Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal berdana Selçuk Mizrakli ragihand.
Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş derbarê berdana Hevşaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli ku niha li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyamek belav kir.
Demîrtaş di peyama xwe de wiha got: “Rewşenbîrekî dilpak Dr. Adnan Selçuk Mizrakli ku ji ber çar mehên şaredariya Amedê heft salan di girtîgehê de ma û niha cezayê xwe temam kiriye, dê 8ê Îlonê roja sêşemê were berdan. Tu her hebî mamoste, her bijî biçe rêya te her tim vekirî be.”













