• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
08 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Qefleya duyemîn a koçberên Serêkaniyê diçe gundewarên xwe

    Qefleya duyemîn a koçberên Serêkaniyê diçe gundewarên xwe

    Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Li Êlihê cangoriyên azadiyê tên bibîranîn

    Li Êlihê cangoriyên azadiyê tên bibîranîn

    Li Pasûrê cerdevanek mirî hate dîtin

    Li Pasûrê cerdevanek mirî hate dîtin

    Banga ji bo Kurdî: Kurdî hîn bibe siberojê ronî bike

    ‘Ew çi bikin jî dê Kurd zimanê Kurdî biparêzin’

    Girseyek qerebalix li benda tehliyeya Selçûk Mizrakli ye

    Girseyek qerebalix li benda tehliyeya Selçûk Mizrakli ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Qefleya duyemîn a koçberên Serêkaniyê diçe gundewarên xwe

    Qefleya duyemîn a koçberên Serêkaniyê diçe gundewarên xwe

    Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Li Êlihê cangoriyên azadiyê tên bibîranîn

    Li Êlihê cangoriyên azadiyê tên bibîranîn

    Li Pasûrê cerdevanek mirî hate dîtin

    Li Pasûrê cerdevanek mirî hate dîtin

    Banga ji bo Kurdî: Kurdî hîn bibe siberojê ronî bike

    ‘Ew çi bikin jî dê Kurd zimanê Kurdî biparêzin’

    Girseyek qerebalix li benda tehliyeya Selçûk Mizrakli ye

    Girseyek qerebalix li benda tehliyeya Selçûk Mizrakli ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogullari 4 xal ragihand: Divê tavilê qanûna çarçoveyî bê Meclisê

Enqere / AW

14 TÎRMEH 2026 - 14:00
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li ser qanûna çarçoveyî 4 xalên partiya xwe ragihand û destnîşan kir ku divê şert û mercên azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, zindan werin valakirin, hatina endamên rêxistinê pêk were û qeyim bi paş ve bên kişandin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de li Meclisê axivî û geşedanên di rojevê de nirxand.

Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de sînamegerê Kurd Murat Çiçek ku li Japonyayê di binçavan de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û bang li hikumeta Japonyayê kir ku mirina Murat Çiçek ronî bike û bertek nîşanî desthilata Tirkiyeyê da û wiha got: “Murat Çîçek welatiyekî Tirkiyeyê bû. Lê tevî vê jî desthilatê daxuyaniyek neda û tiştek nekir. Weke DEM Partiyê em ê şopdarê meseleyê bin û ji malbatê re serxweşiyê dixwazin.”

Tulay Hatîmogullari anî ziman ku welatî ji ber krîza aboriyê di nav gelek zahmetiyan de dimînin û got: “Hefteya borî em li Rihayê bûn. Cotkar mexdûr in. Divê piştgirî ji bo cotkaran bê kirin.”

Lûtkeya NATOyê

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser Lûtkeya NATOyê ku li Enqereyê pêk hat û wiha axivî: “Encamnameya vê lûtkeyê de jî ji şer û plansaziya çekên nû hat kirin. Welatî ji ber pergalê bi birçîbûnê re rû bi rû ne, lê çavkaniyên ku divê ji bo pêdiviyên gel bê xerckirin lê mixabin ji çekan re tê veqetandin. Her wiha piştî Lûtkeya NATOyê yek ji mijarên ku tê nîqaşkirin jî ev e ku artêşa Tirkiyeyê dikare bibe artêşa Amerîkayê. Lê desthilat vê yekê weke serkeftinekê pênase dike. Ew ne serkeftin e. Divê Tirkiye nebe parçeyekî şer. Em dibêjin pergaleke alternatîf pêkan e. Ew jî komara demokratîk e. Em ê komara demokratîk ava bikin.”

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku zextên li ser muxalefetê berdewam dikin û ev yek anî ziman: “Ji ber NATOyê gelek kes hatin binçavkirin û girtin û bi awayekî fiîlî rewşa awarte hate ragihandin. Rojnamegerên ji Tirkiyeyê nekaribûn Lûtkeya NATOyê bişopînin. Divê zextên li ser muxalefetê bi dawî bibin. Dawî li serdagirtinên şeredariyan were anîn û yên hatine hilbijartin neyên girtin. Desthilat her ku diçe polîtîkayên zextê kûrtir dike. Zanîngeh kirine cihên bazirganiyê. Akademisyên rastî zextan tên û ji kar tên derxistin. Em li kêleka têkoşîna akademîsyenan in”.

Komkujiya Zîlanê û berxwedana 14ê Tîrmehê

Tulay Hatîmogullari Komkujiya Geliyê Zîlan û berxwedana 14ê Tîrmehê ya li Zindana Amedê bi bîr xist û wiha got: “Çend roj berê jî me salvegera şewitandina çekan ragihand. Hemû kes tiştekî dibêje, ew jî dawîanîna înkarê û pêkanîna çareseriyê ye. Li Geliyê Zîlan komkujiyeke mezin li dijî gelê Kurd hat kirin û berpirs nehatin ceza kirin. 96 sal derbas bûn, bûyer nehat ronîkirin û edalet bicih nehat. Her wiha di 14ê Tîrmehê de li Zindana Amedê li dijî kiryarên înkarê berxwedaneke mezin hat kirin. Em kesên di Komkujiya Zîlanê de hatine qetilkirin û berxwededêrên 14ê Tîrmehê bi bîr tînin. Her wiha bi ser şewitandina çekan re salek derbas bû. Êdî dor hatiye ku ev pêvajo bi qanûnan bê misogerkirin. Ji bo wê jî divê qanûna çarçoveyî demildest bê rojeva Meclisê. Divê beriya Meclis bikeve betlanê, qanûna çarçoveyî bê çêkirin û piştî di meha Cotmehê de Meclis vêbû jî ji bo xurtkirina vê qanûnê sereratkrinên nû bên kirin. Divê hemû beşên civakê xwedî li pêvajoyê derkevin.”

Çar xalên ku DEM Partî pêşniyar dike

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew weke DEM Partiyê li ser 4 xalan radiwestin û xalên ku ji bo qanûna çarçoveyî ev xal rêz kir: “Xala yekê; divê qanûneke binyadî (kok) û ku hemû kesan digire nava xwe û kategoriyê nake bê çêkirin. Xala didoyan; li gorî rapora Meclisê divê sepanên qeyiman bi dawî bibe û biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa pêk werin. Xala sisêyan; astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk bên rakirin û girtîgeh werin valakirin. Xala çaran; divê şert û mercên xebatên birêz Abdullah Ocalan bê başkirin ku birêz Abdullah Ocalan bikaribe bi awayekî azad bixebite. Birêz Abdullah Ocalan dixwaze êşên bi salan baş bike. Birêz Abdullah Ocalan dema bi civakê re bikaribe biaxive û perspektîfa çareseriyê bêje, dikaribe pêşiya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê vebike. Divê dev ji zimanê ku dijbertiyê xurt dike, bê berdan û zimanekî aştiyane bê bikaranîn. Dirêjkirina pêvajoyê xetereyan derdixe. Divê civak bêtir xwedî li pêvajoyê derbikeve ku dewlet jî gavan biavêje. Desthilat mecbur e neavêtina gavan ji civakê re bêje, berpirsyariya xwe ya vê pêvajoyê ji civakê re vebêje. Divê êdî ji gotinan zêdetir gavên pratîk bên avêtin.”

Etîket: Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullaripêşnûmeya qanûna çarçoveyêqanûna binyadîqanûna çarçoveyî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

18 TEBAX 2026
Erdogan: Bila ser xêrê be

Erdogan: Bila ser xêrê be

18 TEBAX 2026
Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

18 TEBAX 2026
‘Ji bo rêvebirina pêvajoyê divê statuya Birêz Ocalan bê misogerkirin’

‘Ji bo rêvebirina pêvajoyê divê statuya Birêz Ocalan bê misogerkirin’

15 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li dijî HDK operasyona binçavkirinê: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin

    Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Mûşê angaşta cerdevanekî destdirêjî li kesekî astengdar kiriye: Piştî 14 salan gilî hate kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîs bi awayekî korsan ketin Komeleya Amargiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê ya nû diyar bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk, yek gotin: Em bi şehîdê xwe serbilind in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo Fermandara YJA-Starê Girîn Taş bîranîn hate lidarxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Amedê îfadeyên kesên ku hatibûn binçavkirin hat girtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên Tevgera Azadiyê li Stenbolê tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne