• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger Şivan Misî: Gel bi rihê şerê gelê şoreşgerî li qadan in

Mahmût Altintaş / AW

21 KANÛN 2024 - 08:21
Kategorî: ROJANE
A A
Rojnameger Şivan Misî ku li herêma Kobanê rojnamegeriyê dike û geşedanan ji nêz ve dişopîne bi lêv kir ku li dijî êrişên Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gel bi rihê şerê gelê şoreşgerî li qadan in û got: “Divê li hundir û derveyî welêt her kes rabe ser piyan.”

Êrişên komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê berdewam dike. Ji aliyekî ve komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê êrişên xwe li ser Tişrin ve Qereqozax berdewam dike û ji aliyê din ve jî Tirkiyeyê bi SÎHAyan gundên Kobanê bombebaran dike. Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar ên giredayî wê bang li gel kir ku di nava seferberiyê de bin û hemû gundên Kobanê biparêzin. Li gor agahiyên çavkaniyên li herême jî Tirkiye û komên çekdar ên giredayî wê ji bo êrişeke berfireh li ser Kobanê bikin di nava amadekariyê de ne. Her wiha Yekiniyên Parastina Gel (YPG) û Yekiniyên Parastina Jinan (YPJ) li Tişrîn û Qereqozaxê bersivên êrişên komên çekdar didin û nahelin bikeve destê wan.

‘Hemû êriş têk çûn’

Rojnamevan Şivan Misî ku li herêma Kobanê rojnamegeriyê dike û geşedanan ji nêz ve dişopîne tekildarî geşedanan ji Ajansa Welat re axivî. Şîvan Misî bi lêv kir ku armanca Tirkiyeyê ya yekem dagirkirina Kobanê ye û ev tişt gotin: “Di van rojên dawî de li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê rewşek awarte û nîşaneya tehlûkeyê heye. Êrişên dagirkeriya tirk û komên çekdar ên pêve girêdayî bi taybetî li herêma Firatê ku rojane êriş li ser Bendava Tişrîn, Pira Qereqozaq û bajarê Kobanê hene. Di riya van êrişan de dixwazin Kobanê dagir bikin û pirojeya Rêveberiya Xweser têk bibin. Di heman demê de ku rewşek tevlihev û nediyar li Sûriyê heye, dixwazin ji xwe re wekî firsat van deveran dagir bikin. Helbet ev êriş giran in ku rojane bi balafirên xwe yên bê mirov û bi çek di heman demê de bi top û tangan êriş dikin. Lê li hember van êrişan şervanên HSDê berxwedaniyek bê hempa raber dikin û heya niha tevahî êriş têk çû.”

‘Ku Kurd û netewên din nebin dê alozî zêde bibe’

Di berdewama axafitna xwe de Şivan Misî bal kişand ser deklerasyona Rêveberiya Xweser û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Deklerasyona Rêveberiya Xweser ku li hemû aliyên Suriyeyê bang dike, nîşan dike ku aştiya civakî û çareseriya siyasî pir girîng e. Hikumeta nû ya Suriyê HTŞê vê yekê baş dizane, lê heta niha dê çareseriyek çawa ji bo van herêman pêk bîne nediyar e. Qonaxa nû ya Suriyê dirêjkirina rewşa siyasî û avakirina pêvejoya siyasî diyar dike. Rêveberiya Xweser bang kiribû ku tevahî aliyên kurdî bi hev re pêwîste biçin Şamê û ev pirsgirêk were çareserkirin. Lê li gorî min û wekî her kes dizane ku di Sûriya nû de eger Kurd nebin û pirsgirêka Kurd û tevahî netewên din çareser nebe ewê aloziya Sûriyê kûrtir bibe û bê Kurd çareser nabe.”

‘Divê gel rabe li ser piyan’

Di dawiya axaftina xwe de Şivan Misî destnîşan kir ku li dijî êrişên Tirkiye û komên çekdar ên giredayî wê taybet li Kobanê û li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gel rabûye ser pêyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, bi taybetî ji aliyê civakî û bi rihê şerê gel yê şoreşgerî li qadan in, li dijî van êşrişan biryara wan pir zelal û aşkere ye ku ew ê heta dawiyê welatê xwe biparêzîn. Pêdivî heye ku zêde sekneke civakî ava bikin. Divê li hundir û derveyî welêt her kes rabin ser piyan.”

Etîket: KobanêQereqozaxŞivan Misîtişrîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Dê mafên xwendekaran û kadroyên perwerdeyê bên mîsogerkirin’

‘Dê mafên xwendekaran û kadroyên perwerdeyê bên mîsogerkirin’

23 TÎRMEH 2026
Şoreşa Rojava li Kobanê hate pîrozkirin

Şoreşa Rojava li Kobanê hate pîrozkirin

19 TÎRMEH 2026
Şandeyeke Amerîkî serdana Kobanê kir

Şandeyeke Amerîkî serdana Kobanê kir

14 TÎRMEH 2026
Kampanyaya ‘Kobanê Nasname Ye’: Navê wê Kobanê ye, ne ‘Eyn el Ereb’ e

Kampanyaya ‘Kobanê Nasname Ye’: Navê wê Kobanê ye, ne ‘Eyn el Ereb’ e

13 TÎRMEH 2026
Li Kobanê konsera ji bo piştgiriya YPJê

Li Kobanê konsera ji bo piştgiriya YPJê

11 HEZÎRAN 2026
600 koçberên din gihîştin Efrînê

600 koçberên din gihîştin Efrînê

19 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne