• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogûllari: Aştî pêdiviyek jiyanî ye

Qers / AW

9 GULAN 2026 - 14:09
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Qersê di cîvina jinan de axivî û bal kişand ser krîza şer a li erdnîgariya Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku aştî û çanda bi hev re jiyankirinê pêdiviyek jiyanî ye.

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Qersê, bi navê “Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk Hevdîtina Jinan” li otleke Qersê civînek pêk anî. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Parlamentera Wanê Gulderen Varli, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin beşdarî hevdîtinê bûn. Tulay Hatimogullari di civînê de axivî.

‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo hemû Rojhilata Navîn e’

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku li dijî şerê li Rojhilata Navîn, aştî û jiyana bi hev re pêdiviyeke jiyanî ye û got: “Yên ku bi cudahiyên xwe dizanin bi hev re bijîn, herî baş ew dizanin banga aştiyê tê çi wateyê. Em girîngiyeke mezin didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk, ne tenê ji bo Tirkiyeyê, her wiha ji bo tevahiya Rojhilata Navîn. Îro Rojhilata Navîn bi sedsalan e bi şeran xwîn jê diçe. Filistîn, Lubnan, Iraq, Îran, Afganistan, Kurdistan, Tirkiye û hwd. ev der hemû ji ber şer û pevçûnan dinalin. Hêzên emperyalîst bi dijberkirina gel û baweriyan, polîtîkayên xwe yên mêtingeriya nû dimeşînin. Sedema herî mezin a ku em dixwazin banga birêz Ocalan a ji bo aştî û civaka demokratîk mezin bikin ev e, avakirina aştiyê li Tirkiyeyê, dawîanîna li şer û di heman demê de xurtkirina pira biratiyê ya di navbera gelên Rojhilata Navîn de bi rengekî ku tu carî neyê hilweşandin, şert e.”

‘Baweriya ji bo aştiyê qels bûye’

Tulay Hatîmogûllari li ser pêvajoya demokratîkbûnê û bandora wê ya li ser hêviyên civakê jî wiha axivî: “Birêz Bahçelî bangewaziyek kir, yanî hewildanek wî çêbû. Piştre di 27ê Sibata sala borî de birêz Ocalan têkildarî çareseriya pirsgrêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bangeke dîrokî kir. Banga aştî û civaka demokratîk. Û pêvajoyek dest pê kir. Di pey re li parlamentoyê komîsyonek hat avakirin. Komîsyonê xebatên xwe bi dawî kirin û raporek pêşkêşî parlamentoyê kir. Tevahiya Tirkiyeyê li benda girtina gavên qanûnî û somut bû. Lê di pêvajoyê de hinek xitimandin çêbûn, ev rast e. Em wekî jin, ji bo derbaskirina van xitimandinan bi taybetî hewl didin. Her ku ev pêvajo dirêj dibe, baweriya gel a bi encameke erênî jî hinekî lawaz dibe. Ji derveyî lobiyên şer, her kes aştiyê dixwaze. Kî dibêje bila şer berdewam bike? Kî dibêje bila mirin hebe? Lê dewlet û îktîdarê heta niha tu gavên berbiçav neavêtine. Ji ber ku gav nayên avêtin, baweriya bi aştiyê hinekî qels bûye.”

‘Em ê aştiyê weke karê derziyê bi sebreke mezin bînin ser vê axê’

Tulay Hatîmogûllari aştî şiband “karê derziyê” ku bi ked û sebreke mezin tê çêkirin û wiha got: “Em ê aştiyê mîna karê derziyê bi sebir û bi keda destan, hûrik hûrik biafirînin. Ez silavên xwe ji Dayikên Aştiyê yên bi laçikspî re dişînim ku tevî hemû êş û windahiyên xwe, tu carî dest ji aştiyê bernedan. Du roj in Dayikên Aştiyê li Enqereyê li parlamentoyê bi hemû partiyan re hevdîtinan dikin û daxwaza aştiyê dikin. Wan laçikên spî yên ku bi karê derziyê hatine xemlandin diyarî serokên partiyan kirin. Karê derziyê, karekî bi wate ye. Li welatê me wekî pîşe tê kirin; min bi xwe jî pir çêkiriye. Sebreke mezin dixwaze. Aştî jî wisa ye. Peyama dayikan ev bû. Em jin di jiyanê de her tiştî bi hûrgilî ava dikin. Ez bawer dikim ku em ê aştiyê jî bi vê hûrgiliyê, bi vê qahîmbûnê û bi vê ronahiya çavan li ser vê axê nexş bikin.”

Hevdîtin piştî axaftinan bi dawî bû.

Etîket: Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

18 ÎLON 2026
KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê  HATE NÛKIRIN

Hevserokên DEM Partiyê: Divê Meclis ji bo rewşa aboriyê bi awayekî awarte bicive

17 ÎLON 2026
Tulay Hatîmogullari 4 xal ragihand: Divê tavilê qanûna çarçoveyî bê Meclisê

Tulay Hatîmogullari 4 xal ragihand: Divê tavilê qanûna çarçoveyî bê Meclisê

14 TÎRMEH 2026
Tulay Hatîmogullari: Divê qanûna çarçoveyê weke ku hatiye muzakerekirin bê çêkirin

Tulay Hatîmogullari: Divê qanûna çarçoveyê weke ku hatiye muzakerekirin bê çêkirin

11 TÎRMEH 2026
Hemserekê DEM Partî do Numan Kurtulmuşî reyde bêrê têhet

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê desthilat dawî li binçavkirin û zextan bîne

5 TÎRMEH 2026
Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

27 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne