• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Uçar: Nabe ku azadiya birêz Ocalan were paşxistin

Çewlig / AW

7 SIBAT 2025 - 15:47
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar li Çewligê got: “Nabe ku azadiya birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd were li paşxistin. Wêrektî dê bi her kesî bide qezenckirin.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi gel re nîqaş û civînan berdewam dike. Di çarçoveya pêngava “Civînên Aştiya Civakî û Azadiyê” de ku hatibû destpêkirin, îro li Çewligê li eywaneke dawetê civîna gel hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên demokratîk ên sivîl û gelek welatî tev li civînê bûn.

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar di civînê de axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got: “Partiyên siyasî û lîderên ku pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka sereke nabînin û weke pirsgirêkeke divê were çareserkirin nabînin, gavan naavêjin li holê ne. Em weke kesên naxwazin ev pêvajo jî weke yên din vala were derxistin li cem hev in.”

‘Ocalan dev ji berxwedanê berneda’

Çîgdem Kiliçgun Uçar axaftina xwe wiha domand: “Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê wê wateyê ku tiştên ji ber polîtîkayên ewlehiyê ji berîka me derdikevin dîsa di berîka me de bimînin. Birêz Ocalan 26 sal in di şert û mercên tecrîdê de ye tevî vê jî hêviya xwe ya ji bo çareseriyê winda nekiriye û têdikoşe. Dema ev hêvî mezin dikir, berê wî li gel bû. Dema têdikoşiya, berê wî li girtîhan bû. Ev hêvî tu caran winda nebû. Qadeke siyaseta demokratîk a ku vê hêviyê li ser pêyan bigire û rastiyeke gel heye.”

‘Nabe ku azadiya Ocalan were paşxistin’

Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser rêxistinkirina civakê û wiha got: “Divê rêxistinên civaka sivîl jî têkildarî aştiyê biaxivin. Di sedsalên serpêhatiya netewe dewletê de axaftina li ser pirsgirêka kurd hate qedexekirin. Divê ev rewş were guherandin. Mîna şikandina polîtîkayên tecrîd, rejîma qeyûm û polîtîkayên şerê taybet.”

Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser jiyana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha axivî: “Her kes ji wê jiyanê dihesûde lê welatê me ji xwe re weke gefekê dibîne. Gef nîne. Berevajî vê, em qala modêleke demokratîk dikin. Gel dikarin wekhev û azad bijîn. Di vê modêlê de pirsgirêka nîne ka kî çi baweriyê dijî. Lewma çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, biqasî parastina statuya Rojava girîng e. Ya ku vê birêve dibe jî îradeya gelê Kurd a bi fikriyata birêz Abdullah Ocalan e. Nabe ku azadiya birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd were paşxistin. Divê mirov bi cisaret be û vê meseleyê ji hemû aliyan ve biaxive. Amadekarina qanûn û sererastkirinan a di nava aştiyê de dê bi her kesî bide qezenckirin.”

Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

 

Etîket: Abdullah OcalanÇewlîgÇîgdem Kilikgun UçarDBPDEM Partî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne