• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Senator Graham ‘Qanûna Parastina Kurdan’ da nasîn

Navenda Nûçeyan /AW

29 ÇILE 2026 - 21:51
Kategorî: MANŞET
A A

Senatorên Amerîkayê Lindsey Graham û Richard Blumenthal li hember êrişên li dijî Kurdên li Rojava, pêşnûmeqanûna bi navê “Save the Kurds Act (Qanûna Parastina Kurdan)” bi awayek fermî ji raya giştî re dan nasîn. Pêşnûmeqanûn bi awayek fermî ji Kongreyê re nehatiye pêşkêşkirin, lê naveroka wê gelek xurt hatiye amade kirin.

Senatorê Kongreya Amerîkayê Lindsey Graham, pêşnûmeqanûna ji bo parastina Kurdan ku ev demeke li ser dixebite ji bo raya gişti ragihand. Graham, pêşnûmeqanûnê li ser hesabê xwe yê Xê parve kir.
Pêşnûmeqanûn ji hêla Senator Lindsey Graham û Richard Blumenthal ve hatiye amade kirin û bi navê Qanûna Parastina Kurdan hatiye binavkirin. Hêjayê gotinê ye ku ev pêşnûmeqanûn di demeke ku Kurdên Rojava rastî êrîşên giran yên çeteyên HTŞê û hevkarê wan çeteyên ser bi Tirkiyeyê ve tên de hatiye amade kirin.

Senator Graham got ku Kurd di şerê li dijî DAIŞê de yek ji hevkarên herî girîng ên Amerîkayê bûne û êrişên heyî ne tenê Kurdan, lê ewlehî û berjewendiyên Dewletên Yekbûyî jî di xetereyê de dihêlin.

Di pêşnûmeqanûnê de çi heye?

Li gorî metna ku hate nasandin, pêşnûme bi taybetî li parastina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ku bi pêşengiya Kurdan hatiye avakirin disekine.

Di pêşnûmeyê de ev xalên bingehîn hene:

-Li dijî hikûmeta Sûriyeyê û hemû kes, sazî û dewletên ku piştgiriyê didin wê, danekirina aborî û siyasî.

-Heta ku êrişên li dijî Kurdan û HSDê bi temamî rawestin, rakirina danekirinê nayê qebûlkirin.

-HTŞ bi awayek nû wê wekî “Rêxistina Terorî ya Biyanî” were nasîn.

-Rola HSDê di şerê li dijî DAIŞê de bi awayek fermî tê nasîn û tê gotin ku ew divê werin parastin.

-Ger hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyê an jî aktorên din dîsa dest bi êrişan bikin, danekirin bi awayek otomatîk wê bikeve meriyetê.

Pêşnûme, her wiha Kongreyê dike aktorê bingehîn ê kontrolê û şert dike ku hikûmeta Amerîkayê nikare bi awayek tenê bi serê xwe di polîtîkaya Sûriyeyê de guhertinên girîng pêk bîne.

‘Em nikarin hevkarên xwe bi tenê bihêlin’

Senator Graham di metna pêşnûmeqanûnê de wiha dibêje: “Kurd di şerê li dijî DAIŞê de bi hezaran kes şehîd dan. Ku Amerîka wan hevkarên xwe bi tenê bihêle, ev ne tenê şaşiyeke exlaqî ye, lê di heman demê de şaşiyeke stratejîk jî ye.”

Senatorê Demokrat Richard Blumenthal jî destnîşan kir ku ev pêşnûme bi piştgirîya her du partiyan hate amadekirin û got ku mijara parastina Kurdan li Washingtonê yek ji kêm qada ku li ser wê têkiliyeke hevbeş heye.

Pêşnûme peyamek xurt dide

Her çend pêşnûmeqanûna bi navê “Save the Kurds Act” hîn ne bi fermî li Senatoyê hatibe pêşkêşkirin jî, li gorî çavkaniyên siyasî, ev pêşnûme peyameke siyasî ya bi hêz ye. Nasandina wê, bi taybetî di demeke ku êrişên li Rojava û herêma Kurdan zêde bûne de wekî hişyariyek ji bo Enqere û Şamê jî tê şirovekirin.

Bi vê re, çavkanî destnîşan dikin ku vê gavê nîşan dide ku li Amerîkayê xetek nû ya siyasî ji bo parastina Kurdan hêdî hêdî tê avakirin. Her wiha tê gotin ku ev pêşnûme di polîtîkaya Amerîkayê ya Sûriyeyê de xalek balkêş û girîng tê hesibandin.

Etîket: GrahamKurdparastinpêşnûmeSenator
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026
Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

Bayik: Kurd di makeqanûnê de cih negirin çareserî çênabe

4 ÎLON 2026
Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

23 TEBAX 2026
Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne