• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şêxmûs Ehmed: Şer dibe sedema koçberiyê

Navenda Nûçeyan / AW

5 KANÛN 2024 - 12:28
Kategorî: ROJANE
A A
Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan Şêxmûs Ehmed diyar kir ku zêdetirî 100 hezar koçber hatine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Şêxmûs Ehmed ji ANHAyê re axivî û diyar kir ku wan di 2 rojên dawî de hejmarek zêde yên ji Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê koçber bûne, pêşwazî kirin. Şêxmûs Ehmed da zanîn ku hejmara malbatên koçber ên li navendên bicihanînê yên li Reqa û Tebqayê 20 hezar derbas kiriye. Şêxmûs Ehmed rewşa koçberan bi “trajedîk” bi nav kir û destnîşan kir ku tevî hewldanên Rêveberiya Xweser ên bicihkirina wan lê hîna bi sedan malbat li çolan mane.

Ji bo demekê li dibistanan bi cih kirine

Der barê bicihkirina koçberan de Şêxmûs Ehmed ev agahî dan “Destpêkê me ew li bajarên Reqa û Tebqayê pêşwazî kirin. Me bi awayekî demkî ew li dibistanên li bajar û gundewarên wê bi cih kirin. Ji ber hejmara wan zêde ye me beşek ji wan şandin kantonên Firat û Cizîrê. Maseya Krîzê li kantona Tebqayê 235 cih ku piraniya wan dibistan in û li bajarê Reqayê 60 cih vekirine. Li her navendekê nêzî 40 mal hatine bicihkirin.”

Şêxmûs Ehmed da zanîn ku berdewama şer dibe sedema zêdebûna koçberiyê û got “Divê hemahengî bi Neteweyên Yekbûyî re were kirin da kampên taybet ji wan re çêbikin.”

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku tu plana avakirina kampeke taybet ji bo koçberên ji Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê tune ye û wiha axivî: “Em ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re spas dikin. Pêşwaziya koçberan kiriye.” Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan Şêxmûs Ehmed bang li rêxistinên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê kir ku deriyê sînor ê Til Koçerê ji bo derbasbûna alîkariyan vekin û li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker helwesteke cidî nîşan bidin.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û yên hêza xwe ji Tirkiyeyê distînin di 27ê Mijdarê de êrişeke berfireh li dijî Heleb û Idlibê kiribûn. Piştî vekişandina hêzên hikumeta Şamê çeteyên HTŞê piraniya taxên Helebê dorpêç kirin. Meclisa Gel a Kantona Efrîn û Şehbayê jî ji bo pêşîgirtina li komkujiyan biryara valakirina kantona Efrîn-Şehbayê daye. Li ser vê yekê bi hezaran malbat koçî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Koçberiya ber bi herêmê ve dewam dike.

Etîket: HTSKocberiRêveberiya XweserşerŞêxmûs Ehmed
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026

Ciwanên Wanê: Li bajarê me derfetên kar ava bikin

15 ÎLON 2026
Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

12 ÎLON 2026
Erdogan: Bila ser xêrê be

Erdogan: Bila ser xêrê be

18 TEBAX 2026
CENTCOM: Ji bilî şerê li dijî Îranê rêyek din tune ye

CENTCOM: Ji bilî şerê li dijî Îranê rêyek din tune ye

14 TEBAX 2026
Li Fîskayayê mobese tenê çete û bikaranîna tiryakê nabînin!

Li Fîskayayê mobese tenê çete û bikaranîna tiryakê nabînin!

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne