• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogûllari: Em di hefteyeke dîrokî de ne

Enqere / AW

8 TÎRMEH 2025 - 15:18
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku ew ketine hefteyeke dîrokî, “li ber aştiyê ne” û got: “Beriya ku Meclîs bê girtin divê bi lez komîsyon bê avakirin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li civîna koma partiya xwe ya heftane axivî. Dayikên Aştiyê û endamên Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ku ji bajarên cuda hatibûn, Ahmet Turk û gelek kes tev li bûn. Tulay Hatîmogûllari di destpêka axaftina xwe 12 leşkerên li Herêma Kurdistanê ji ber gaza metanê mirin bi bîr xist û ji malbatên wan re sersaxî xwest.

Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser şewatên daristanan ên ji Bursayê heta Hatay û Cûdî û got ku sedema van şewatan xemsariya îktîdarê ye. Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku ji ber terkexemiyê niha Tirkiye dişewite û got: “Sedema van şewat û karesatan, polîtîkayên desthilatdariyê ne.”

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” tevî her cureyên zext û tundiyê jî jin yek kêliyê nesekinîne û têkoşîna xwe ya aştiyê domandine. Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku di şer de herî zêde jin bibandor dibin û got ku têkoşîna azadiyê ya jinan di heman demê de têkoşîna aştiyê ye. Tulay Hatîmogûllari behsa jinên îro li pêşiya Meclisê meş li dar xistin kir û got: “Belê jinên hêja, we bi daxwaza ku pirsgirêka Kurd li ser zemîna hiqûq û qanûnî were çareserkirin bang li Meclisê kir. Niha peywira siyasetê ew e ku guh bide van daxwazên jinan û bicih bîne.”

‘Em ji gel re behsa pêvajoyê dikin’

Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku li dijî jinên Kurd polîtîkayên şerê taybet di meriyetê de ne û li rexekî qala aştiyê li rexa din jî êriş li ser destkeftiyên jinan tên kirin. Tulay Hatîmogûllari, got: “Aştî, bi tundiyê nayê avakirin. Divê jin di komîsyona li Meclisê de cih bigirin û tecrûbe û perspektîfên xwe yên çareseriyê bikarin pêşkeşi bikin. Weke DEM Partiyê em li her çar aliyên Tirkiyeyê xebatên xwe didomînin. Komîsyonên me yên navendî bajar bi bajar, navçe bi navçe digerin û pêvajoyê vedibêjin. ”

‘Divê komîsyon bê avakirin û bixebite’

Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku beriya Meclis were girtin divê “Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk” tavilê were avakirin û got: “Divê ev komîsyon di tevahiya havînê de bi şev û roj bixebite.”

Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku Şandeya Îmraliyê di hevdîtina duh a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re de li ser geşedanên têkildarî berdana çekan û yên li herêmê axivîne û wiha domand: “Em silavên ku birêz Abdullah Ocalan bi wesîleya şandeya me ji jin, ciwan û gelan re şandî bi we re parve dikin. Bi avêtina gavên pêwîst re, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiyê berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Birêz Ocalan di hevdîtinê de bi taybet jî li ser vê meseleyê sekinî. Em jî dibêjin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê deriyên veguherîna demokratîk, hiqûq û azadiyê heta dawiyê bê vekirin.”

Tulay Hatîmogûllari beha hevdîtina şandeyê ya bi Erdogan re kir û got: “Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em derbasî hefteyeke dîrokî bûn. Şandeya me têkildarî pêvajoya heta niha û tiştên divê bên kirin bi birêz serokkomar re guftûgo kir. Ji bo ev hefte serkeftî derbas bibe, divê astengiyên siyasî û hiqûqî bên rakirin û deriyên demokratîkbûn û aştiyê bên vekirin. Hêviya gelên Tirkiyeyê ji her demê bêhtir zêde ye. Em di hefteyeke herî krîtîk de ne. Kêliyeke ku dê 100 salên pêşiya me diyar bikin nêz bû. Ev kêlî, dê bibe merasîma aştiyê ku em tevek bi hesreta wê dijîn. Ev kêlî, temînata aştiya Tirkiyeyê ye. Em di qonaxa aştiyê de ne.

Divê aştî li ser zemîneke demokratîk were avakirin û mayindekirin. Di vê mijarê de hewceye her kes erk û berpirsyartiyê li xwe bigire. Ger em têbikoşin, rêya aştî û demokrasiyê vekiriye. Pêdivî bi avêtina gavên şênber heye. Ev gav li rexekî lingê pêvajoyê yê civakê û lingê din jî biryarên Meclisê ne. Biryarên ji bo demokratîkbûnê ne.”

Etîket: Banga Aştiyê û Civaka DemokratîkDEM PartîkomîsyonMeslispêvajoTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne