• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Serlêdanên pêşbirka nivîsandina lîstikên şanoya Kurdî dest pê kir

Amed / AW

11 HEZÎRAN 2025 - 10:34
Kategorî: ÇAND Û HUNER
A A
Serlêdanên ji bo 7emîn Pêşbirka Lîstikên Şanoya Kurdî ya Ebdurrehîm Rehmî Hekarî dest pê kir.

Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi boneya ku nivîskariya lîstikên Kurdî bi pêş bixe û berê nivîskarên ciwan bide nivisandina lîstikên şanoyê û her wiha bi mebesta ku lîstikên nû li şanoya Kurdî zêde bike û van xebatan li nav civakê belav bike vê pêşbirkê li dar dixe. Xelatên pêşbirkê dê li ser navê nivîskar Ebdurrehîm Rehmî Hekkarî ku yekem teksta şanoya Kurdî ya bi navê “Memê Alan” nivîsandiye, tên dayîn.

Şertên serlêdanê ev in:

1. Serlêder di hilbijartina mijaran de serbest in. Dibe ku lîstik ji roman, çîrok, helbest, bîrewerî û hwd. bo şanoyê hatibin lêanîn.
2. Nivîsarên lîstikê divê herî kêm bêvalahî 30.000 (sî hezar) karakter bin û bi kompîturê hatibin nivîsandin.
3. Lîstikên ku tev li pêşbaziyê dibin, divê heta dîroka dawî ya serîlêdanê li tu derê nehatibin weşandin û li tu şanoyekê nehatibin lîstin.
4. Her nivîskarek herî zêde dikare bi lîstikekê beşdarî pêşbirkê bibe.
5. Divê beşdar du zerfên cuda ku yek ji bo nivîsara lîstikê, yek ji bo agahiyên serlêder (nav, paşnav, navnîşan, kurtejiyan, jimareya telefonê) bixin nav zerfekê û li ser zerfan tenê nasnav/mexlas hebe; divê bi tu awayî navê rastîn li ser zerfan û li ser nivîsara lîstikê tune be.
6. Nivîsên lîstikê yên ku bi awayê dîjîtal bêne şandin, divê heta 1ê Tebaxa 2025an bi e-posteyê bêne şandin. Herwiha divê nivîskar bi e -posteyekê, bi dosyayek cuda, kurtejiyana xwe ya ku nasnavê wan tê de ye û agahiyên têkiliyê bişînin.

Lîstik divê herî dereng heta êvara 1ê Tebaxa 2025an, li ser kaxiz an jî bi formateke dîjîtal bi destan bên radestkirin an jî bi posteyê bên şandin.

Lijneya jûriyê

Ji bo nirxandina lîstikan lijneyeke ku ji pênc kesan pêk tê hatiye avakirin. Di vê lijneyê de Dr. Ghotbedin Sadeghi, Helket Edrîs, Kawa Şêxê, Rûgêş Kirici û Şîlan Alagoz cih digirin.
Sê lîstikên herî serkeftî dê bên xelatkirin

Lîstikên ku bibin yekemîn, duyemîn û sêyemîn dê bên xelatkirin. Dê ji bo lîstika yekemîn 80 hezar TL, ji bo ya duyemîn 60 hezar û ji bo ya sêyemîn jî 40 hezar TL bê dayin. Her wiha 20 hezar TL dê xelata mansiyonê bê dayin. Lîstikên ku xelat werbigirin wê ji hêla lijneya repertuara Şanoya Bajêr ve bên nirxandin û wê di nav weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de wekî pirtûk bên çapkirin.

Navnîşana ku lîstik jê re bên şandin ev e:

Cadeya Stasyonê, Çandamed (Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç), No: 65, 21100, Bajarê Nû / Amed
Tel: 0412 502 90 18
E-mail: [email protected]

Etîket: 7emîn Pêşbirka Lîstikên Şanoya Kurdî ya Ebdurrehîm Rehmî HekarîŞanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a AmedêŞanoya Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoya Şaredariya Amedê bi lîstika ‘Moraşînê’ dest bi serdema nû kir

Şanoya Şaredariya Amedê bi lîstika ‘Moraşînê’ dest bi serdema nû kir

3 COTMEH 2026
Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî bi promiyera lîstika ‘Moraşîn’ berdewam kir

Şanoya Bajêr a Şaredariya Amedê bi lîstika ‘Moraşîn’ dest bi serdemê dike

21 ÎLON 2026
‘Çi dibe bila bibe em ê şanoya Kurdî bigihînin astekî’

‘Çi dibe bila bibe em ê şanoya Kurdî bigihînin astekî’

2 TEBAX 2026
‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

30 NÎSAN 2026
Şanoger û beşdaran festîvalê nirxand: Armanca vê festîvalê aştî, biratî û wekhevî ye

Şanoger û beşdaran festîvalê nirxand: Armanca vê festîvalê aştî, biratî û wekhevî ye

23 NÎSAN 2026
Zeynep Yaş: Kerem bikin şanoya cîhanê û hemû rengên jiyanê hîs bikin

Zeynep Yaş: Kerem bikin şanoya cîhanê û hemû rengên jiyanê hîs bikin

11 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne