• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TJAya Wanê: Em ji bo azadiya mûxatabê çareseriyê biçin mitîngê

20 KANÛN 2025 - 15:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
TJAyê bi boneya mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya li Amedê bê lidarxistin, li Wanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tekane mûxatabê çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bangî jinan kir ku tev li mitîngê bibin.

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê dê di 4ê Çileya 2026an de li Amedê bi dirûşma “Hêvî û Azadiyê” mitîng li dar bixe. Di mitîngê de dê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xwestin. Bi boneya mitînga li Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê, li Eywana Konferansê ya Tahir Elçî ya Wanê daxuyaniyeke nivîskî da. Gelek endam û rêveberên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta TJAayê Felek Erdem ve hat xwendin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

‘Rêber Abdullah Ocalan tekane muxatabê Çareseriyê ye’

“Weke jin em di 4ê Çileyê de li Amedê ji bo Rêber Abdullah Ocalan dimeşin ku pirsgirêka hebûna gelê Kurd gihand asteke herî jor û ber bi azadiyê ve bir û ji bo gelê kurd bû ronahiya hêviyê.

Rêber Abdullah Ocalan ku di her firsetê da banga çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan dike, tekane muxatabê çareseriyê ye. Em ji dewleta ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê didomîne û ku hiqûqa xwe jî tune dihesibîne û bi belavkirina demê re çaresernekirinê li ser me ferz dike re dibêjin; Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ya jin û gelan e. Rêya çareseriya li ser heqîqetê ew e ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê bi temamî ji holê bê rakirin. Ji bo me jinan pîvana demokratîkbûnê azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Pêkanîna şert û mercên azadiya rêberiya me dê rê li ber demokratîkbûn û aştiyê veke.

Ji bo Rojhilata Navîn a ku bûye qada pirsgirêka netewedewletan û ji nû ve tê dizaynkirin, paradîgmaya ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin ji bo jin û neteweyên bindest, girîng e. Rêber Abdullah Ocalan ku divê bi azad tevbigere û di rola xwe ya aktorê sereke de bigihîje şert û mercên xebatê, aktorê herî bingehîn e ku dê aştiya mayînde ya Rojhilata Navîn jî misoger bike. Li ser vê em bang li dewletê dikin ku daxwaz û pêdiviyên edaletê pêk bîne.

Li gorî biryarên binpêkirinê yên ku di çarçoveya “ mafê hêviyê” de hatine dayîn, divê Tirkiye rêziknameyên qanûnî yên ku dê guhertinên binyadî çebike pêşkêş bike û di vê çarçoveyê de divê demildest mekanîzmayên ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bike, ava bike.

Em Jin bi şaristaniya dewletê re di bin zexta şer, xizanî û zordariyê de me sedsal wenda kir. Me bi perspektîf û têkoşîna Rêbertiya xwe dest bi lêgerîna azadiyê kir û got “Pirsgirêka jinan yek ji pirsgirêkên herî girîng e”. Me azadiya xwe ji azadiya civaka xwe cuda nekir. Lê em dizanin ku azadiya me tenê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê. Niha dem hatiye ku gelê Kurd pirsgirêka hebûnê derbas kiriye; Dem dema bi rêbertiyeke azad re bi hevrebûna civakeke azad e. Ji bo serkeftina pêvajoya aşitî û civaka demokratîk, çekirina qanûnên aşitî û azadiyê û pêkanîna prensîba mafê hêviyê hewcehiyeke serekeye.

Li ser vê bingehê em hemû jinên Kurdistanê vedixwînin mîtînga Hêvî û Azadiyê ku di 4ê Çileyê de dê li Amedê bê lidarxistin.Werin em bi hezaran jin di korteja xwe de bi hev re bin û wekî lehiyê biherikin meşa azadiyê.”

Etîket: Mîtînga Hêvî û AzadiyêTevgera Jinên Azad (TJA)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nagîhan Akarsel li Erziromê hate bibîranîn

Nagîhan Akarsel li Erziromê hate bibîranîn

5 COTMEH 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Li Êlihê şermezarkirina îşkenceyê: Ev bûyer birînek civakî ye

Li Êlihê şermezarkirina îşkenceyê: Ev bûyer birînek civakî ye

27 HEZÎRAN 2026
Li Stenbolê starta ‘Mitînga Azadiyê’: Em ê ji bo Rêbertiya azad li qadan bin

Li Stenbolê starta ‘Mitînga Azadiyê’: Em ê ji bo Rêbertiya azad li qadan bin

16 HEZÎRAN 2026
Di 5 mehan de 118 jin hatine kuştin: Divê jin komunên xwe ava bikin

Di 5 mehan de 118 jin hatine kuştin: Divê jin komunên xwe ava bikin

13 HEZÎRAN 2026
TJA: Divê Rahmî Koç demildest lêborînê ji jinên Kurd bixwaze

TJA: Divê Rahmî Koç demildest lêborînê ji jinên Kurd bixwaze

6 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne