Rêveberê TUHAY-DERa Wanê Nedîm Şîpal bal kişand ser rewşa xirab a girtîgehan û wiha got: “Madem ku pêvajoyeke aştiyê hatiye destpêkirin, divê gavên jidil werin avêtin û girtiyên nexweş demildest bên berdan.”
Di 10ê Tebaxa 2026an de qanûna bi navê “Qanûna Çarçoveyî” di parlementoya Tirkiyeyê de hate qebûlkirin û di 18ê Tebaxê de jî di Rojnameya Fermî de hat ragihandin. Li gor Qanûna Çeçoveyî piştî erêkirina Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK), divê qanûn di pratîkê de pêk were û nêzî 4 hezar kesên ku bi PKKê re eleqedar di girtîgehan de ne bên berdan. Di 6ê Cotmehê de jî Serokê MHPê Devlet Bahçelî gotibû ku pêkanîna qanûna çarçoveyî xala herî girîng a pêşiya wan e. Piştî vê gotina Bahçelî jî heta niha tu pêşketin çênebûn. Di vê rewşa heyî de mijareke herî sereke û girîng jî ya girtîgehan û girtiyên siyasî yên nexweş e. Ruxmê ku di meh li ser fermîbûna Qanûna Çerçoveyî re derbas bûye jî ji bo girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş tu gav nehatiye avêtin.
Rêveberê Komeleya Alîkarî û Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê Nedîm Şîpal derbarê rewşa girtîgehan û taybetî jî rewşa girtiyên nexweş yên ku li Girtîgeha Wanê tên ragirtin de, ji bo ajansa me axivî.
‘Bendewariya me berdana girtiyan e’
Nedîm Şîpal bi bîr xist ku ji destpêka pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heta niha di rewşa girtîgehan de tu guhertin çênebûye û ev yek jî nêzîkatiya dewletê dide ber çavan. Nedîm Şîpal da zanîn ku vê pêvajoyê di navbera dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de destpêkiriye lê mixabin di rewşa girtîgehan de, ji 27ê Sibatê ve tu gav nehatine avêtin û ev yek got: “Piştî ku gava 27ê Sibatê hate avêtin qanûna çarçoveyî derket. Ev gav gaveke biçûk bû lê dîsa jî em hêvîdar bûn. Bendewariya me ya ji Qanûna Çarçoveyî berdana hevalên me yên di girtîgehan de bû. Me digot bi taybetî wê girtiyên nexweş werin berdan, lê mixabin ev gav hê jî nehatiye avêtin.”
‘Tu peywendî di navbera aştiyê û MKGê de nîn e’
Di berdewamiya axaftina xwe de Nedîm Şîpal bal kişand ser peywendiya MGKê û aştiyê û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Avêtina gavan a di çarçoveya ‘Qanûna Çarçoveyî’ girêdayî MGKê kirine. MGK erê neke hevalên me nayên tehlîyekirin. Kurdan berpirsiyariya xwe aniye cîh, lê aliyê dewletê tişta ku dikeve ser milên wê nekiriye û girêdayî şertan kiriye. Tu peywendî di navbera pêvajoya aştiyê û MGK de tune ye.”
‘Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan’
Nedîm Şîpal behsa rewşa giran a girtiyekî ku di girtîgeha Wanê de tê ragirtin kir. Nedîm Şîpal da zanîn ku girtî bi nexweşiya giran ketiye, divê bi lez gav were avêtin û wiha pê de çû: “Di girtîgeha Wanê de girtiyên ku nexweşiyên wan yên giran hene. Tûncer Saglam yek ji wan girtiyên nexweş e û nexweşiya giran lê derketiye. Nexweşiya wî jî di qonaxa çaremîn de ye. Ev çend roj in ew birine Enqereyê ji bo dermankirinê. Me gelek serlêdan kirin ji bo tehlîyekirina wî, lê belê nehat qebûlkirin. Heval êdî nikare avê jî vexwe ji ber giranbûna nexweşiya xwe. Ew hevalê me û girtiyên nexweş ên giran divê demildest bên berdan. Madem ku pêvajoyeke aştiyê hatiye destpêkirin, divê gavên jidil werin avêtin.”
‘Lîjneya çavderiyê li gorî kêfa xwe biryaran digire’
Derbarê şert û mercên girtî û girtîgehan de Nedîm Şîpal anî ziman ku di vê rewşê de pêvajo nameşe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Du roj beriya niha hevalekî me tehliye bû; dema me rewşa girtîgehê jê pirsî, ji me re got ku hêj jî tu guhertinek tune ye û heman pirsgirêkên girtîgehan didomin. Nexweş nayên dermankirin, bi kelepçeyî tên mûayenekirin û sirgûnkirin jî didomin. Li gorî pêvajoyê tiştek nehatiye guhertin. Hevalên me yên ku dema tehliyeya wan hatiye, nayên berdan û bi biryara lîjneya çavdêriyê 6 mehan tên taloqkirin. Ev lîjneya çavdêriyê li gorî kêfa xwe biryaran digire û tehliyeya girtiyan 6 mehan taloq dike. Bi sedan girtî rastî vê taloqkirina bêhiqûqî tên. Madem ku em ê biratiya gelan ava bikin, ev geşedanên li ser girtiyên siyasî diqewimin çi ne? Di girtîgehan de rojek tune ku sirgûn lê çênebe. Her roj hevalên me tên sirgûnkirin. Li gorî vê rewşê pêvajo nameşe.”
‘Dikarin rê û rêbazekê bibînin’
Nedîm Şîpal derbarê agahiyên di Girtîgeha Wanê de jî ev yek anî ziman: “11 hevalên me yên xwedî nexweşiyên giran di girtîgeha Wanê de hene. Em rewşa wan roj bi roj ji parlamenter û parêzeran re dişînin. Ji bo girtiyên nexweş hê jî tu rê û rêbaz nehatine diyarkirin. Ji bo pêvajoya aştiyê Kurd her fedakariyê dikin û ji bo her tiştî amade ne, lê çima aliyê din gavên şênber naavêjin? Dikarin ji bo tehlîyekirina hevalên me yên nexweş rê û rêbazekê bibînin.”
‘Baweriya me bi serokê me heye’
Nedîm Şîpal herî dawî daxwazên xwe rêz kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Di navbera Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de muzakereyek hatiye kirin û hê jî berdewam dike; em bi hostayê xwe bawer in û hostayê me wê vê pêvajoyê serketî bike ji bo gelê Kurd. Bangawaziya me ji desthilatdar û dewletê re ew e ku madem hûn dibêjin êdî em ê biratiya Kurdan bikin, divê hûn hevalên me yên girtî berdin. Hevalên me sucdar nînin, li dijî mirovahiyê tu sûc nekirine; ew hevalên me ji bo hebûna xwe, nasnameya xwe sîyaset meşandine û ji ber van sedeman îro di girtîgehan de ne. Divê hevalên me demildest werin berdan. Wekî TUHAY-DER û malbatên girtiyan, daxwazên me yên ji vê pêvajoyê ev in.”












