• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê Roja Şanoyê ya Cîhanî pîroz kirin

Navenda Nûçeyan/ AW

27 ADAR 2026 - 11:31
Kategorî: ÇAND Û HUNER, ROJANE
A A
Rêxistinên çanda Kurdî TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn bi daxuyaniyekê pêşeng û şehîdên şanoya Kurdî bi bîr anîn û 27ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanî li şopdarên şanoyê pîroz kirin.

TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê bi munasebeta 27ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê daxuyaniyek parve kirin. TEV-ÇAND û Hûnera Mizgînê di daxuyanaya xwe de pêşengên şanoya Kurdî bi bîr anîn û Roja Şanogeran a Cîhanê li şopdarên şanoyê pîroz kirin.

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:

‘Derketina ji tarîtiyê bi piştevanî, parvekirin û hêviyê pêkan e’

“Li dijî tarîtiyê derfeta di destê me de ya herî bihêz hişmendî û derxistina ronahiya di ruhê me de, hevparkirin û zêdekirina ronahiyê ye. Em dizanin ku ev yek bi zêdetir birêxistinkirina kedê, piştevaniyê, parvekirinê û hêviyê pêkan e. Li dijî dorpêçên modernîteya kapîtalîst a berê jiyana me dide çalên bêwate yên kûr, em dizanin ku xurtkirina zemîna modernîteya demokratîk a di hemû qadên jiyanê de berpirsiyariya me ya herî mezin e. Em dibînin ku parastin û pêşxistina hebûnên çandî yên gelan bi berpirsiyariyeke bi vî rengî pêkan e.

‘Huner ronahiya çiyayan digihîne deştan’

Hunerê di tevahiya dîrokê de kariye li hemberî helwestên wêrankirin û tunehesibandinê helwesta xwe nîşan bide, heya roja me ya îroyîn li gel hemû tiştên civakî pêş ketiye. Bo nimûne şano; bi rêya rîtuelan kariye ronahiya xwe ji çiyayan bigihîne deştan, bi replîkan ji kolanan bigihîne ser dikan û israra jiyaneke azad û wekhev bigihîne roja me ya îroyîn. Em jî weke şopdarên vê kevneşopiyê em ê berxwedanê li lîstikên xwe bikin û agirê azadiyê geş bikin. Heya ku em tiştên me bikin yên me em ê çiyayên xwe, deştên xwe, kolanên xwe û dikên xwe vala nehêlin.

Pêşeng bi bîr anîn

Bi nêzîkatiyeke bi vî rengî em dilsoziya xwe ya ji bo mîrateya pêşengên şanoya Kurdî yên weke Evdirehîm Rehmî Hekarî ku nivîskarê yekem şanoya Kurdî ye, Hêvî Şanoger ku di 27ê Adarê ji dayîk bûye û yek ji mîrayeta şanoya Kurdî ya herî resen û azad li çiyayan kêlî bi kêlî honandiye û Yekta Herekol ê ku dîsa ev yek di 27ê Adareke din di asteke pir bilind de bi berpirsiyariya hunermendbûnê û nêzîkatiya rexneyî tacîdar kiriye û Bavê Teyar ê ku kariye hemû deverên Kurdistanê ji xwe re bike dik û kariye bibe ruhê şanoya Şoreşa Rojava dubare dikin û bi hez û rêzê bîranînên wan silav dikin.

Em bi dil û can 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanî li kedkarên şanoyê yên li ber ronahiya pêşeng û şopdarên hunera şanoyê ya Shopokles, Goldoni, Rehmî Hekarî, Dario Fo, Brecht, Hêvî, Yekta û Bavê Teyyar û hemû temaşevanan pîroz dikin.”

Etîket: 27ê Adarê Roja Şanoyê ya CîhanêBîranîndaxuyanîHunera MizgînPîrozkirinTEV-ÇAND
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî buyerên tacîzê meşiyan

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî buyerên tacîzê meşiyan

19 MIJDAR 2026
TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

12 MIJDAR 2026
Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

10 MIJDAR 2026
Li ber Wezaretê bang kirin: Aştî ji Îmraliyê dest pê dike

Li ber Wezaretê bang kirin: Aştî ji Îmraliyê dest pê dike

5 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

2 MIJDAR 2026
Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

1 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne