• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

The Guardianê pesnê Amedsporê da: Tişta Amedsporê taybet dike nasnameya wê ye

Amed / AW

12 ÎLON 2026 - 15:48
Kategorî: SPOR
A A
Rojnameya navdar a Îngilîzî The Guardian, di nûçeyeke xwe ya taybet de ku tê de şeş klûbên serkeftî yên ku di vê sezonê de li lîgên jorîn ên Ewropayê balê dikişînin lêkolîn kir, cihekî berfireh da Amedsporê. The Guardianê wiha got: “Li cîhanê pir kêm tîm hene ku ji bo bigihin lîga herî jor a welatê xwe, qasî Amedsporê rêyek dijwar derbas kirine.”

Rojnameya navdar a Îngilîzî The Guardian, di nûçeyeke xwe ya taybet de ku tê de şeş klûbên serkeftî yên ku di vê sezonê de li lîgên jorîn ên Ewropayê balê dikişînin lêkolîn kir, cihekî berfireh da Amedsporê. Rojnameyê serkeftina Amedsporê ya ji bo Lîga Super a Tirkiyeyê ne tenê wekî serkeftineke sportîf her wiha bi nasnameya dîrokî, civakî û çandî ya kulûbê re nirxand.

Amedspor bûye yek ji navendên girîng ên nasnameya Kurdî

Rojnameya The Guardianê bi gotinên “Li cîhanê pir kêm tîm hene ku ji bo bigihin lîga herî jor a welatê xwe, qasî Amed SK an jî Amedsporê rêyek dijwar derbas kirine” dest bi beşa Amedsporê kir û bal kişand ser wê yekê ku kulûb wê di vê sezonê de yekem car di Lîga Superê de têbikoşe. Rojnameyê nivîsî ku kulûba navenda wê Amed e ji Stenbolê bêtir nêzîkî Iraq û Sûriyeyê ye û di bajêr de ku nifûsa Kurd zêde ye, di salên dawî de bûye yek ji navendên girîng ên nasnameya kurdî.

Xwedîderketina kulûbê ya li nasnameya Kurdî girseyeke nû ya alîgiran çêkir

Rojnameyê di nûçeyê de destnîşan kir ku Amedsporê di dema borî de di navbera lîga sêyem û çaremîn a Tirkiyeyê de geriyaye lê di sala 2014an de piştî ku navê Kurdî yê Diyarbekirê ango “Amed” li navê kulûbê zêde kir, bilindbûneke bilez pêk anî. The Guardianê diyar kir ku xwedîderketina kulûbê ya li nasnameya Kurdî girseyeke nû ya alîgiran çêkir, lê ev yek di heman demê de bû sedema rageşiyên bi alîgirên hevrikan re jî.

Rojnameya Îngilîzî bi bîr xist ku alîgirên Amedsporê di dema borî de rastî heqaret, gef û êrîşên fîzîkî hatine û Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê jî piştî van rageşiyan heta sala 2020an çûyîna alîgirên Amedsporê ya ji bo maçên deplasmanê qedexe kiribû. Li gorî The Guardianê, beşdariya Amedsporê ya di lîga herî jor a Tirkiyeyê de bi xwe re pirse nîşanên nû yên derbarê ewlehî û bûyerên tundiyê yên muhtemel de jî tîne.

Pîrozkirina Erdogan matmayî kir

The Guardianê bi taybetî bal kişand ser pîrozkirina Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a serkeftina dîrokî ya Amedsporê ya ji bo Lîga Super a li ser medyaya civakî. Rojnameyê diyar kir ku her çend Erdogan figurekî siyasî bû ku navê Amedê qebûl nedikir jî pîrozkirina wî ya Amedsporê ya di medyaya civakî de raya giştî matmayî kir.

Tişta ku Amedsporê taybet dike nasnameya wê ya xurt e

Di nirxandina The Guardian de, Amedspor di heman dosyayê de ligel kulûbên din ên ku derketine lîgên mezin ên Ewropayê cih girt. Ligel Deportivo La Coruna, Elversberg a Almanyayê, Le Mans a Fransayê, Wisla Kraków a Polonyayê û FC Vaduz a Liechtensteinê, Amedspor jî wekî yek ji wan tîmên ku divê di sezona nû de bên şopandin hate nîşandan. Li gorî nêrîna giştî ya rojnameyê, tişta ku Amedsporê taybet dike ne tenê derketina wê ya ji bo Lîga Superê ye; çîroka wê ya ji lîgên jêrîn heta lûtkeyê, nasnameya wê ya xurt a alîgiran û helwesta wê ya xweser a di futbola Tirkiyeyê de ye.

Etîket: AmedsporThe guardian
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

24 COTMEH 2026
Amedsporê dê sibe ji bo 3 pûanan biçe Samsûnê

Amedsporê dê sibe ji bo 3 pûanan biçe Samsûnê

22 COTMEH 2026
‘Amedspor dê ji bo siberoja ciwanên Kurd xwe bigihîne her deverê’

‘Amedspor dê ji bo siberoja ciwanên Kurd xwe bigihîne her deverê’

22 COTMEH 2026
Amedspor dixwaze bi dibistana fûtbolê binesaziya xwe xurt bike

Amedspor dixwaze bi dibistana fûtbolê binesaziya xwe xurt bike

20 COTMEH 2026
Amedspor ji bo maça Gençlerbîrlîgî çû Enqereyê

PFDKê cezayê pere da Amedsporê

16 COTMEH 2026
Amedsporê Başakşehîr 5 û 0 têk bir

Amedspor sewqî PFDKê hat kirin

14 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne