• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Partlamenteran bertek nîşanî binçavkirinên ji ber NATOyê dan

    Partlamenteran bertek nîşanî binçavkirinên ji ber NATOyê dan

    Pîyê di şehîdan Fevzî Akbulut, dewa Karakoçanî de ame oxirkedene

    Bavê du şehîdan Feyzî Akbulut hat definkirin

    Trump û Erdogan civiyan: Tirkiye ji gelek dewletan sadiqtir e

    Trump û Erdogan civiyan: Tirkiye ji gelek dewletan sadiqtir e

    Civînên gel: Em dixwazin Rêberê me were berdan

    Civînên gel: Em dixwazin Rêberê me were berdan

    Rojnemeger Berfîn Ay hat berdan

    Rojnemeger Berfîn Ay hat berdan

    Hevşaredarê Hewagê Îsmaîl Yildiz ji wezîfeyê hat girtin

    Hevşaredarê Hewagê Îsmaîl Yildiz ji wezîfeyê hat girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Partlamenteran bertek nîşanî binçavkirinên ji ber NATOyê dan

    Partlamenteran bertek nîşanî binçavkirinên ji ber NATOyê dan

    Pîyê di şehîdan Fevzî Akbulut, dewa Karakoçanî de ame oxirkedene

    Bavê du şehîdan Feyzî Akbulut hat definkirin

    Trump û Erdogan civiyan: Tirkiye ji gelek dewletan sadiqtir e

    Trump û Erdogan civiyan: Tirkiye ji gelek dewletan sadiqtir e

    Civînên gel: Em dixwazin Rêberê me were berdan

    Civînên gel: Em dixwazin Rêberê me were berdan

    Rojnemeger Berfîn Ay hat berdan

    Rojnemeger Berfîn Ay hat berdan

    Hevşaredarê Hewagê Îsmaîl Yildiz ji wezîfeyê hat girtin

    Hevşaredarê Hewagê Îsmaîl Yildiz ji wezîfeyê hat girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Trump û Erdogan civiyan: Tirkiye ji gelek dewletan sadiqtir e

Enqere / AW

7 TÎRMEH 2026 - 16:49
Kategorî: ROJANE
A A
Enqere – Serokê Amerîkayê Donald Trump ku ji bo Lûtkeya NATOyê hatibû Enqereyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de li ser pirsa rojnamegeran, mijara F-35an, şerê Ukrayna-Rusyayê û rewşa Îranê hat nirxandin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ku bi heyeteke ji bo Lûtkeya NATOyê hatibû Enqereyê ji Qesra Serokkomariyê ya navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê re hevdîtin pêkanî. Di hevdîtinê de Serokkomar Erdogan û Trump pirsên rojnamegeran bersivand.

Trump di hevdîtinê de diyar kir ku li balafirgehê avahiyeke ku navê wî li ser bûye dîtiyê û bi vê yekê kêfxweş bû ye. Trump anî ziman ku ew dê têkildarî Îranê û gelek mijaran gotobêj bikin û wiha axivî: “Me hêza wan a lêşkerî lewaz kir û nukluerê ji holê rakir. Tirkiye bû dewleteke bi hêz. Ekîpmanên me jî bikar tînin. Em ê li ser leşkerî û parastinê jî gotûbêj bikin. Em Tirkiyeyê vê ticaretê dikin û têkiliyên me baş in.”

Trump: Tirkiye dewleteke sadiq e

Trump bi lêv kir ku ew dê li ser F-35an jî biryareke bidin û wiha domand: “Em ê di vê mijarê de biryareke bidin. Ji Tirkiyeyê re têkiliyên me jî baş in û Tirkiye dewleteke sadiq e. Em ê jî li ser vê tiştek bifikirin. Weke tê zanîn bûyera Rahîp Buronsun hebû. Min birêz Erdogan geriya û li ser vê demildest hat berdan. Ji bo wê jî navbera min û Erdogan baş e.”

Trump li ser pirsa gelo hûn ê leşkeran ji Ewropa bikişînin an na jî wiha bersiv da: “Em ê bifikirin. Heke Lûtkeya NATOyê ne li Tirkiyeyê bûna em tevlî nedibûn. Di bûyera Îranê de Ewropa got em ne li cem we ne. Me ji wan alîkarî jî nexwest lê pêwistiya me jî tune bû. Lê tevî me alîkariyeke mezin ji wan re kiribû jî li cem me cih negirtin. Îtalya, Almanya û Fransayê em red kirin. Wê demê çima em trîliyonan ji bo wan xerç bikin.”

Mijara F-35an

Serokkomar Erdogan jî diyar kir ku ew dê bandoreke çawa li ser aştiya cîhanê bikin dixebitin û li ser pirsa Xezayê ew tişt got: “Bi taybetî jî em ê li ser Xezayê bi birêz dostê xwe re jî biaxivin. Ji bo aştiyê em ê biaxivin. Ew lûtkeya serokan girîng e.”

Serokkomar Erdogan destnîşan kir ku wan berê jî li ser F-35an ji Amerikayeyê re hevdîtin kirine û wiha got: “Me ji bo 5 balafiran ji Amerîkayê soz girtibû. Birêz Trump jî soz dabû me. Ez bi hêvî me biryareke bi xêr dê derbarê F-35an de derbikeve.”

Erdogan li ser pirsa Ukrayna jî ev tişt anîn ziman: “Em ê li ser rewşa şerê Ukrayna û Rusyayê jî bi birêz dostê xwe re gotûbêj bikin û li ser vê mijarê jî rawestin.”

Erdogan her wiha li ser pirsa balafirên motorên Kaan jî diyar kir ku ew dê li ser mijarê jî rawestin û Trump jî bi lêv kir ku ew li bendê ne mizginiya Erdogan daye wan bidomîne.

‘Cezayê CAATSAYê li dijî Tirkiyeyê rakin’

Trump li ser pirsa hûn ê bi Zelenskî û Putîn re hevdîtin bikin an na jî wiha bersiv da: “Ez bi birêz Putîn re axivîm. Ez ê bi Zelenskî re jî hevdîtin bikim. Hinek zehmet e. Lê weke tê zanîn heta niha min 8 şer bi dawî kir. Karê min jî li hev anîne. Putîn jî Zelenskî jî dixwazin li hev werin. Erdogan jî weke ku di mijara Îranê de alîkariya me kir dê di vê mijarê de jî alîkariya me bike.”

Trump bi lêv kir ku ew naxwazin ji dostên xwe re danekirinan bikin û got ku ew dê cezayê CAATSAYê li dijî Tirkiyeyê rakin.

Etîket: Donalt TrumpErdoganNATOTrump
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê li dijî Lûtkeya NATOyê çalakî

Li Enqereyê li dijî Lûtkeya NATOyê çalakî

7 TÎRMEH 2026
Lûtkeya NATOyê: Li Tirkiyeyê qedexe, girtin û binçavkirin

Lûtkeya NATOyê: Li Tirkiyeyê qedexe, girtin û binçavkirin

7 TÎRMEH 2026
Lûtkeya NATOyê dest pê kir

Lûtkeya NATOyê dest pê kir

7 TÎRMEH 2026
Li Enqereyê Lûtkeya NATOyê: Ji dewletan re hilberîna çekan û ji gelan re şer

Li Enqereyê Lûtkeya NATOyê: Ji dewletan re hilberîna çekan û ji gelan re şer

7 TÎRMEH 2026
Civîna NATOyê: Zêdekirina çekan dê bê nîqaşkirin

Civîna NATOyê: Zêdekirina çekan dê bê nîqaşkirin

6 TÎRMEH 2026
Hemserekê DEM Partî do Numan Kurtulmuşî reyde bêrê têhet

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê desthilat dawî li binçavkirin û zextan bîne

5 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji Newroza Amedê hin wêneyên bi heybet

    Nêçîrvan Barzanî peyam şand Newroza Amedê: Çarenûsa Kurd û Tirkan yek e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê dema qîwar e: Gelek fêydeyên wê ji tenduristiyê re hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ceribandineke nû ya ‘quartedê’: ‘Kelîyên Veşartî’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerê ku Che Guevara teşxîs kiribû wefat kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdên Anatoliya Navîn ziman û çanda xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclisa Malbatên şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şandeya Îmraliyê li Herêma Federal a Kurdistanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (180)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne