• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şerê DYA-Îsraîl û Îranê: Trump teslîmiyeta bêşert xwest Îranê red kir

Navenda Nûçeyan / AW

16 ADAR 2026 - 09:40
Kategorî: CÎHAN, ROJANE
A A
Şerê DYA-Îsraîl û Îranê ligel êriş û gefan li aliyekê jî bi dîplomasiya li paşperdeyê berdewam dike. Trump banga, “teslîmiyeta bêşert û merc” dubare kir û Îranê jî cardin bersiva, “em teslîm nabin” ragihand.

Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 17emîn de berdewam dike. Di 16ê Adarê de jî êrişan bi du alî berdewam kirin û rayedarên dewletan gefên li dijî hev dubare kirin. Li gorî daneyên aliyan, saziyên navneteweyî û çapemeniyê, di encama êrişan de windahiyên mirovî û xisarên madî li herêmê zêde dibin.

DYA û Îsraîlê asta êrişên xwe zêde kirin

Şevê din DYA û Îsraîl gelek êrişên esmanî li dijî hedefên leşkerî yên Îranê pêk anîn. Li gorî daneyan DYAyê şevê din bi sedan êriş li ser tesîsên leşkerî û depoyên çekan ên Îranê pêk anîn. Îsraîlê jî pêla nû ya êrişên hewayî pêkanî û gelek navendên leşkerî û radarên Îranê hedef girtin.

Êrişên giran pêk hatin: Windahiyên mirovî zêde dibin

Li gorî DYA û Îsraîlê êrişên herî giran ên pêvajoya şer pêk hatin. Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) û Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) daxuyandin ku şevê din li Tehran, Îsfahan, Kirmaşan, Tebrîz û gelek deverên din bombebaran pêk anîne. Li gorî çavkanîyên herêmî jî li Îsfahanê di encama êrişek esmanî de herê kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Çavkaniyan daxuyand ku di bombebaranan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmarek zêde birîndaran çêbûne.

Baregehên moşek û tesîsên leşkerî bûn hedef

Di êrişên du rojan de hêzên Îsraîêl û DYAyê bi taybetî êrişî baregehên pêkhateya îstîxbarî yên wekî Becicê da. Her wiha bargehên moşekên balisît û dronan jî bûn hedefa êrişên giran. Di nav hedefan de
depoyên dronan, navendên radar û parastina esmanî, navendên îstixbarat, fermandarî û her wiha hin tesîsên enerjiyê û depoyên petrolê jî hebûn.

Bersiva Îranê: Moşekên balistîk û drone

Îranê jî li dijî êrişan bersiv da. Li gorî daneyan ligel angaşta ku DYA û Îsraîlê ya wekî kapasîteya Îranê di astek jor de hate tunekirin jî êriş kêm bibin jî berdewam dikin. Şevê din jî Îranê bi dronên xwekujî û moşekên balistîk li Îsraîl û baregehên DYAyê yên li Rojhilata Navîn xist.

Windahiyên mirovîn çêbûn: Li Îsfahanê kêmanî 15 kes mirin

Di encama êrişên duh de gelek windahiyên mirovî çê bûn. Li Îsfahanê di encama êrişan de bi kêmanî 15 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 50 kesî birîndar bûn. Hate ragihandin piraniya windahiyan ji hêzên ewlehiyê yên Îranê pêk tên.

Netanyahû: Dê êriş bidomin

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû diyar kir ku Îsraîl û DYAyê darbeyên giran li Îranê dane û ev êriş dê berdewam bikin. Netanyahû daxuyand ku heta kapasîteya leşkerî û pergalên moşekên balîstîk yên Îranê ji holê bên rakirin dê êrişên wan bidomin. Netanyahû daxuyand ku armanca wan ji holê rakirina tehdîdên stratejîk û têkbirina hêza herêmî ya Têhranê ye.

Trump: Encam ne bi dîplomasiyê dê bi şer bê girtin

Serokê DYAyê Donald Trump jî di daxuyaniyên têkildarî şer de cardin derî li bijartekên dîplomasiyê girt. Trump jî ragihand ku Washîngton niha ne amade ye ji bo rawestandina şer û wiha got: “Bi danûstandinên dîplomatîk encam nayê girtin. Encam dê bi şer bê girtin û riya vê yekê jî teslîmbûna Îranê ya bêşert û merc e. Ger şer bidome dê êrişên li dijî hedefên stratejîk, tesîsên petrolê jî pêk bên.”

Îran: Em teslîm nabin

Li dijî daxuyaniyên Trump û Îsraîlê rayedarên Îranê jî bersiv dan û daxuyandin ku ew teslîmî şertên her du dewletan nabin. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî jî angaşt ku Îran hêza xwe diparêze û teslîm nabin. Araqçî anî ziman ku şertê pêşiyê yê rawestandina şer jî rawestandina êrişên li ser Îranê ye.

 

Etîket: DYAÎranÎsraîlroja 17an a şerê Îsraîl û Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îranê kesekî din hat darvekirin

Li Îranê kesekî din hat darvekirin

20 TEBAX 2026
Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

19 TEBAX 2026
Îranê girtiyê siyasî Şahram Sadeghi îdam kir

Îranê girtiyê siyasî Şahram Sadeghi îdam kir

16 TEBAX 2026
Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

15 TEBAX 2026
Rejîma Îranê bi mûşekan êrîşî baregeha Komele kir

Rejîma Îranê bi mûşekan êrîşî baregeha Komele kir

11 TEBAX 2026
Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne