• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sabahat Erdogan Saritaş: Rojava em in, em Rojava ne

Sêrt / AW

8 SIBAT 2026 - 18:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Parlametera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş di çalakiya Sêrtê de axivî û got: “Em dibêjin ew sînorên we yên ku beriya salan danîbû, êdî ji bo gelê Kurd tu wateya wê nemaye. Rojava em in, em Rojava ne, ji ber vê yekê em Rojava diparêzin.”

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ên Sêrtê li gundê Cuwanûka û bajaroka Gokçebagê yên li ser Sêrtê meş hat lidarxistin û piştî meşê jî daxuyanî hat dayîn. Parlametera DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş, hevşaredarên Sêrtê Sofiya Alagaş û Mehmet Kaysi, DEM Partî, DBP, aktîvîstên TJAyê, BOTAN-DER û gelek nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye”, dovîzên “Xedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye” û “Komujiyên li Rojava rawestînin” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Kurdistan, Kurdistan gora faşîstan” û “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” hatin berzkirin.

‘Em hesab û nêzîkatiyên desthilatdaran baş dizanin’

Hevserokê DBPê yê Sêrtê Mûstafa Dayanan ewilî axivî û diyar kir ku çawa ciwanên Kurd li Rojava di sala 2014an de li dijî hişmendiya DAIŞê li ber xwe didin, îro jî bi heman îradeyên li ber xwe didin û wiha axivî: “Wekî ku hûn jî dizanin ev mehek zêde ye, li ser Rojava komkujiyeke mezin tê kirin. Êrişên hovane û hişmendiya DAIŞê li ser destkeftiyên gelê Kurd didomin. Bila vê ya baş bizanibin duh çawa ew kesên ku digotin, Kobanê li ber ketinê ye, lê keç û xortên li ber xwe dan. Duh çawa li hemberî çeteyên  DAIŞê sekinin dê îro jî keç xortên Kurdan li hember van çeteyan jî bisekinin. Em ê jî li pişta wan bin û li dijî vê tarîtiyê bisekinin. Em hesab û nêzîkatiyên desthilatdaran baş dizanin. Hezar sal in ku çawa li ser gelê Kurd planên qirêj hatin kirin, îro jî heman tiştî dikin. Bila baş bizanibin kes nikare îradeya gelê Kurd bişikîne.”

‘Em rûmeta cîhanê diparêzin, ya ku hûn jê fêm nakin ev e’

Parlamentera DEM Partî ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî bal kişand ser kiryarên ku bi salan e Rojava diqewimin û ev tişt anî ziman: “Em dibêjin ew sînorên we yên ku sed sal berê danîbû, êdî ji bo gelê Kurd tu wateya wê nemaye. Rojava em in, em Rojava ne, ji ber vê yekê em Rojava diparêzin. Rojava rûmeta hemû cîhanê ye. DAIŞê jinan di bazarên koleyan de difirotin û bûne bela serê hemû cîhanê. Keç û xortên Kurdan li dijî wê hişmendiya qirêj şer kirin û bi ser ketin. Li dijî vê yekê jiyaneke bi rûmet û wekhev diparêzin. Em rûmeta cîhanê diparêzin, ya ku hûn jê fêm nakin ev e.”

Çalakî bi tilîlî û çepikan bi dawî bû.

 

Etîket: daxuyanîmesRojavasêrt
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne