• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Temellî: Êdî tehamula civakê nameye, divê Meclîs ji bo çêkirina qanûnan bixebite

Enqere / AW

11 GULAN 2026 - 12:24
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bi lêv kir ku bendewariya civakê bi çêkirina qanûnan heye û wiha got: “Divê pêşnûmeya demildest were Meclîsê û Meclîs jî qanûnan çêbike. Lê mixabin tevî daxwazên raya giştî jî hê pêşnûmeyek bi vî rengî tune ye.”

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî derbarê geşedanên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Sezaî Temellî diyar kir ku xetereya DAIŞê hê jî berdewam dike û got ku divê di pêvajoya entegrasyonê ya Rojava de ev xetere neyê jibîrkirin.

‘Êdî tehamula civakê nemaye’

Sezaî Temellî bal kişand ser Roja Dayikan û serdana Dayikên Aştiyê ya li partiyên siyasî û wiha got: “Dayikan xwest partiyên siyasî gavan biavêjin. Dayikan bal kişand ser êşa hemû dayikên Kurd û Tirk. Dayikan xwest ji bo aştiyeke mayinde gavên qanûnî bên avêtin. Hemû kes jî li bendê ye qanûn bên çêkirin. Divê pêşnûmeyek demildest were Meclîsê û Meclîs jî qanûnan çêbike. Lê mixabin tevî daxwazên raya giştî jî hê pêşnûmeyek bi vî rengî tune ye. Wezareta Dadê jî dibêje ‘Paketa Darezê ya 12emîn ma meha Cotmehê’. Êdî tehamula civakê nema. Divê qanûn çêbibin û girtiyên siyasî êdî bên berdan. Êdî girtîgeh tije bûne divê ji vê re çareseriyek were dîtin. Lê tevî bendewariya civakê jî di vî warî de tu gav nehatine avêtin.”

‘Bi dozên kumpasê siyasetê dîzayn dikin’

Sezaî Temellî destnîşan kir ku Doza Kobanê 2 sal in li Îstînafê li benda biryarê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dadgeha Îstînafê 2 sal in derbarê dozê de tu biryar nedaye û bêedaletiya heyî çareser nekiriye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo birêz Selahattîn Demîrtaş biryar da ye jî nayê berdan. Her wiha hevalên me yên din ên vê dozê jî tevî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan jî nayên berdan. Divê ev bêedaletiya li dijî hevalên me bi dawî bibe û hevalên me bên berdan. Piştî doza kumpasê ya Kobanê weke dozên Geziyê û Stenbolê jî hatin rojevê. Niha jî qala doza ‘Casusan’ tê kirin. Bi van dozên kumpasê û darazê dixwazin siyasetê dîzayn bikin.”

‘Meclîs berjewendiya sermayedaran diparêze’

Sezaî Temellî bi lêv kir ku Meclîs li dûrî pêdiviyên civakê bi rojevên cuda re eleqedar dibe û wiha axivî: “Divê em li ser pêdiviyên cotkaran qanûnan çêbikin û li ser wê bixebitin lê Meclîs li ser bazirganiya bi Ukraynayê re eleqedar dibe. Li şûna ku em ji bo zêdebûna hilberînên cotkarên xwe eleqedar bibin, em diçin Ukrayna ku di şer de ye ji wê re li ser bazirganiya hilberînên çandiniyê rojeva Meclîsê tijê dikin. Divê hê ku Meclîs neketiye batlanê, li ser xizaniyê raweste û çareseriyan li pêş bixe. Bi pêşniyar qanûna ‘Hebûna Aştiyê’ ku vî hefteyê di Meclîsê de bê gotûbêjkirin jî ji bo berjewendiya sermayedaran e. Yanî bi vê yekê dê bêedaletiya bacan jî zêdetir bibe. Ji bo ev bêedaletî pêk neyê em ê muxalefetê bikin. Lê hêza muxalefetê jî têr nake. Li gorî berjewendiyên sermayedaran qanûnan çêdikin. Meclîs bûye xizmetkarê sermayedaran. Berdela vê jî karker, kedkar û dayik didin. Ji bo wê jî em aştiyê dixwazin. Bi aştiyê ev bêedaletî dikare ji holê bê rakirin û çareserî pêk were.”

Sezaî Temmelî li ser pirsa rojnamegeran jî diyar kir ku tu eleqeya “Pakêta Darazê ya 12emîn” û qanûna taybet tune ye û bendewariya wan a qanûna taybeet berdewam dike ku bê çêkirin lê hê jî ji aliyê desthilatê ve tu gav nehatine avêtin.

Sezaî Temelî li ser pirsa derbarê zarokên karker de jî destnîşan kir ku ji bo pêşî li mirina zarokan û zarokên karker bê girtin divê dawî li projeya MESEMê were anîn û bang li Wezareta Perwerdehiyê kir ku vê pêkanînê bi dawî bike.

Etîket: Çêkirina qanûnanMeclîsMeclîsa TirkiyeyêSezaî Temellî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Devlet Bahçelî: Pêkanîna qanûna çarçoveyî xala herî girîng a pêş me ye

Devlet Bahçelî: Pêkanîna qanûna çarçoveyî xala herî girîng a pêş me ye

6 COTMEH 2026
Ji Erdogan peyama pêvajoyê û destûra nû

Ji Erdogan peyama pêvajoyê û destûra nû

1 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

13 TEBAX 2026
Meclis dê ji bo qanûna çarçoveyî meha Tebaxê bicive

Qanûna çarçoveyî li Meclisê ye

10 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne