• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

Stenbol / AW

13 HEZÎRAN 2026 - 17:59
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Veysî Aktaş ku di rûniştina 3yan a ‘”Konferansa di Sedsala 2yemîn de Veguherîna  Demokratîk a Komarê” de axivî destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike û got: “Ji bo wê jî berpirsyarî dikeve ser milê dewletê ku bi wêrekî tevbigere. Heke bi wêrekî tevbigere wê pêvajo pêş bikeve.”

Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa di Sedsala 2yemîn de Veguherîna  Demokratîk a Komarê” destpê kir. Di konferansa ku dê 2 rojan bidome de gelek rewşenbîr, akademisyen, siyasetmedar û kesayetên navdar dê li ser mijaran gotûbêj bikin. Siyasetmedarê Kurd Çetîn Arkaş, hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglu û gelek kes tevlî konferansê bûn. Li cihê konferans hat lidarxistin bi gelek zimanan pankartên li ser navê konferansê dinivisî hat daliqandin.

Veysî Aktaş ku li ser mijara, ‘Di kêşeya Kurd de entegrasyona demokratîk û avakirina jiyana hevpar’ axivî û anî ziman ku ewvkonferans pir girîng e û wiha got: “Di girtîgehê de jî me li ser demokratîkbûna komarê gotûbêj dikir. Hevî dikim ew bibe rojeva Tirkiyeyê jî. Ji ber ku rojeva sereke demokratîkbûna komarê ye. Êdî dem hatiye ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî şênber bibe pêşveçûna pêvajoyê. Ev pêvajo ji aliyê birêz Devlet Bahçelî, bi peyamên birêz Abdullah Ocalan û bi îradeya birêz Serokkomar Tayyîp Erdogan û astengnekirina birêz Ozgur Ozel hat merhaleyekê. Birêz Devlet Bahçelî di meclisê de axivî û ji bo birêz Ocalan got bila rêxistinê fesih bike û were li meclisê biaxive. Ew bang ji bo şikandina heşmendiya berê pir girîng e. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ku di 28ê Sibatê de bang li rêxistina xwe kir biryara fesîihkirinê girt û piştre jî PKKê kongreya xwe pêkanî û xwe fesih kir. Di salvegera bangê de birêz Abdullah Ocalan bangeke nû kir û got divê pêvajo vegihere qonaxa pozîtîf.”

‘Entegrasyona demokratîk ne teslîmbûne û ne jî pişaftine’

Veysî Aktaş destnîşan kir ku dibe ku ev pêvajo ji bo Tirkiyeyê bibe şansê dawî û wiha pê de çû: “Ji bilî birêz Ocalan kes nikare vê bengê bike. Ew ji bo Tirkiyeyê pir bi girîng bû. Ji bo ew bang pêk were hewcehî heye ku herdu alî bi awayekî wekhev muzakere bikin. Lê mixabin hê jî tecrîd didome. Ji bo wê jî berpirsyarî dikeve ser milê dewletê ku bi wêrekî tevbigere. Heke bi wêrekî tevbigere wê pêvajo pêş bikeve. Rêxistin li pişt banga Serok e lê divê ew soza birêz Bahçelî dabû pêk were. Entegrasyona Demokratîk, Civaka Demokratîk û Komara Demokratîk bingeha pêvajoya demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Entegrasyona Demokratîk di nava li hev cuda bûn û tunehesibandinê de rêya 3yemîn a li ser esasê hevdu qebûlkirinê ye. Xwe dispere jiyaneke bi hev re û li ser esasê wekheviyê ye. Hemû nasname û baweriyên cuda bi nasnameya xwe tên naskirin. Her wiha wekheviya hemû gelan e. Entegrasyon ne bi zorê lê bi muzakere û demokrasiyê pêktê. Entegrasyon berovajî pişaftinê ye û li dijî sepanên li dijî demokrasiyê ye. Entegrasyona demokratîk ne teslîmbûn e û ne jî pişaftin e.”

‘Heke ev pêvajo pêk were dê Tirkiye bibe stêrka Rojhilata Navîn’

Veysî Aktaş diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan entegrasyona demokratîk li ser 3 qanûnan pênase dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qanûna civaka demokratîk ew jî xwe dispere misogeriya destûra bingehîn, qanûna azadiya hemwelatiya wekhev û qanûna rêveberiyên herêmî. Ew qanûn weke qanûnên aştiyê jî tê pênasekirin. Heke ew qanûn pêk werin li şûna çekan wê siyaset bigire. Entegrasyona demokratîk û muzakereya demokratîk lihevkirinê dixwaze. Divê em peymaneke nû ya civakî pêkbînin. Ya ku pêdiviya Tirkiyeyê jî ew e ku hemû netew bi hev re di nava wekheviyê de bijîn û tu kes ji hevdu netirse û di nava wekheviyê de bijîn. Em tu êşên hatine jiyîn ji bîr nakin lê em bi tiştên qewimîne ve jî najîn. Di vê çerçoveyê de entegrasyona demokratîk ne ji bo komeke û demkî ji bo hemû welatiyan û pêşeroja Tirkiyeyê stratejiyeke. Heke ev pêvajo pêk were dê Tirkiye bibe stêrka Rojhilata Navîn.”

Etîket: bavêjedewletKonferanspêvajoVeysî Aktaşwêrekîgav
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Veysî Aktaş: Divê statuya hiqûqî û siyasî ya Abdullah Ocalan bi hiqûqê bê misogerkirin

Veysî Aktaş: Divê statuya hiqûqî û siyasî ya Abdullah Ocalan bi hiqûqê bê misogerkirin

23 ÎLON 2026
Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne