• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Trump fermana dorpêçê da, Îranê ji bo Maduro mînaka Esad bi bîr xist

Navenda Nûçeyan / AW

17 KANÛN 2025 - 14:35
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Piştî dorpêçkirina Venezûelayê ya ji hêla DYAyê, Serokomarê Belarûsê Alexsandir Lukashenko diyar kir ku ger Maduro dest ji desthialtê berde dikare bê li Belarûsê bi cih bibe. Serokê berê yê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî yê Îranê Falathatpîsheh jî bi bîr xist ku bi boneya ketina Beşa Esad nekarîne deynê xwe ji Sûriyê bigirin û xwest ku niha Îran deynê xwe ji Venezûelayê bigire.

Serokê DYAyê Donald Trump ku ev demek e Venezûelayê bi kirinên ‘terorîst’ tawanbar dike, duh bi fermanekê ketin û derketine keştiyên petrolê ji bo vî welatî qedexe kir û Hikûmeta Venezûelayê xiste lîsteya “rêxistinên terorîst ên biyanî”. Ev gavên Trump wekî amadekariyên mûdahalekirina Venezûelayê hate nirxandin. Serokomarê Belarûsê Alexsandir Lukashenko ku ji saziya çapemeniyê ya Amerîkayê Nesmaxê re axivî diyar kir ku ger Maduro dest ji desthilatê berde dikare bê welatê wî. Lukashenko anî ziman ku deriyên welatê wî ji Maduro re vekiriye wiha got: “Ez eleqeya DYAyê ya derbarê Venezûelayê de dibînim. Ez di gelek aliyan de Trump fam dikim. Ji ber ku Venezûela gelek nêzîk e, wekî Ûkrayna nêzîkî Rûsyayê. Ez bawer dikim ku DYA dikare hemû pirsgirêk û daxwazên xwe bi riyên aştiyane çareser bike.”

Falahatpishehê Îranî: Berî Maduro bikeve bila perê me bide

Bertekek balkêş jî ji Îranê hat. Serokê berê yê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî yê Îranê Heshmatollah Falathatpîsheh bi bîrxist ku bi boneya ketina Beşar Esad deynek mezin ê Îranê vala çûye û wiha got: “Divê Îran nekeve heman rewşê. Niha 2 milyar dolar deynê Venezûelayê ji Îranê re heye. Pêwist e berî gengaşiyek derkeve Îran deynê xwe bigire.” Falathatpisheh di parvekirina xwe ya li ser Xê de bi bîr xist ku Trump fermanek teqez a dorpêçê daye û hikûmet wekî “rêxistina terorê ya biyanî” pênase kiriye. Falathatpisheh xwest ku ev rewş li ber çavan bê girtin û hewildanên pêwist bên kirin.

Etîket: Donald TrumpDYAMaduroVenezuela
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Radara Amerîkayê ya li Bahreynê bû hedefa Îranê

Radara Amerîkayê ya li Bahreynê bû hedefa Îranê

13 MIJDAR 2026
Li Amerîkayê helîkopterek ket behrê

Li Amerîkayê helîkopterek ket behrê

5 MIJDAR 2026
Di hilbijartinên DYAyê de pêla şîn: Senato û Meclis ket destê Demokratan

Di hilbijartinên DYAyê de pêla şîn: Senato û Meclis ket destê Demokratan

4 MIJDAR 2026
Hilbijartinên Amerîkayê: Zexta li ser Trump zêde ye lê encam nediyar e

Hilbijartinên Amerîkayê: Zexta li ser Trump zêde ye lê encam nediyar e

2 MIJDAR 2026
Tom Barrack bi Şara re civiya

Tom Barrack bi Şara re civiya

21 COTMEH 2026
Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

18 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne