• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şaredariya Rezanê Meclisa Ziman ava kir

Navenda Nûçeyan /AW

17 SIBAT 2026 - 11:30
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Şaredariya Rezanê ya Amedê ji bo parastin û pêşbirina ziman, Meclisa Ziman ava kir: Meclis îradeyeke zindî ye. Bila her kes tev li meclisê bibe û xwedî li Kurdî derbikeve.

 

Bi zêdebûna sazî û dezgehên rêveberiyê yên herêmî, xebatên parastin û pêşxistin ziman jî li gel vê zêde dibin. Li gel komele, enstîtû, çapxane û gelek saziyên pêşxistina ziman, şaredarî jî bi avakirina meclisên ziman û xizmetên pirzimanî dixwazin zimanê Kurdî li her qada xizmetê û jiyanê bidin xuyakirin. Şaredariya Rezanê ya Amedê bi boneya parastin, pêşxistin û di her qadeke jiyanê de bikaranîna ziman Meclisa Ziman ava kir.

‘Ziman civak û mirovbûnê pêş dixe’

Şaredariya Rezanê bi boneya nêzbûna 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî avakirina Meclisa Ziman bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir. Meclisa Ziman diyar kir ku ziman di dîroka mirovahîyê de yek ji şertê civakbûn û pêşketinê ye ku hem mirovan tîne cem hev hem jî asta wan bilind dike û got: “Mirov bi rêya ziman dibin civat û netewe, bi rêyaziman hînî çand, dîrok, exlaq û adetên xwe dibe. Mirov hestên xwe, ramanên xwe, dilgeşiya xwe, hezkirina xwe, xemgîniya xwe bi ziman radigîhîne. Bingeha hişmendiya neteweyî bi rêya ziman tê avakirin. Heta zimanê neteweyan hebe, dê ew netewe jî hebin. Ziman navgîneke berhemanînê ye û hebûnekezindî ye. Hemû ziman wek zarokekî ji dêya xwe dibin, mezin dibin û gava ku baş neyên xwedîkirin dimirin.”

‘Meclis îradeyeke zindî ye’

Di berdewama daxuyaniya xwe de Meclisa Ziman destnîşan kir ku welat ji berê ve bûye warê gelek çand, ziman û zaravayan û ev tişt gotin: “Ev bûye parçeyeke jiyana me û em bi vê curbicuriyê şanazî dikin. Ji bo parastina vê curbicurî û pirdengiyê me pêwîst dît ku Meclisa Ziman ava bikin. Ev meclis ne tene navek e, ev îradeyeke zindî ye. Lewra ziman ne tenê alaveke danûstendinê ye, bîr û hafiza ye, nasname ye û qadeke hebûnê ye. Em dixwazin bi rêya vê meclisê hem mafên van ziman û zaravayên bajarê xwe biparêzin hem jî wan bi pêş ve bibin.”

Meclisa Ziman anî ziman ku ew ê di her qadeke jiyanê de zimanê Kurdî berbelav bikin. Meclisê armaca xebatên xwe wiha rêz kir:

“* Dê pirzimanî û pirzaravayî wek dewlemendîiekê bê dîtin û ji bo vê li hemû qadên xizmetê ê şaredariyê de kar bê kirin.

* Cudahiyên zimanî ne cudaker dê wek, hêza hevgirtinê were destgirtin.

* Dê li bajêr ziman û zaravayên wê werin berbiçavkirin û vejandin.

* Xebat ji bo çêkirina hişmendiya xwedîderketina li zimanê zikmakî û veguhestina wê ya ji bo nifşên paşerojê.

* Ji bo ku zimanê zikamakî bibe pareçeyeke jiyana rojane divê xebatên hunerî, edebî û perwerdeyê yên ku piştgiriyê didin vê armancê di bin banê şaredariyê de bên kirin.

* Di çarçoveya pirzimaniyê de dê hemû rêveberî û yekeyên şarederiyê bibin beşdarên çalak ên vê pêvajoyê .

* Xebatên pirzimaniyê bi rêya xebatên çapemenî û ragihandinê ji bo raya giştî bê veguhestin.

* Dê di rojên taybetî yên zimanî yên mîna roja zimanê dayikê û roja zimanê kurdî da xebatên berdewam û plankirî bên kirin.

* Bi hişekî hevbeş û dilxwazî dê xebat bihêzkirina jiyana hevbeş bên meşandin.

* Dê xebatên ku têne kirin ji bo paşerojê bên tomarkirin û çapkirin.

Banga tevlibûn û xwedîderketinê

Meclisa Ziman banga xwedîderketina ziman kir û wiha got: “Ev banga me ji bo hemû mirovan e ku em dixwazin xwedî li ziman, çand û paşeroja me ya hevbeş derkevin. Di serî da kedkarên çand, wêje, ziman, wergêr û hunerê em bang li hemû welatiyan dikin. Em pirzimaniyê wek kilîda aştiya civakî û wekheviyê dibînin. Bi vê boneyê em dixwazin hûn beşdarî Meclisa Ziman bibin û piştgiriya vê xebata me ya giring bikin.

 

Etîket: KurdîMeclisa Ziman a Şaredariya Rezanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

15 ÎLON 2026
Hesaba Instagramê ya JINNEWSê hat girtin

Hesaba Instagramê ya JINNEWSê hat girtin

6 ÎLON 2026
‘Divê ji bo Kurdî bêtir metaryal bên amadekirin’

‘Divê ji bo Kurdî bêtir metaryal bên amadekirin’

8 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne