• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sekreterê Baroya Wanê: Serdana Îmraliyê qonaxeke girîng îfade dike

Onder Akbulut / AW

24 MIJDAR 2025 - 13:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Sekreterê Giştî yê Baroya Wanê Parêzer Alî Şapkaci derheqê biryara CHPê de got: “Heke CHP di vê pergalê de israr bike, di vê qonaxê de jî statukoyê biparêze, li vê pergalê xwedî derkeve êdî vegera wan ya siyaseta demokratîk çênabe mixabin.”

Komîsyona Demokrasî Xwîşk û Biratî û Hevgirtina Mîlî roja 21ê Mijdarê bi rojeva çûyina Girava Îmraliyê ya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civiya. CHPê biryar da ku nûnerê xwe ji bo hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re neşîne Îmraliyê. CHPê bi vê biryara xwe nêzîkatiya xwe ya li hember Kurdan careke din nîşan de. Ev helwest ne tenê bû sedema windakirina baweriyê ya gele Kurd, di heman demê de bû sedema ku CHP wekî astengiyekî li pêşiya pêvajoya çareseriyê were dîtin.

Ev helwesta CHPê dê di warê daxwaz an jî hêvîkirina piştgiriyê ji gelê Kurd jî bi lawaziyê re rû bi rû bimîne. CHPê bi vê biryara xwe îdeolojiya xwe ya dîrokî ku gelê Kurd înkar dike careke din nîşan da. Ev helwesta CHPê carek din nîşan da ku di çareseriyê de çiqas jidil e. Gelek siyasetmedar û şîrovekarên siyasî neçûna CHPê ya Îmraliyê wek dûrketina ji pêvajoyê dibînin. Ev helwest nîşan dide ku CHPê hê jî dev ji polîtîkayên bişaftinê û înkara Kurdan bernedaye, xwe ji faşîzma Kemalîzmê rizgar nekiriye. Kadroyên faşist ên Kemalîst hê jî rêveberiya CHPê dîl digirin.

Sekreterê Giştî yê Baroya Wanê parêzer Alî Şapkaci derheqê biryara CHPê de ji ajansa me re axivî.

‘Serdana Îmraliyê qonaxeke girîng îfade dike’

Alî Şapkaci da zanîn ku biryara komîsyonê ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re biryareke di cih de ye û got: “Ev biryar di pêvajoya aştiyê de qonaxeke girîg temsîl dike. Di komîsyonê de xebatên heta niha hatin kirin jî nîşan didin ku bê Birêz Abdullah Ocalan xebat heta astekî diçûn lê dixitimîn. Ji ber vê yekê hevdîtenk li gel birêz Abdullah Ocalan pewîst bû. Şandeyek hat kifşkirin ji bo hevdîtinê, ji hêla CHPê ve biryara ku tevî vê şandeyê nebe hat girtin. Eger ku em bi perspektîfeke hinekî berfirehtir lê binêrin rastî di pêvajoyên aştiyê yên gerdûnî de jî mijara herî girîng yek jî pêşvebirên pêvajoyê ne. Eger ku pêşvebirên pêvajoyê xwedî bandor bin ew pêvajoya aştiyê dibe mayînde, serdikeve.”

‘Birêz Ocalan meşrûyeta xwe ji gel digire’

Alî Şapkaci da zanîn ku di vê pêvajoyê de xuya kir ku aliyê vê pêvajoyê yê herî bi bandor Abdullah Ocalan e û got: “Meşrûbûn ew tişt e ku di nav gelê xwe de xwedî bandor e, ew jî meşrûbûna xwe ji vê tiştê distîne.” Alî Şapkaci diyar kir ku pêvajo ji aliyê Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin û wiha pê de çû: “Eger ku em li pêvajoyên wiha binêrin li Afrîkaya Başûr binêrin mînaka Mandela tê dayîn. Wê derê jî tecrîta li ser Mandela rakirin ev tişt bu destpêka pêvajoyê.”

‘CHPê xwe di qonaxek girîng de da paş’

Parêzer Alî Şapkaci bi bîr xist ku CHPê di Hezîrana 2025an de bernameya xwe ya partiyê eşkere kiribû û di wê bernameyê de behsa perwedeya zimanê dayikê, behsa hemwelatîyeke wekhev dikir û ji bo pêvajoyê behsa bingeheke hiqûqî dikir û axaftina xwe wiha domand: “ Ev tiştekî nixtar bû. Lê mixabin em niha lê dinêrin bi bandora wan kevneşopperestên di CHPê de biryarên wiha şaş hatine dayîn. CHP eger li gor wê daxuyaniya xwe bimeşe rastî jî bandora wê dê li ser pêvajoyê jî li ser sîyasetê jî gelek çêtir be. CHP partiya duyemîn e ku bandora wê li ser pêvajoyê çêbe, lê di hêla ciwakîbûyînê de, di qonaxeke girîng de xwe da paş.”

‘Erka komîsyonê daraştina qanûnên demokratîk e’

Alî Şapkaci da zanîn ku du erkên vê komîsyonê yên sereke hene; yek civakîkirina pêvajoyê, ya din jî daraştina qanûnan e û got: “Niha CHPê xwe di aliye civakîkirina pêvajoyê de da paş, mixabin ev ji bo avakirina bingeheke hiqûqî jî dibe pirsgirêk. Gelo ev helwesta CHPê dê di pêşerojê de bandoreke çawa li ser siyaseta CHPê bike, ev meseleyeke pir girîng e. Heke ev wiha dewam bike dê bandora CHPdi siyasete de kêm bibe. Êdî siyaseteke rasteqîn hewce ye, ji ber ku pirsgirêkeke rasteqîn, rastiya gele Kurd li holê ye. CHP divê lê xwedî dekeve.” Alî Şapkaci di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ev sed sal in pergaleke çewt heye, li dijî vê pergalê têkoşîn tê meşandin, ji bo demokratîkbûna pergalê û got: “Heke CHP di vê pergalê de israr bike, di vê qonaxê de jî statukoyê biparêze, li vê pergalê xwedî derkeve êdî vegera wan ya siyaseta demokratîk çênabe mixabin.”

‘Diviyabû CHP heta niha li ser destûra bingehîn bisekiniya’

Alî Şapkaci diyar kir ku programa CHPê ya ku di meha Hezîranê de eşkere kiribû girîng dibîne û axaftina xwe wiha domand: “Di wir de çerçoveya pêvajoyê hebû. Diviyabû CHP het niha li ser destûra bingehîn bisekinaya. Minak di xala 66an de gelo em dikarin guherîneke çawa bikin ku nasnameya Kurdan jî bi awayekî demokratîk di destura bingehîn de bê îfadekirin. Dîsa ji bo zimanê dayikê di xala 42yan de em dikarin guherîneke çawa bikin ji bo ku civakeke demokratîk bê avakirin. Lê mixabin di van xalan de jî bernameyeke CHPê tuneye.”

‘Divê CHP ji vê biryara şaş vegere’

Alî Şapkaci herî dawiyê diyar kir ku ew wek baro dibêjin CHP divê di vê qonaxê de ji vê biryara xwe ya şaş vegere û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê CHP wêrek, bi biryar, tevbigere û tişta herî girîng qet nebe di daraştina hiqûqî de roleke girîng pêk bîne. Ev tişt ji bo civakeke demokratîk pêwîst e.”

Etîket: Abdullah OcalanBaroya WanêCHPGirava ÎmraliyêKomîsyona Demokrasî Xwişk-Biratiyê û Hevgirtina Milî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

16 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Îmamoglû ji CHPê îstîfa kir

Îmamoglû ji CHPê îstîfa kir

12 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne