo zimanê Kurdî jî hebin. Zaten ez li mala xwe bi zimnê xwe diaxivim. Lê ev têrê nake. Gere ji bo zimanê me dibistan hebin, em bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Heke me bi zimanê xwe perwerde bidîta îro Kurdiya me dê baştir bûya û em ê serketîtir bûna”

 

 

 

Etîket: Pêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkSavegera Banga 27ê Sibatê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

17 ÎLON 2026
Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

15 ÎLON 2026
Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de kê çi kir?

Xelkê Amedê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê li pêş bixe

9 ÎLON 2026
Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

3 ÎLON 2026
‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

2 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne