• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnamegerên jin ên girtî: Dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin

Navenda Nûçeyan / AW

26 KANÛN 2024 - 13:54
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Rojnamegerên jin ên di dema protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de hatin girtin, diyar kirin ku dê mîrateya Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bidomînin û wiha gotin: “Divê baş were zanîn ku dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin.”

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 21’ê Kanûnê de li Meydana Şîşhaneyê ya Beyoglû ya Stenbolê çalakî hat lidarxistin. Rojnameger û parastvanên mafan ên ji bo protestoyê hatin gel hev, hatin binçavkirin. 7 rojnameger û 2 welatî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Ji rojnamegerên hatine girtin Gulistan Dûrsûn, nûçegihana ETHAyê Pinar Gayip û nûçegihana Rojnameya Mucadele Bîrlîgiyê Serpîl Unal bi rêya parêzerên xwe peyam şandin.

‘Dixwazin êrişên ser Rojava bidin jibîrkirin’

Gulistan Dursun, diyar kir ku êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û ev rewş tê protestokirin. Gulistan Dursun, wiha got: “Bi van girtinan dixwazin êrişên ser Rojava bidin jibîrkirin. Lê belê Nazim û Cîhanê dev ji heqîqetê bernedan û rastiya li Rojava bi cîhanê re parve kirin. Em ê mîrateya wan hevalên xwe bidomînin. Bedela wê canê me jî be, li ku dibe bila bibe em ê her tim binivîsin û bikişînin.”

‘Meşa di rêya wan de ji bo me rûmet e’

Pinar Gayip jî wiha got: “Em ê ji têkoşîna xwe paşvegavê neavêjin. Ji ber ku me hempîşeyên xwe yên nemir bi bîr anî lewma hatin girtin. Girtina me, ji bo me ne tişteke ku em ne li bendê bûn. Nazim û Cîhanê dema dixwestin dengê Rojava ku emperyalîst dixwazin bifetisînin, ragihînin hatin şehîdkirin. Bîranîna wan jî meşa di rêya wan de jî ji bo me rûmet e. Nazim û Cîhan Rojava ne. Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin.”

‘Nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin’

Serpîl Unal jî ev tişt anî ziman: “Hewce nake li her devera cîhanê şer hebe, herî zêde zext li ser rojnamegeran tê kirin, ew rastî êrişan tên. Li vir jî ji ewil êrişî rojnamegerên azad dikin. Weke rojnameger em tevî binçavkirin, girtin, îşkence û kuştinan jî dixebitin. Lê divê ev yek jî baş were zanîn ku dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin. Dê nekarin pêşî li ber bihîstina rastiyan bigirin. Dê her tim kesên cihê me digirin hebin. Ez hezkirinên xwe ji kesên em bi tenê nehiştin re dişînim. Spas dikim.”

Etîket: Cîhan BîlgingirtîgehGulistan DûrsûnNazim DaştanPinar GayipRojnamevanên jinSerpîl Unal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

3 COTMEH 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
Rojnameger Pinar Gayip tehliye bû

Rojnameger Pinar Gayip tehliye bû

14 ÎLON 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026
‘Di nexweşxaneyê de li girtiyê siyasî Nevzat Oren xistin’

‘Di nexweşxaneyê de li girtiyê siyasî Nevzat Oren xistin’

19 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne