• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

Ûgûr Dînler / AW

1 GULAN 2026 - 10:15
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî têkildarî cezakirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş destnîşan kir ku ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin û pergala qeyim bi dawî bibe, divê ev ceza bê betalkirin û got: “Divê Hevşaredarê me yê Colemêrgê bê berdan û dawî li qeyiman bê anîn”

Danişîna biryarê ya doza Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ku di 3yê Hezîrana 2024an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezifeyê hatibû girtin û li şûna wî qeyim hatibû tayînkirin, di 29ê Nîsanê de hate lidarxistin . Mehmet Siddik Akiş ku bi angaşta “Rêveberê rêxistinê ye” tê darizandin, ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişîna ku li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat li darxistin, bû. Şandeya dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Akiş birîbû. Her wiha ev salekê zêdetire pêvajoyek dest pê kiriye, her çiqas pêvajoyek hebe jî gel û siyaseta Kurd û Tirkiyeyê bi gazince ku dewlet û deshilatdar gavan navêje. Ev yek jî dibe sedema pêşveneçûyîna pêvajoyê.

Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî li ser biryara dadgehê ji bo Mehmet Siddik Akiş û derbarê pêvajoyê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Mebest ew bû ku Colemêrgê ji destê gel bistînin’

Mehmet Ruştu Tîryakî da zanîn ku doza Mehmet Siddik Akiş dozdeh sal di cihê xwe de sekini û ev tişt anî ziman: “Yanî heya lêpirsîn hate vekirin û doz hate destpêkirin, piştî dozê ji wan re hate gotin ku ev doz dereng maye û nehate vekirin. Du sê salan di hewayê de ma û doz dîsa çû Colemêrgê, bi gotineke din, her kesî ev doz ji bîr kiribû. Lê belê, di dema hilbijartinên Hezîrana 2024an de, dema ku hê sê-çar meh di ser hilbijartinê re derbas nebûbû, doz hîn dewam dikir. Bi salan bû ev doz dewam dikir, lê rojekê cezayekî pir giran dan Siddik Akiş. Em baş zanin ev ceza çima hate dayîn. Gava ku em di wê hilbijartinê de li Colemêrgê serketin, ev doz dîsa hate rojevê û cezayekî giran dan hevşaredarê me û pê re hate girtin. Ev doz bi xwe bi awayekî neheq hatibû vekirin. Mehmet Siddik Akiş tenê xebatên partiyê û karên siyaseta demokratîk dikir. Ji ber vê yekê, dayîna cezayekî ewqas giran neheqiyeke mezin e. Mebest ew bû ku Colemêrgê ji destê gel bistînin û qeyûm tayînî ser şaredariyê bikin.”

‘Ev ceza rêya çareseriyê meseleya Kurdan dixitimîne’

 

Di berdewamiya axaftina xwe de Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku ji sala du hezar û bîst û çaran heya niha, li Kurdistanê, li Tirkiyeyê û li herêmê gelek tişt qewimîne û wiha pê de çu: “Pêvajoyeke nû, pêvajoyeke çareseriya demokratîk ji bo meseleya Kurdan dest pê kiriye û salek û nîv zêdetir e her kes behsa vê pêvajoya nû û dawîkirina pergala qeyûman dike. Her roj rojnamevan behsa wê dikin, ji bilî vê, komisyona ku li parlamentoyê hatibû avakirin raporek amade kir û di wir de jî hate diyarkirin ku divê pergala qeyiman bi dawî bibe. Tevî ku em di pêvajoyeke wisa de ne û pergala qeyiman bi dawî nabe, dîsa cezayên pir giran didin hevşaredaran. Em ji bîr nekin ku ev doz di sala 2024an de, dema 19 sal ceza hate dayîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû xerakirin û nehatibû pesendkirin, ji ber ku ji her awayî neheqî di wê dosyayê de hebû. Lê belê, dadgeha Colemêrgê duh dîsa biryara xwe nû kir û 19 sal ceza da. Ev ceza ji bo çareserkirina meseleya Kurdan tenê rê dixitimîne û rê venake. Ev yek nîşan dide ku di nav sîstemê de yekîtî tuneye û hin dadgeh dixwazin vê pêvajoyê xirab bikin. An jî eger sîstem vî cezayî qebûl bike, wê demê li vir pirsgirêkeke mezin heye. Bi kurtasî ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin û pergala qeyiman bi dawî bibe, divê ev ceza bê betalkirin, hevşaredarê me yê Colemêrgê bê berdan û dawî li qeyiman bê anîn”

‘Divê gavên qanûnî bên avêtin û yek ji wan jî dawîkirina pergala qeyiman e’

Mehmet Ruştu Tîryakî dest nîşan kir ku ji aliyekî ve dewlet, desthilatdar behsa siyaseta demokratîk û çareseriyê dikin, lê li aliyê din dadgeh cezayên giran didin û çi gav nayên avêtin û ev tişt gotin: “Em dikarin bêjin ku ev pêvajo hîn bi dawî nebûye. heger em bêjin pêvajo xirab bûye, ev dê bibe nirxandineke kêm, lê bêguman di pêvajoyê de xitimandinek heye. Sedema vê xitimandinê çi ye? Du alî hene, li aliyekî PKKê xwe fesih kiriye, dawî li şerê çekdarî yê çil û du salî û çalakiyên xwe aniye. Ji bo ku provokasyon çênebin, şervanên PKKê xwe ji nav sînorên Tirkiyeyê kişandine, ev gavên pir mezin in. Gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê bi temamî piştgirî didin vê pêvajoyê û ev fersendeke pir mezin e. Lê belê, pêwîst e dewlet jî hin gavan bavêje. Ji bo ku ev mesele bê çareserkirin û şerê çekdarî careke din dest pê neke, divê gavên pêwîst bên avêtin. Em nabêjin meseleya Kurdan dê di rojekê an mehekê de safî bibe em zanin ku ji bo vê dem pêwîst e. Lê wekî ku komisyonê jî di pêşniyarên xwe de aniye ziman, divê hin qanûn bên guhertin da ku şerê çekdarî bi temamî bi dawî bibe. Wek nimûne, rewşa kesên ku ji ber dozên siyasî çûne derveyî welêt, bi hezaran kesên ku hîn li girtîgehan in û şervanên PKKê yên ku piştî bidawîbûna şerê çekdarî mane, dê çi bibe? Ji bo zêdekirina hêvî û baweriya gel, divê gavên qanûnî bên avêtin û yek ji wan jî dawîkirina pergala qeyiman e.”

‘Ji bo gihîştina çareseriya dawî, avêtina gavên şênber ji aliyê dewletê ve şert e’

Di dawiya axaftina xwe de Mehmet Ruştu Tîryakî anî ziman ku her kes, tevî AKP û MHPê, qebûl dike ku divê qeyim bi dawî bibin û hewceyî bi gavên şênber heye lê ew pergal û bêbiryarî hîn jî dewam dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi hezaran girtiyên siyasî hene ku em wan wekî qurbaniyên komployan dibînin, di Doza Kobanê de Hevserokên HDPê birêz Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û bi dehan kesên din, her wiha Hevşaredarên Amed û Wanê Selçûk Mizrakli û Bekir Kaya hêj jî di zindanê de ne. Pêwîst e di van meselayan de gav bên avêtin. Eger ev gav bên avêtin, em bawer in ku hêvî û baweriya gel dê zêdetir bibe. Heya ku ev gav neyên avêtin, gel dê rewşê wiha pênase bike û bêje ku pêvajo xitimiye. Tevî ku em qebûl dikin pêvajo dewam dike, gavên mezin hatine avêtin, şer û mirin sekinîne. Ji bo gihîştina çareseriya dawî, avêtina gavên şênber ji aliyê dewletê ve şert e.”

 

Etîket: çareserîCîgirê Hevserokên Giştî yên DEM PartiyêHevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik AkişMehmet Ruştu Tîryakîqeyim
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

16 TEBAX 2026
Xerîb Hiso: Entegrasyon ji sedî 80 temam bûye, divê mafên Kurdan bên naskirin

Xerîb Hiso: Entegrasyon ji sedî 80 temam bûye, divê mafên Kurdan bên naskirin

13 TEBAX 2026
Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

13 TEBAX 2026
Tayîp Temel: Heke qanûn di Tebaxê de derkeve divê di Îlonê de jî têkeve pratîkê

Tayîp Temel: Heke qanûn di Tebaxê de derkeve divê di Îlonê de jî têkeve pratîkê

27 TÎRMEH 2026
Hevdîtinên gel ên Rihayê: Ji gundan heya taxan siberoja xwe ava dikin

Hevdîtinên gel ên Rihayê: Ji gundan heya taxan siberoja xwe ava dikin

23 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne