• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şahidê Newroza 1992yan: Tevî komkujiyê jî me Newroz pîroz kir

Mahmût Altintaş / AW

15 ADAR 2025 - 08:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Şahidê Newroza 1992yan a Cizîrê Tahîr Duru diyar kir ku wê rojê leşkeran û JÎTEMê xwest komkujiyên mezin pêk bîne lê tevî êrişan jî wan di pîrozkirina Newrozê de israr kir û got: “Her çiqas me kuştin û îşkence li me kirin jî lê me dev ji doz û Newroza xwe berneda.”

Cejna Newrozê li Rojhilata Navîn û taybet jî ji bo gelê Kurd xwedî wateyeke mezin û girîng e. Newroz ji bo gelê Kurd serhildana Kawayê Hêsinkar a li dijî desthilatan ango Dehaq e. Gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê di meha Adarê de dest bi pîrozbahiyên Newrozê dike. Gelê Kurd roja Newrozê bi cil û bergên Kurdî derdikevin qadan û bi dirûşmeyên xwe bertek nîşanî zilma serdestên li ser Kurdistanê didin. Ji ber pîrozbahiyên Newrozê gelê Kurd gelek caran rastî komkujî û kuştinan hatine. Taybet di salên 1990î de ji ber qedexeyên pîrozbahiyên Newrozê komkujî li dijî gelê Kurd pêk hatin. Yek jî ji van cihê ku komkujî lê pêk hat navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di sala 1992yan de li dijî welatiyên ku xwestin Newrozê pîroz bikin komkujiyek pêk hat û ew Newroz weke “Newroza bi xwîn” di rûpêlên dîrokê de cihê xwe girt. Welatiyên Cizîrê ji bo Newrozê pîroz bikin bi çar milan meşiyan û qad tijê kirin. Lê polîsan derdora wan girt û destûr nedan ku gel Newrozê pîroz bike. Tevî gef û qedexeya polîsan jî gel di pîrozkirina Newrozê de bi israr bû. Polîs, cerdevan, leşker û JÎTEMê derdora welatiyan girt û panzêran ajotin ser welatiyan. Qîr û hawara jin û zarokan heta çiyayê Cûdî belav bû. Hêzên dewletê û hêzên dewleta kûr bi çekan êrişî gel kirin û gule li wan barandin. Li gor daneyên fermî 57 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin. Lê li gorî şahidên bûyerê jî yên ku jiyana xwe ji dest dane bi ser sedî re ne.

‘Newroz ji bo me serhildan e’

Şahide Newroza 1992yan ya Cizîrê Tahîr Duru jî ew roj li Newrozê bûye û ew jî tê binçavkirin. Tahîr Duru ku wê demê 15 rojan di bin çavan de maye û her cure îşkence lê hatiye kirin, qala wê rojê kir. Tahîr Duru diyar dike ku Newroz ji bo wan serhildan e û wiha qala wê rojê dike: “Newroza 1992yan serhildana Cizîrê bû. Wê rojê em ji çar milan meşiyan qadê. Di nava taxan de bi dirûşman meşiyan. Girse hinek ji aliyê taxa Cûdî meşiya, hinek ji aliyê taxa Sûrê meşiya, hinek ji aliyê Dortyolê meşiya û milek jî ji taxa me Nurê meşiya. Wê demê navê wir Kurtuluş bû lê piştî wê bûyerê navê wir jî guherandin. Jixwe şerê mezin li wê taxê çêbû. Em li taxê kom bûn bi kombûna me re polîsan derdorê li me girtin. Me jî ji wan re got em ê cejna xwe bikin. Hûn me bikujin jî em ê cejna xwe pîroz bikin. Em dev ji cejna xwe bernadin. Newroz serhildana Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaqan e. Ji bo me pîroz e. Pêşiya me girtibûn. Bi sê rêzan derdora me girtibûn. Di rêzeke de polîs, rêza din leşker û rêza sêyem jî cerdevan bûn.”

‘Qeymeqam got guneh ji min çû’

Tahîr Duru da zanîn ku dema ew roj tên bîra wî xemgîn dibe û bi lêv kir ku polîs, leşker û cerdevanan bi awayek hovane êrişî gel kiribûn. Tahîr Duru axaftina xwe wiha domand: “Qeymeqamê wê demê jî hat ji me re got ‘Newrozê pîroz nekin’. Lê me ji wî re jî got em ê Newrozê pîroz bikin. Piştre qeymaqam got, ‘Guneh ji min çû’ û piştî wê êrişî me kirin. Me dixwast em ber bi goristanê vê biçin. Em ê biçûna li ser gora şehîdên xwe. Di kolana Cûdî de bi mertalan 7-8 hevalên me li erdê dirêj kirin. Piştre jî berê çekan dirêjî me kirin û gule barandin. Li taxa Cûdî 7-8 kes şehîd ketin. Me tevî êrişan jî got em ê biçin goristanê. Me xwe gihand goristanê lê li wir jî êriş kirin û çend hevalên me li wir jî şehîd ketin. Ji aliyekî vê gaza îsotê diavetin ser me û ji aliyê din ve jî gule dibarandin. Şer û berxweden bû.”

‘Bandora îşkeceyan hê jî li ser min heye’

Tahîr Duru anî ziman ku ew wê rojê hatiye binçavkirin û 15 rojan îşkence lê hatiye kirin û tevî salên dirêj derbas bûne jî bandora îşkenceya li wî hatiye kirin ji ser wî neçûye. Tahîr Duru bi bîr xist ku di nav wê berxwedana dîrokî de ew jî hatiye binçavkirin û got: “15 rojan min di binçavan de hiştin û îşkence li min kirin. Hê jî bandora îşkenceyan li ser min heye. Ji ber îşkenceya li min hatiye kirin hê jî milên min her tim diêşin. Îşkenceyeke wisa giran li me kirin ku êdî gotin ew miriye, me avêtin nezaretxaneyê. Piştî ez hatim berdan jî gelek caran ez hatim binçavkirin. Paşê jî 3 sal ceza li min birin û di girtîgehê de mam. Piştî girtîgehê ji derketim jî min dev ji doz û berxwedana xwe berneda.”

Her sal tev li Newrozê dibe

Tahîr Duru destnîşan kir ku di encama israra wan a pîrozkirina Newrozê de dewlet neçar ma ku bi paş ve gavan biavêje û berxwedan û serhildana gelê Kurd kir ku Newroz êdî bi beşdariya milyonan were pîrozkirin. Tahîr Duru anî ziman ku tevî ewqas îşkence, çavtirsandinê û komkujiyan jî ew her sal tev li pîrozbahiyên Newrozê dibe û wiha got: “Weke her sal îsal jî ez ê tev li Newroza Cizîrê bibim. Piştî wê Newrozê êdî her sal tevî êrişan jî me Newroz pîroz kir. Me di Newrozê de israr kir û piştî israra me neçar man ku qebûl bikin. Her sal em bi cil û bergên Newrozê dadikevin qada Newrozê û bi reng û dirûşmeya xwe Newrozê pîroz dikin. Newroz ji bo me serhildan e û lewma girîng eç Ji ber wê em dev jî Newrozê bernadin. Cizîr yek jî bajarên Newrozê ye. Bi berxwedana xwe di rûpêlên dîrokê de cihê xwe girtiye. Niha jî em ê piştî çend rojan li Cizîrê Newrozê pîroz bikin. Ez bang li gelê me yê Cizîrê dikim werin tev li Newrozê bibin û qadê tije bikin. Em bi coş Newroza xwe pîroz bikin.”

Etîket: CizîrNewrozNewroza 2025an
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Cizîrê kesek din hat binçavkirin

Li Cizîrê kesek din hat binçavkirin

23 TÎRMEH 2026
Li Cizîrê di serdegirtina malekî de kesek hat binçavkirin

Li Cizîrê di serdegirtina malekî de kesek hat binçavkirin

23 TÎRMEH 2026
Li Cizîrê cangoriyên Pirsûsê hatin bîranîn

Li Cizîrê cangoriyên Pirsûsê hatin bîranîn

20 TÎRMEH 2026
Zeynal Ençku yê destdirêjî jinekê kiribû 2 sal û 6 meh ceza lê birîn

Zeynal Ençku yê destdirêjî jinekê kiribû 2 sal û 6 meh ceza lê birîn

16 TÎRMEH 2026
Bîranên berxwedêrên 14ê Tîrmehê: Em şopdarên rêya wan in

Bîranên berxwedêrên 14ê Tîrmehê: Em şopdarên rêya wan in

14 TÎRMEH 2026
ÎHDê li Cizîrê dest bi Nobeta Aştiya Civakî û Xwişk-Biratiyê kir

ÎHDê li Cizîrê dest bi Nobeta Aştiya Civakî û Xwişk-Biratiyê kir

10 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne