• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Şaredariya Amedê beriya cejnê alîkariya 13 hezar û 472 malbatan kir

Amed / AW

23 GULAN 2026 - 10:47
Kategorî: ROJANE
A A
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya Cejna Qurbanê piştevaniya xwe ya bi malbatên kêmderfet re zêde kir. Şaredariyê di vî warî de 36 milyon û 855 hezar lire da 12 hezar û 285 malbatan û li hezar û 187 malbatan jî koliyên zexîreyê belav kir. 

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya xebatên xwe yên şaredariya civakî de beriya Cejna Qurbanê piştevaniya xwe ya bi malbatên kêmderfet re zêde kir. Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî di vê çarçoveyê de ji bo welatî hewcedariyên xwe yên bingehîn dabîn bikin û di şert û mercên ewletir de cejnê pêşwazî bikin, xebatên xwe yên piştgiriyê lezandin.

Beriya cejnê alîkariya neqdî gihişt 12 hezar û 285 malbatan

Di çarçoveya xebatên Daîreya Xizmetên Civakî de, beriya Cejna Qurbanê 3 hezar TL li ser hesabê 12 hezar û 285 malbatên ku Kartên wan ên Pişgiriya Civakî (SODES) hene hat razandin. Şaredarî salê 4 caran (her sê mehan carekê) bi awayekî birêkûpêk vê piştgiriya aborî dike û di vê dema dawî de bi giştî 36 milyon û 855 hezar TL alîkarî belav kir.

Ji bo 1187 malbatan pakêtên xwarinê hatin dayîn

Li aliyê din, tîmên şaredariyê piştî lêkolînên civakî hezar û 187 malbatên ku hewcedariya wan bi xurekê heye diyar kirin. Piştî vê tespîtê, tîmên şaredariyên pakêtên ku tê de xurekên bingehîn hene gihandin malên wan welatiyan.

Hat destnîşankirin ku bi van xebatên beriya cejnê, armanc ew e ku piştevaniya civakî xurt bibe û bargiraniya li ser milê welatiyên ku di krîza aborî de zehmetiyê dikişînin piçek be jî sivik bibe.

Xebatên piştevaniyê dê berdewam bikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku di çarçoveya polîtîkayên xizmeta civakî de, xebatên wan ên piştgiriyê yên ji bo welatiyên hewcedar dê di nava salê de jî bênavber berdewam bikin.

Etîket: alîkarîCejna QurbanêpiştevanîSaredariya Bajare Mezin a Amede
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

18 TEBAX 2026
Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

13 TEBAX 2026
Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

7 TEBAX 2026
Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

1 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne