• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tuncer Bakirhan: Pêdivî bi Peymana Civakî heye

Amed / AW

25 GULAN 2025 - 11:48
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, beşdarî civîna Rêveberiyên Herêmî ya li Amedê pêk hat bû û got: “Ji bo aştî pêk bê, divê Hiqûqa Xwişk û Biratiyê pêş bikeve. Divê Peymana Civakî pêk bê. Ji bo vê yekê divê qeyûman paşve bikişînin û hemû girtiyên siyasî berdin.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê “Civîna Navberê ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk” li dar dixe. Civîn, bi dirûşma “Bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk re ber bi civaka demokratîk ve” tê lidarxistin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civînê di bal kişand ser hiqûqa Tirkiyeyê û wiha got: “Me di sinevîzyonê de jî temaşe kir, me gelek zor, zext û tundî li pey xwe hiştin û em hatin. Di serî de Sirri Sureya Onde û hemû kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji edest dane bi bîr tînim. Ji hemû girtiyên siyasî re silav û hurmetê xwe dişinim. Bila meraq nekin. Ama wan em ê bi serkeftî bigînin cihê wê. Em soza vê yekê didin wan.”

Tuncer Bakirhan bal kişand ser qeyrana pergalê û wiha axivî: “Hêzên hegomonîk di dîrokê de qeyrana herî mezin dijîn. Bi rebazên cuda hewl didin vê qeyranê derbas bikin. Lê li şûna qeyranê çareser bikin qeyranê bêtir kûr dikin. Em hemû bi hevre şerê li cîhanê dişopînin. Li şûna edaletê pêş bixin, bêedaletiyê pêş dixin. Dixwazin bi şer emrê xwe dirêj bikin. Peymanên navneteweyî tu demê bi qasî niha bêqîmet nebûne. Êdî qîmeta wan bi qasî qîmeta kaxizekê ye. Wekî hemû aliyên cîhanê şer li Rojhilata Navîn jî pêş dikeve.”

Tuncer Bakirhan, destnîşan kir ku pêdiviya cîhanê bi şerekî kurevî tune ye û dijberî vê yekê bi aştiyek kurevî û herêmî heye û wiha pêde çû: “Pêdiviya Sûriyeyê û Iraqê bi aştiya navxweşî heye. Bêguman pêdiviya Tirkiyeyê jî bi aştiya navxweşî heye. Li cîhanê û herêmê aştî, li Tirkiyeyê jî pêdivî bi aştiyê û tifaqa Kurd û Tirkan heye. Têkiliya Kurd û Tirkan di 100 salên borî de zerarek mezin dît û ji cewherê xwe dûr ket. Lê xurtkirin û pêşxistina têkilî û tifaqa gelê Kurd û Tirk dê ji bo berjewendiyê hemû gelê Tirkiyeyê be.”

Ji bo aştiyê Peymana Civakî û Hiqûqa Xwişk û Biratiyê divê

Tuncer Bakirhan, bal kişand ser peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Di vê pêngavê de birêz Ocalan qala Hiquqa Xwişk û Biratiyê û Peyaman Civakî dike. Ev herdu têgeh dê bibe sedema ku dawî li şer bê û aştî pêş bikeve. De bibe sedem ku civaka ahlaqî-polîtîk pêş bikeve. Hiqûqa Xwişk û Biratiyê hiqûqa wekhevî û edaletê ye. Tifaqa gelan dê li ser hiqûqa wekheviyê û peymana civakî pêş bikeve. Rêveberiyên Herêmî jî divê li gorî van peyman û hiqûqê xwe ji nûve ava bike û xurt bike. Peymana Civakî ji Mêrdîn, Wan û Colemêrgê ku vîna wan hatiye xezpkirin dest pê dike. Divê berî her tiştî hiqûq li vir pêş bikve. Cewherê puxteya meseleya Kurdan hiqûqa nivîskî ye. Divê hiqûqa xwişk û biratiyê êdî li ser zemîna hiqûqê bê avakirin û fermî bibe. Ev erka Meclisa Tirkiyeyê ye. Navnîşana çareseriyê meclis e. Divê meclis vê erka xwe pêk bîne. Divê meclis vê yekê bi zagonan mîsoger bike.”

Tuncer Bakirhan, destnîşan kir ku heta niha qeyûm tayînî 10 şaredariyên DEM parityê bi giştî qeyûm tayînî 13 şaredariyan kiriye û vîna gel tune hatiye hesibandin. Tuncer Bakirhan, da zanîn ku cihekî ku qeyûm lê hebe, hiqûqa xwişk û biratiyê û peymana Civakî pêş nakeve û xwest hiqûqa xwişk û biratiyê li herêmê pêş bikeve û dawî li qeyûman bînin.

Divê hemû girtiyên siyasî serbest berdin

Tuncer Bakirhan, xwest hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan û wiha awaftina xwe bi dawî kir: “Em derbasî serdemeke nû dibin. Di vê serdema nû de dê tu tişt ne mîna berê be. Divê ziman bê guhertin û her her tişt xwe nû bike.”

 

 

 

 

 

 

Etîket: Abdullah OcalanaştîDEM PartîHiqûqpeymanTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne