Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî serdana Hevserokê ESPê Mûrat Çepnî daxuyanî da û diyar kir ku divê demildest girtiyên ESPê werin berdan û got: “Azadiya girtiyên ESPê û girtiyên din jî dê ruhê pêvajoyê pêş bixe.”
Polîsan di 3yê Sibatê de li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê operasyona qirkirina siyasî pêk anî. Di operasyonê de Hevserokê ESPê Mûrat Çepnî, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û rojnameger Pinar Gayip, Elif Bayburt, Nadiye Gurbuz û Muslum Koyun jî di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin û girtin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari çû serdana Hevserokê ESPê Mûrat Çepnî ye ku di Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin. Piştî serdanê Tulay Hatimogûllari li pêşiya girtîgehê daxuyanî da.
Tulay Hatîmogûllari diyar kir li ser operasyonê 200 roj derbas bû, ew jî ji bo banga berdana girtiyan li vir in û wiha axivî: “Îro hê jî Mûrat Çepnî jî di nav de 48 kes hê girtî ne. Li Tirkiyeyê gelek kes bi sedema mafê xwe yê siyasetê pêk anîne girtîne. Girtîgeh bi girtiyên siyasî re tijê bûne. Bi sedan kes ji ber ku Tirkiyeyekî demokratik xwestin hatin girtin. Şoreşger û sosyalist ji bo mafê mirovan parastin di girtîgehê de ne. Li Tirkiyeyê îro pêşketinên girîng hene. Di 10ê Tebaxê li Meclîsê qanûnek derket. Ev qanûn gava yekemîn bi dawîkirina şerê 50 salî û çareserkirina pirsgirêka Kurd bû. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û têkoşîna xwe hê berfirehtir bikin. Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan. Azadiya girtiyên ESPê û girtiyên din jî dê ruhê pêvajoyê pêş bixe.”













