• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sozdar Avesta Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

Navenda Nûçeyan / AW

15 NÎSAN 2026 - 17:27
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Endama Konseya Serokatî ya KCKê Sozdar Avesta ji bo Cejna Çarşema Serê Nîsanê ya Şengalê peyameke bi dîmen şand û cejn li tevahî civaka Êzidî pîroz kir.

Îro Çarşema Serê Nîsanê cejn û sersala civaka Êzidî ye. Êzidî li her devera cîhanê bi rêûresmên çandî vê cejnê pîroz dikin. Duh KCKê bi peyameke nivîskî cejna hemû civaka Êzidî pîroz kiribû. Îro Endama Konseya Serokatî ya KCKê Sozdar Avesta peyameke taybet a bi dîmen ji bo şahiya Çarşema Serê Nîsanê ya Şengalê ku li Geliyê Kersê tê lidarxistin, şand. Peyama Sozdar Avesta ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.

Endama Konseya Serokatî ya KCKê li gel peyamên pîrozbahiyê, bi boneya Çarşema Serê Nîsanê bangawaziyên girîng li merciyên olî yê Êzidiyan û rêveberiya Şengalê kir, xwest di vê rewşa aloz a herêmê de Êzidî bi yek dengî hem parastina xwe bikin, hem jî mafên xwe yên rewa mîsoger bikin.

‘Em ji saya şehîdan û Rêber Apo dikarin vê cejnê li ser axa xwe pîroz bikin’

Sozdar Avesta wiha dest bi peyama xwe kir: ‘‘Ez bi navê xwe û tevgera xwe silav, hezkirin û bêrikirinên xwe ji we re dişînim. Cejna Çarşema Serê Nîsanê, di serî de li malbatên şehîdan, li tevahiya dîlgirtiyên fermanê, li tevahiya dayikan, jinên berxwedêr û tevahiya gelê me yê Êzîdxanê pîroz dikim. Tevahiya şehîdên fermanê, şehîdên tevgera azadiyê û Êzîdxanê bi hurmet bibîrtînim. Gelê me yê hêja, eger îro em vê cejnê li ser xaka pîroz û azad, bi kêyf û şahî pîroz dikin em minetdarê wan şehîdan e û minetdarê Rêber Apo ne. Bi vê wesîleyê ez vê cejnê li Rêber Apo jî pîroz dikim.’’

‘Cejna yekitî û tifaqê ye’

Sozdar Avesta diyar kir, ev cejn di heman demê de cejna gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîne jî û axaftina xwe wiha domand: ‘‘Çarşema Serê Nîsanê cejnekî herî qedîm a gele Êzîdxanê ye ku bi hezaran salan e vê cejnê pîroz dike. Cejna Çarşema Serê Nîsanê kewna dinyayê ye, kevneşopiyeke pir mezin e. Û ew weke cejna yekîtî û tifaqê, weke cejna rihdayîna meha Nîsanê, hatina biharê ye. Heman demê, ev cejna tevahiya gelên Rojhilata Navîn e. Ez vê cejnê li tevahiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn jî pîroz dikim.’’

‘Hêvîdar im têkoşîna sala bê bibe bingeha azadkirina dîlgirtiyên me’

Avesta ku bi taybet balkêşa ser berxwedana civaka Êzidî ya ji bo jiyandina çand û baweriya xwe, bi taybet balkêşa ser dîlgirtiyên Êzidî û vê peyamê da: ‘‘Gelê me di dîroka xwe de ji bo kevneşopiya xwe bimeşîne, ji bo baweriya xwe bi awayeke azad jiyan bike gelek êşên mezin kişandiye. Bi 74 fermanan re rû bir û maye, qirkirinên mezin jiyan kiriye. Ji bo ku bawerî, çand û zimanê xwe û nasnameya xwe azad bijî evê berxwedana mezin kiriye. Herî dawî fermana 3.8.2014an weke fermana dawî li ser civaka me pêkanîn. Ji wê rojê heya îro her çiqas em dixwazin cejnan bi kêfxweşî pîroz bikin jî, ev cejn bi dilşikestiekî jî tê pêşwazîkirin. Hîn jî di destê çeteyên DAIŞê de dîlgirtî hene, ez cejna wan jî pîroz dikim. Ez hêvîdar im têkoşîna sala pêşiya me bibe bingeha azadkirina wan dîlgirtiyan jî.’’

‘Kongreya Meclisa Gel û damezrandina Partiya nû ya Ciwanên Êzidî pîroz dikim’

Avesta di dewama axaftina xwede hem balkêşa ser xeteriyên li herêmê û hem jî Kongreya Meclisa Gel û partiya Ciwanên Êzidî silav kir. Avesta derbarê mijarê de wiha axivî: ‘‘Weke me di ragihandinê de jî şopand, îsal Çarşema Serê Nîsanê weke festivalek çandî û hunerî li Êzîdxanê tê pîrozkirin. Gelê me yê hêja, li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê ya Sêyemîn berdewam dike, hemû herêm di nav qeyraneke mezin de ye. Weke civaka Êzidî hun jî baş dişopînin û em bawer dikin ji bo civaka me careke din bi fermanan re rû bir û nemîne hun xwe ji bo vê pêvajoyê amade dikin.

‘Çarşema tifaqê ye, helwest li beramber yên neyên tifaqê bigirin’

Di dema borî de bi rihê Çarşema Nîsanê, Meclîsa Gel a Şengalê kongreya xwe çêkir. Her wiha Partiya Ciwanên Êzîdî hatiye damezrandin. Ez vêya li tevahî ciwanên Êzîdxanê pîroz dikim û dibêjim partiya we ser xêrê be. Ez hêvîdar im pirsgirêkên civaka Êzidî bi rêbazên demokratîk û aştiyane û bi siyaseta demokratîk a civakî werin çareserkirin. Ji bo gelê me di aloziya li herêmê de nebe qurbanî banga min ji gelê me yê Êzîdxanê re heye. Divê ku yekîtîya xwe mezin bikin, hêza xwe ya ewlekariyê yek bikin û nehêlin ku careke din gelê me bibe qurbanî. Yên ku neyên vê tifaqê, divê helwest li hemberî wan were girtin. Çarşema Serê Nîsanê çarşema tifaqê ye. Divê li hemberî hemû êrîşên li ser gelê me bisekinin û wan vala derxînin.’

Keda Rêber Apo û fikir û felsefeya Rêber Apo di pîrozkirina vê şahiyê de pir mezin e. Rêber Apo salên derbasbûyî di hemû peyamên xwe yên ji bo civaka Êzidî de bal kişand ser xeteriyên heyî û got azadiya civaka Êzidî di civaka demokratîk de ye. Rêber Apo, banga aşitî û civaka demokratîk weke Ronesansa Êzîdxanê pênase kir. Ronesans xwe avakirin e, xwe zanekirin e, ewlehiya xwe girtin e, ronesans li hemberî hemû êrîşan li ser vîna xwe ya azad sekinandine.

Di heman demê de Rêber Apo xwe jî weke ferdekî civaka Êzidî û ku baweriya Êzidî ji xwe re hilgirtiye nîşan da. Ev jî ji bo civaka Êzidî rûmetekî mezin e. Ji ber vê, bi vî fikr û ramanê li hemû qadên jiyanê, li Êzîdxanê, li tevahiya Kurdistanê, li derveyî welat civaka Êzidî divê xwe li ser vê perspektîfê ji nû ve ava bike.’’

‘Divê hemû dewlet nasnameya Êzidiyan nas bikin’

Sozdar Avesta diyar kir di Çarşema Serê Nîsanê de xelkê Serêkaniyê û Efrînê vedigerin ser cih û warê xwe û got: ‘‘Gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê, civaka Êzidî careke din berê wan li Efrîna rengîn e. Li Serêkaniyê dîsa li kampên Başûrê Kurdistanê û li tevahiya Kurdistanê ev bihar bihara gelan û bihara civaka me ya Êzidî ye. Divê ku berê civaka me li xaka wê be. Bi vê wesîleyê ez bang li civaka me ya Êzidî ya li kampên Başûrê Kurdistanê ne dikim, vegerin ser xaka xwe. Û xwe yek bi yek di nav gelê xwe de bicih bikin, û xwe pê re bikin yek. Yê ku wê me bigihîne serkeftinê eve. Gelê me yê li derveyî welat, divê di hemû aliyan de bala wan li ser Şengalê be, li ser Êzîdxanê be. Û em bang dikin, di serî de li Iraqê û li hemû welatên ku Êzidî lê jiyan dikin divê nasnameya wan were qebûlkirin. Çand, bawerî û zimanê wê were naskirin. Di nav bi hezaran gulên biharê de divê civaka Êzidî weke kulîlka herî geş rengê xwe bide tevahiya civakan.’’

Banga li Mala Mîran û Bavê Şêx ‘Divê êdî yekîtiya xwe saz bikin’

Gelê me yê hêja, îro herî zêde ji bo vê civakê pêşengtiya jin û ciwanan pêwîste. Civaka me bi rihê ciwanan û dîsa bi hestên dayikên azadîxwaz divê vê pêvajoyê bikin pêvajoyê serkeftin û azadiyê. Divê em hîn zêdetir xwedî li hêzên xwe yên parastinê derkevin. Divê parastina cewherî ji nan û avê zêdetir ji xwe re ferz bibîne. Ez bi wesîleya cejnê bang li Mala Mîran dikim, li Bavê Şêx dikim, divê êdî yekîtîya xwe saz bikin. Bi yek bawerî, bi yek destî, bi yek rihî, bi yek peyvî tevgerin û nehêlin ev civak careke din şikestinan jiyan bike.’’

‘Çavê hemû civaka Êzidî li Şengalê ye’

Endama Konseya Serokatî ya Şengalê diyar kir, çavê hemû civaka Êzidî li Şengalê ye û peyama xwe wiha bi dawî kir: ‘‘Çavê hemû civaka Êzidî li Şengalê ye, ez hêvîdar im ku ev cejn bibe cejna yekîtîyê, hevgirtinê, berxwedanê, azadiyê û demokrasiya mezin. Ez careke din cejna gelê me, cejna gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim. Ez dibêjim bijî Êzîdxana azad û demokratîk, bijî Serok Apo.’’

Etîket: Çarşema Serê NîsanêcejnpeyampîrozSozdar Avesta
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

20 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

20 HEZÎRAN 2026
Hevserokên DEM Partiyê Paşînyan pîroz kirin

Hevserokên DEM Partiyê Paşînyan pîroz kirin

10 HEZÎRAN 2026
Peyama girtiyên siyasî di Konferansa Jinan de hate xwendin

Peyama girtiyên siyasî di Konferansa Jinan de hate xwendin

7 HEZÎRAN 2026
Sozdar Avesta: Pêvajo pêvajoya çareserkirina pirsgirêka 100 salî ye

Sozdar Avesta: Pêvajo pêvajoya çareserkirina pirsgirêka 100 salî ye

5 HEZÎRAN 2026
Li Manîsayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

Li Manîsayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

29 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (29)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne