• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Selçûk Mizrakli li Amedê serdana goristanan kir

Amed / AW

9 ÎLON 2026 - 12:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, li Goristana Yenikoyê serdana gora dayik û bav û gelek kesên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane kir.

Hevşaredarê Berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, piştî ku duh ji girtîgehê derket, îro li Goristana Yenikoyê ya navçeya Rêzan a Amedê serdana gora gelek kesan kir. Pêşî serdana gora dayika xwe Leman Mizrakli û bavê xwe Mahmud Nedim Mizrakli kir. Her wiha serdana gora malbata Hevşaredarê berê Osman Baydemîr jî kir. Selçûk Mizrakli piştî wê serdana gora Dr. Îlhan Dîken jî kir.

Selçûk Mizrakli ku serdana gora Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî jî kir û diyar kir ku dema nûçeya mirinê bihistiyê ew di nexweşxaneyê de di ameliyatê de bûye û wiha axivî: “Dema me bihîst ku Tahîr Elçî hatiye kuştin me bawer nekir, me nexwest bawer bikin. Weke ku me jê re bigota dilê aştiyê yê lerzîn, weke kevokekî spî dilerizî. Guleya ku li Tahîr Elçî hat reşandin, guleya ku li aştiyê hat reşandin bû. Ji ber vê yekê her kesî wisa difikirî ku ev nabe, ev ne pêkan e. Em hemû hevrêyên dilê wî bûn. Hinek kes dimirin, hinek kes di vê cîhanê de berhemên mezin dihêlin, dibin rêber û hem di vê cîhanê de hem jî li cîhana din dijîn. Tahir jî mirovekî wiha bû.”

‘Berpirsiyariya bingehîn a siyasetê ew e ku aştiyê biafirîne’

Selçûk Mizrakli bi giştî hemû kesên ku li Goristana Yenîkoyê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got: “Berpirsiyariya bingehîn a siyasetê ew e ku aştiyê biafirîne, çareseriyê biafirîne. Heke ciwan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest bidin, siyaset di nava qelsiyeke mezin de ye. Siyaset karê muzakereyê ye. Di çareseriyê de hevparî ye. Ji ber vê yekê daxwaza me hemûyan ew e ku careke din cenazeyên ciwanên me neyên van axan. Bila cenaze neçe tu aliyê vê welatê. Em îro serdemekê dijîn ku dê vê yekê xurt bike. Deriyê serdemeke ku wekhevî, demokrasî, azadî û hiqûq lê derbasdar bin tê vekirin. Ji bo xurtkirina destên vê deriyê, piştgiriya wê kirin û hêzdan e. Bila jiyan hê bêtir bextewar be, dilxweş be û mirov tirsê ji paşerojê nexwin. Bila bi tirsê li kolanan negerin, bila tirs ji jiyanê dûr bikeve”.

Her wiha Selçûk Mizrakli serdana gora Mehdi Zana jî kir û diyar kir ku di mijara şaredariya Kurd de ew wî wekî rêber digirin dest û got: “Mehdi Zana navê xwe li ser navê bîranîna dîrokê nivîsandiye. Bila cihê te di nava nûran de be.”

Selçûk Mizrakli pişt re serdana Goristana Şehîdan jî kir û gora Vedat Aydin û ya bavê Selahattîn Demîrtaş, Tahîr Demîrtaş a li Goristana Mardînkapiyê ziyaret kir.

Serdan bi kirina diayan bi dawî bûn.

Etîket: Hevşaredarê Amedê yê berêSelçuk MizrakliSerdana Goristanan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

Selçûk Mizrakli: Divê Ocalan, Demîrtaş û hemû girtî bên berdan

8 ÎLON 2026
Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

8 ÎLON 2026
Girseyek qerebalix li benda tehliyeya Selçûk Mizrakli ye

Girseyek qerebalix li benda tehliyeya Selçûk Mizrakli ye

8 ÎLON 2026
Parêzerê Selçûk Mizrakli: Em li bendê ne ku birêz Mizrakli 8ê Îlonê were berdan

Parêzerê Selçûk Mizrakli: Em li bendê ne ku birêz Mizrakli 8ê Îlonê were berdan

5 ÎLON 2026
Demîrtaş ragihand: Selçuk Mizrakli roja Sêşemê tê berdan

Demîrtaş ragihand: Selçuk Mizrakli roja Sêşemê tê berdan

5 ÎLON 2026
Heyeta DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Selahattîn Demîrtaş re daxuyanî da

Heyeta DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Selahattîn Demîrtaş re daxuyanî da

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne