• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tora Mafên Zarokan: Divê Neteweyên Yekbûyî êrişan bidin sekinandin

Wan / AW

25 ÇILE 2026 - 14:27
Kategorî: ROJANE
A A
Tora Hevgirtina Mafên Zarokan a Wanê, têkildarî dorpêça li ser Kobanê û mafên zarokan daxuyaniyek belav kir û got: “Em bang li Neteweyên Yekbûyî, dewletên têkildar, mekanîzmayên mafên mirovan ên navneteweyî û hemû hêzên xwedî bandor ên li ser herêmê dikin ku mekanîzmayên zextê yên bi bandor çalak bikin”

Tora Hevgirtina Mafên Zarokan a Wanê derbarê êrişên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal daxuyaniyek belav kir. Torê da zanîn ku geşedanên dawî yên li Rojava nîşan dide ku şerê li Sûriyeyê ketiye qonaxeke dijwar ku sivîl careke din dibin hedef. Torê bang li neteweyên yekbûyî, dewletên têkildar û saziyên mafên mirovan kir ku li dijî karesatê bêdeng nemînin.

Metna Tora Hevgirtina Mafên Zarokan a Wanê ku bi Kurdî, Tirkî û Ingilîzî hate weşandin, wiha ye:

“Geşedanên dawî yên li Rojava nîşan didin ku êrişên li Sûriyeyê ketiye qonaxek dijwar ku sivîl careke din dibin hedef. Êrişên li dijî komên etnîkî û olî yên cûda koçberîkirina bi darê zorê, îşkence û darvekirinên li ber çavên cîhanê têne kirin. Di heman demê de prensîbên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî û qanûnên şer bi eşkere têne binpêkirin. Yek ji navendên herî qirofek û sembolîk ên vê pêvajoyê wekî berê, Kobanê ye.

Alîkariya mirovî hatiye astengkirin

Ji ber dorpêça ku bi rojan dom kiriye zarokan li bajarê Kobanê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniyek ji Heyva Sor a Kurd herî kêm pênç zarok li bajêr ji ber kêmbûna kareba û sotemeniyê û astengkirina gihiştina pêdiviyên bingehîn cemidîne û jiyana xwe ji dest dane. Hemû dergehên ketin û derketinên Kobanê girtî ne. Li bajêr gihiştina kareba, sotemeniyê an xizmetên tendûristiyê tune ne. Alîkariya xizmetên mirovî bi kiryarî hatiye astengkirin. Ev şert û merc mafên jiyanê yê zarokan ji holê radike. Ji ber pêkanînên hêzên ku kontrola wan a fîîlî li herêmê heye, sivîl bi taybetî zarok ji pêdiviyên xwe yên bingehîn bêpar dimînin. Mirina zarokan ne tesadufî ye, ew encama rasterast a biryarên siyasî û leşkerî ye.

Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî mafê jiyanê, gihiştina xizmetên tendûristiyê û bicîhanîna pêdiviyên wan ên bingehîn ên zarokan garantî dike. Şert û mercên dorpêçkirin û pêvçûnan van erkan betal nakin. Berovajî vê parastina zarokan di bin van mercan de şertek girêdayî ay hiqûqa navneteweyî ye.

Bang li saziyên têkildar kirin

Wekî Tora Hevgirtina Mafên Zarokan a Wanê, di serî de em bang li Neteweyên Yekbûyî, dewletên têkildar, mekanîzmayên mafên mirovan ên navneteweyî û hemû hêzên xwedî bandor ên li ser herêmê dikin ku mekanîzmay3en zextê yên bi bandor çalak bikin da ku dorpêça li ser Kobanê were rakirin û alîkariya mirovî ya yekser û bênavber were radestkirin.

Li dijî dorpêçê bêndeng nemînin

Berdewamiya van mercan tê wateya berdewamiya mirina zarokan. Her sazî, her dewlet û her kemanîzmayek navneteweyî yên ku li hember tiştên ku li Kobanê diqewimin bêdeng dimîne, bi kiryar di berdewamiya van binpêkirinên giran ên mafên zarokan de hevpar e.

Çalakiyên bilez û şênber li dijî astengkirina alîkariya mirovî û paşguhkirina mafê jiyanê yê zarokan êdî ne tercîhek e, lê mecbûriyetek qanûnî û mirovî ye.”

Etîket: KobanêNeteweyên YekbûyîRojavaTora Hevgirtina Mafên Zarokan a Wanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

6 COTMEH 2026
Ji 46 welatan banga rawestandina darvekirinan

Ji 46 welatan banga rawestandina darvekirinan

2 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Di şerê Ûkraynayê de zêdetir hezar bûyerên tundiya zayendî hat tespîtkirin

Di şerê Ûkraynayê de zêdetir hezar bûyerên tundiya zayendî hat tespîtkirin

24 ÎLON 2026
Rapora NYê xetereya darvekirina jinan eşkere kir

Rapora NYê xetereya darvekirina jinan eşkere kir

22 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne