• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Serhed ji bo aştiyê meşiya: Em li benda gavên şênber in

Wan / AW

16 GULAN 2026 - 22:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêxistinên DEM Partiyê yên Agirî, Erdexan, Îdir, Qers û Bedlîsê bi şîara “Gavek ji bo Aştiyê” meş û daxuyanî li dar xistin û ji bo pêşketina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” banga gavên şênber ji dewletê kirin.

COLEMÊRG

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, DEM Partiyê bi şîara “Gavek ji bo aştiyê” meşek lidar xist. Meşa ku ji avahiya DEM Partiyê ya navçeyê dest pê kir, heta Navenda Kar a Zagrosê dewam kir. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez, ÎHD, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û gelek kes tevlî bûn.

Li ser navê girseyê daxuyanî ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Geverê Şeyda Belîler ve hat xwendin. Piştî daxuyaniyê Onûr Duşunmez axivî û diyar kir ku ew ji bo aştiyê li qadan in û got: “Heke em mil bidin milê hev, aştiya mayînde wê hem ji bo vî bajarî hem jî ji bo hemû Kurdistan û Tirkiyeyê bê.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên hatin berzkirin bi dawî bû.

BEDLÎS

Li navçeya Tetwana Bedlîsê, di çarçoveya çalakiya “Gavek ji bo aştiyê” de ji ber Ogretmen Eviyê heta fûara perava golê meşek hat lidarxistin. Di meşê de pankarta “Gavek ji bo aştiyê bavêje” hat vekirin û dovîzên “Girtiyên nexweş û siyasî berdin”, “Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê naskirin” û “Ji bo Rêbertiyê statû” hatin hilgirtin. Di meşê dedirûşmeyên “Bijî aştî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Bedlîsê Huseyîn Olan, nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl ên li bajêr û gelek welatî tev li bûn.

Parlamenter Huseyîn Olan piştî meşê di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser girîngiya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”. Huseyîn Olan diyar kir ku divê şert û mercên xebatê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

AGIRÎ

Li Agirîyê bi pêşengiya DEM Partiyê bi şîara “Gavek ji bo Aştiyê” meşek hat lidarxistin. Meşa ku ji pirtûkxaneya kevn a bajêr dest pê kir, heta serê Cadeya Cumhuriyetê dewam kir. Di meşê de pankarta “Gavek ji bo Aştiyê” hat vekirin û dirûşmên “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Bijî Aştî bimre Koletî” û hwd. hatin berzkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Heval Bozdag, rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li bajêr û gelek kes beşdar bûn.

Parlamentera DEM Partiyê ya Agirîyê Heval Bozdag di çalakiyê de axivî û got: “Em bang li desthilatê dikin. Ji bo aştiyê gavekê bavêje. Tiştên ku bên kirin eşkere ne. Mafê Kurdan, yê gelên bindest û yê kedkaran teslîm bike.”

Pişte metna daxuyaniyê hat xwendin. Metna bi tirkî ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Agirîyê Serhat Yilmaz Koroglû ve û ya bi kurdî jî ji aliyê hevseroka DBPê ya Agiriyê Şîlan Tûrga ve hat xwendin.

Çalakî bi çepikan bi dawî bû.

ERDEXAN

Li Erdexanê rêxistina DEM Part,yê ji stadyuma bajêr û heta ber avahiya PTTê ya navendî meşiya. Di meşê de pankarta “Gavek ji bo Aştiyê” hat vekirin û dirûşma “Bijî aştî” hat berzkirin. Rêxistinên demokratîk ên li bajêr û gelek kes beşdarî meşê bûn.

Piştî meşê, metna daxuyaniyê ya bi Tirkî Hevserokê DEM Partiyê yê Erdexanê Engîn Çelîk, metna bi kurdî jî ji aliyê endamê DEM Partiyê Selçûk Akturk ve hat xwendin.

Çalakî bi çepikan bi dawî bû.

ÎDIR

Li Îdîrê jî di çarçoveya çalakiyên ku bi şîara “Gavek ji bo aştiyê” hatin lidarxistin de meşek hat lidarxistin.  Girseya ku beriya meşê li ber avahiya DEM Partiyê hatin ba hev, bi dahol û zurnayê govend gerandin. Girse, ji Cadeya Îbrahîm Bozyel heta Bulvara Zubeyde Hanimê meşiya û di meşê de dowizên “Demokrasî, azadî, wekhevî, edalet”, “Aştî aniha”, “Jin Jiyan Azadî” û hwd. bilindkirin. Girseyê gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdîrê Yilmaz Hûn, rêveberên partiyê û gelek kes tev li meşê bûn.

Piştî meşê daxuyanî hat dayîn metna daxuyaniyê ji aliyê hevserokê navçeya navendî ya DEM Partiyê Metîn Çarkli ve hat xwendin.

Çalakî bi çepikan bi dawî bû.

QERS

Li Qersê jî girseya ku li ser Cadeya Faik Beyê kom bûn, heta Parka Walîtiyê meşiyan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dindar, rêveberên partiyê û gelek welatî tevlî meşê bûn.

Girseyê di meşê de dirûşmeyên “Bijî aştî” û “Bijî berxwedana zîndanan” berzkirin. Li Parka Walîtiyê daxuyaniya hat dayîn. Metnadaxuyanî ji aliyê hevseroka DEM Partiyê ya Qersê Arzû Savaş Derman ve hat xwendin.

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

MÛŞ

Di çarçoveya “Gavek ji bo aştiyê” de li Mûşê jî meşek hat lidarxistin. Meş, ji ber Ofîsa Tenduristiyê ya binê Fîdanliya Yeşilceyê ber bi taxa Yeşilyurtê ve hat li dar xistin. Di meşê de pankarta “Gavek ji bo aşitiyê”hat vekirin û dovîzên “Jin, jiyan, azadî”, “Ji bo Birêz Ocalan statû” hatin hilgirtin. Her wiha girseyê di tevahiya meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” berz kirin.

Meş bi dirûşman bi dawî bû.

Etîket: aştîdaxuyanîgirsemesSerhed
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

17 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne