8 şehîdên şewata girtîgeha Kobanê dê 2 roj şûnde li Pakrewangeha Şehîd Dîcleyê bêne oxirkirin.
Nasnameyên şehîdên girtîgehê aşere bûn. Di şewatê de Xalid Mihemed, Ezîz Reşîd, Mehmûd Mistefa, Bozan Dalî, Elî Îsa, Delîl Şêx Elî, Elî Eqîlî, Şerwan Şevxan jiyana xwe ji dest dabûn.Merasîma oxirkirinê ya 8 şehîdên şewata girtîgeha Kobanêdê dusibe bê lidarxstin. Cenazeyên şehîdan wê dusibe (14 Îlon) saet 17.00‘an li Pakrewangeha Şehîd Dîcleyê bêne oxirkirin.
Li herêmê şîna ji bo şehîdan dê heya dusibe dewam bike.













