• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şaxa Egîtîm Sena Sêrtê tundiya li ser mamosteyan şermezar kir

Sêrt / AW

9 ADAR 2026 - 17:58
Kategorî: ROJANE
A A
Şaxa Egîtîm Sena Sêrtê li dijî tundiya ku li dibistanan li dijî mamosteyan tê kirin daxuyanî da û got: “Daxwaza lêpirsîna îdarî ya ku me li dijî şêwaza rêveberî û zexta sîstematîk a Dibistana Serlêdana Perwerdehiya Taybet a Sêrtê li dijî mamosteyan kir, mixabin li Lijneya Teftişê bê encam ma.”

Şaxa Egîtîm Sena Sêrtê ji bo şermezarkirina kiryar, tundî û gotinên zayendî yên ku midûrê Dibistana Serlêdana Perwerdehiya Taybet a Sêrtê li dijî memosteyên jin û şagirtan kiribû li pêşiya avahiya Navenda Perwerdehiya Miduriyeta Sêrtê daxuyanî da. Gelek mamoste û endamên Egîtîm Senê, Şaxa ÎHDa Sêrtê, rêvereberên DEM Partiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de bênavber dirûşmeya “Kes nikare mamosteyan bêdeng bike” hat berzkirin. Di çalakiyê de pankarta ku li serê “Cihê ku liyaqat lê tune be, edalet jî tune ye” û “Me li ber lêpirsînên û surgûnên we serî daneyniye û em ê daneynin” hat hilgirtin.

Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Uçar beriya daxuyaniyê axivî. Uçar bang li rayedaran kir û got: “Berprisyarê van kiryarên ku li dibistanan têne kirin rayedarên dewletê bi xwe ne û divê mudaxeleyê van pirsgirêkan bê kirin. Divê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî êdî ew jî ji vê rewşa bûdengiyê derxin û li dijî van kiryaran bibin bersiv û careke din neyên jiyîn. Em careke din li vir bang dikin ku êdî kiryarên wisa li dibistanan neyên jiyîn.”

Metna daxuyaniyê jî ji aliyê rêveberê Şaxa Egîtîm Sena Sêrtê Suleyman Aksal ve hate xwendin. Aksal diyar kir serlêdana wan a li dijî midûrê dibistanê bêencam ma û wiha got: “Di dosyaya lêpirsînê de endamên Lijneya Teftişê raporên li gorî midûrê dibistanê amade kirine. Kesê ku dosyaya wî bi vî rengî hat paqijkirin, hat xelatkirin û wekî midûrê heman dibistanê hat tayînkirin. Ev rewş delîlek aşkera ye ku endamên Egîtîm Sen bi sirgûnkirinê têne cezakirin. Em ê li hember vê hişmendiya ku rûmeta mirovan paşguh dike bêdeng neminin. Heta ku edalet pêk were em ê ji têkoşîna xwe gavekê paşve neavêjin. Ew kesên ku dixwazin xebatkarên perwerdehiyê bitirsînin divê bizanibin ku dîwarên tirsê yên ku we çêkirine bêguman dê li pêşberî vê têkoşîna bi rûmet hilweşin.”

Etîket: daxuyanîEgtîm SensêrtTêkoşîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

2 COTMEH 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026
‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne