• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Selefiyan li Sûrê êrişî jinan kir: Dixwazin azadiya me tune bikin

Fexredîn Kiliç / AW

4 MIJDAR 2025 - 09:57
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Di 1ê Mijdarê de li navçeya Sûrê, komek ku ji nêzî 20 kesên selefî pêk dihatin êrişî sê jinan kirin. Jinên êriş li wan hate kirin diyar kirin ku ev tişteke ku azadiya jinan asteng dike ye û destnîşan kirin ku dê li dijî van êrişan li ber xwe bidin.

Di şeva 1ê Mijdarê de li navçeya Sûrê ya Amedê, komeke ji nêzî 20 kesên selefî ango olberest pêk dihatin êrişî mala ku sê jin lê dimînin kirin. Jinên ku ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe eşkere bikin, behsa wê şeva êriş li ser mala wan pêk hat, kirin. Ev koma selefîst çûne mala her sê jinan û gef li wan xwarine.

Yek ji wan jinên êriş li wan hatiye kirin da zanîn ku şeva 1ê Mijdarê saet di 21.30an de zilamekî rihê wî dirêj, kefiyeke reş û spî li serê wî li deriyê wan daye û wiha got: “Ez çûm qata jor li vir kî tê dîyar dibe. Paşê min dît ku mirovek rihê wî dirêj kefîyek reş û spî li serîye wî dibêje derî veke, heta min gotê ‘tu kî yî tu hatî çi?’ Hevalên min li jêr bûn gotine qey hevalên me ne derî vekirin. Çawa min dît derî vekirin ez firîyam çûme jêr û min nêrî ew yek kes bûn pazdeh kes, yên din jî li benda vekirina derî bûne da ku erişî hundir bikin.”

‘Pehênek li rûyê xwişka min da’

Jina êriş lê hate kirin wiha qala bûyerê kir: “Heta ez çûm hindik mabû bikevin hewşê dîsa min gotê hûn kî ne çi dixwazin, gotin ‘hûn li vir alkol vedixwin, fihûş dikin’ tiştên nexweş gotin. Em hemû matmayî man, em ne li benda tişteke wîsa bûn. Her wiha berî bikevin hewşê korîdorek heye di wê korîdorê de gengeşeyek çêbû. Kesekê digot ‘ez ê herim li hundir bigerim dixwest biçe û tiştek bibine. Min got ‘ez nahêlim hûn bikevin hundir hûn vê saetê 15-20 mêr hatine erîşê sê jinan dikin û hin anha me di tirsînin em naxwazin hûn bikevin mala me.’ Wê demê hezkir bikeve hundir û milê min girt ez dehf dam lê paşê xwîşka min ket navberê. Wê demê mêrekê pehênek li rûyê xwişka min da û erişî me her duyan kir. Piştî wê min got ‘Li we xêr e hûn dawa çi dikin?’ Gotin ‘em we li taxa xwe naxwazin, rojek wextê we heye hûn neçin hûn dizanin çi tê serê we’. Paşê me ew derxistin û derî girt.”

‘Em bi şens in ku niha dijîn’

Jinan da zanîn ku gava bûyer qewimî ceyran jî çûye, piştî wan ew kes ji malê derxistin jî qasî 15 deqîqeyan ceyran nehat û wiha axivîn: “Bi rastî em gelek tirsiyan û em bişans in ku wê şevê tiştek bi me nehat, ji ber ku di dawiyê de destê xwe kir berîka xwe de, xwîşka min got min li cem wan kêr dîtiye. Îhtîmaleke mezin ji bo me qetil bikin hatibûn. Piştî ew çûn em li polîsan li hevalên xwe gerîyan, polîsan got ‘ew kes niha li wir in’ me got ‘na’. Gotin ‘temam heke hûn bixwazin werin qereqolê’. Em dibêjin van kesan erişî me kirine em nikarin derkevin derve ew dibêjin ‘werin qereqolê’. Welhasil nehatin ekîbek şandin em çûn qereqolê me îfade da û dû re em çûn nexweşxaneyê me rapora lêdanê stend.”

Kesên êrişî mala wan kirin vê carê li kolanê êrişî wan kirin

Jinan bi lêv kir ku dema di 2yê Mijdarê de jî derketin li ser Cadeya Melîk Ahmet a navçeya Sûrê ew kesên êrişî mala wan kirin dîsa derketin pêşiya wan û bûyera wê rojê qewimî wiha vegotin: “Yekî pîr hebû di nav wan de, dîsa 9-10 kes bûn. Pêvçûnek çêbû, xwestin dîsa erişî hevalê me bike, saet li nîvro bû nê pêkane jî ku polîs nezane kî ne, baş dizanin. Piştî min ew kes dît in, min gazî polîsan kir. Polîsan got ‘temam em ê ekîbek bişînin.’ Paşê ji qerekolê nimreyek li me geriya gotin ‘me du kes dîtine hûn ê werin wan tespît bikin.’ Yanî ew tişt nehatibûya serê me ji bo diyarkirina wan kesan jî li me ne digeriyan û xelkê taxê jî wan baş nas dikin, dizanin ka kî çi ye û çi karî dikin. Lê niha me ji wê komê du kes diyar kirin êdî ka lêdigerin nagerin em nizanin.”

‘Zextên psîkolojîk dikin’

Jinan diyar kir ku naxwazin dest ji kolanên Sûrê berdin û bang kirin ku di vê mijarê de çi ji destê kê bê bikin. Jinan anîn ziman ku berê jî tacîzî li wan hatiye kirin û ev tişt gotin: “Em gava dimeşiyan digotin ‘şeytan, bijî îslam, bijî hîzbûlah’. Zarokên wan kevir diavêtin mala me, ber derê mala me rûdiniştin, pirsan ji mêvanên dikirin, digotin ‘hûn çima diçin wê malê’. Ji berê me aciz dikin. Diziya me jî kirin. Ji bo me ji taxê derxin her tiştî dikin.”

‘Di Roja Kobanê ya Cîhanê de êriş kirin’

Jinan destnîşan kir ku ev bûyera bi serê wan hatiye, bûyereke civakî ye, azadiya jinan asteng dike û di berdewama axaftina xwe de wiha gotin: “Yekê mehê Roja Kobanê ya Cîhanê bû. Di vê roja girîng de êrişî me kirin. Berî erişê hatine mal tespît kirine, me du caran ew qelebalix li ber derî dît. Roja din hatin erişî malê kirin.”

‘Em dixwazin piştgiriyek ya raya giştî çêbibe’

Jinan da zanîn ku ji bo vê meseleyê çareser bikin bi Konseya Bajêr a Amedê, DEM Partî, TJA, Komeleya Jinan a Rosayê, KASED, şaredariyê re axivîne û serî li Şaxên ÎHDê û OHDê yên Amedê û Baroya Amedê dane. Jinan bi lêv kir ku bûyerên bi vî rengî gelek caran çêdibin lê nabin rojev û ev tişt gotin: “Em jî dixwazin piştgrîyek ji raya giştî çêbibe êdî bila gel bi van tiştan bihese. Bi rastî kesek dengê xwe nake ez çend sal in li Surê me ez bi çavên xwe dibînim yên hatiye serê hevalên me, serê kesên ku kafeyên wan hene. Heta carekê êrişî kafeyeke li Saraykapiyê kirin. Piştî êrişê xwediyê kafeyê reviya û çû. Nebû rojev jî. Gefê li hin kafeyên din jî dikin lê kes newêre tiştekî bêje. Dema wîsa dibe her der bi bandor dibe û berfirehtir dibe. Ez bi kîjan hevalên xwe yên li Sûrê re diaxivim dibêjin ‘Selefiyan êrişî me jî kirin e’ Her tim gefan li zarokan û ciwanan dixwin. Em nikarin bi awayekî azad herin ser sûran û li Sûrê bigerin. Niha li gelek deverên Sûrê ew kesên xwe wek ‘hîzbûllah û selefî’ didin naskirin hene.”

‘Ji bo ku dengê me were bihistîn gelo divê em bimirin?’

Jinan anîn ziman ku kesên êrişî mala wan kirine li derve bi awayekî rehet digerin û destnîşan kirin ku ewlehiya canê wan nîn e. Jinan xwest ku kesên êrişkar bên cezakirin û her kes xwedî li taxên Sûrê derkevin. Jinan bal kişand ser têkoşîn û berxwedana ku di sala 2016an de li Sûrê pêk hat û gotin: “Ew têkoşîn ji bo çi çêbû? Ji bo ku em vê derê radestî wan bikin? Na. Helbet ji bo vê axê şer çêbû. Niha ev kes meydanê vala dîtine û erişî me dikin. Nahêlin jin li kolanan bimeşin, jin û mêrek tê kafeyê nikarin tiştekî vexwin. Em dengê xwe dikin, lê gelo piştî em bên kuştin dê deng bê derxistin? Em vê naxwazin û daxwaziya me ew e ku beriya bûyerên wiha biqewimin çareseriyek were peydakirin. Bila tu kes ji bo ku porê wê vekirî ye, ji bo ku etek li xwe kiriye neyê kuştin.”

Banga piştevaniyê

Jinan anîn ziman ku heke berê êrişkar hatibûna cezakirin careke din êriş nedikirin. Jinan xwest hunermend, rojnameger, saziyên jinan, saziyên sivîl ên civakî ji wan re bibin deng û çareseriyeke bingehîn çêbibe. Jinan herî dawî destnîşan kirin ku dê lli dijî van êrişan li ber xwe bidin.

Etîket: azadiya jinanêrîşJinselefîSur
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026
4 dron li Hewlerê ketin

4 dron li Hewlerê ketin

12 TEBAX 2026
Konsera Atolyeya Muzîkê ya Gerok li gundê Zoravayê bû

Konsera Atolyeya Muzîkê ya Gerok li gundê Zoravayê bû

1 TEBAX 2026
Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

29 TÎRMEH 2026
Bi droneyê êrişî Hewlêrê hate kirin

Êrişên li ser Herêma Kurdistanê didomin

27 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne