• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger Rohat Aktaş hat bibîranîn

Riha / AW

26 SIBAT 2025 - 15:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, rêveberê DBPê Mehmet Yavuzel û Mazlum Yeşîl ku li navçeya Cizîrê hatibûn kuştin, li ser gorên xwe yên li navçeya Pirsûsê hatin bibîranîn.

Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Cizîra Şirnexê dişopand, di jêrzemîna avahiyekî de hatibû kuştin û cenazeyê wî di 26ê Sibata 2016an de hatibû veşartin. Aktaş û endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Yavuzel û Mazlum Yeşîl ku li heman jêrzemînan hatibûn kuştin, li ser gorên xwe yên li navçeya Pirsûsa Rihayê hatin bibîranîn. Malbatên Aktaş, Yavuzel û Yeşîl, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Platforma Ked û Demokrasiyê, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Winda Kirin re (KATDER) û gelek welatî tev li merasîma bîranînê ya li Goristana Asrî ya Pirsûsê bûn.

Polîsan bi hinceta “Goristan qada cemaweriyê ye, lidarxistina çalakiyan a li qadên cemaweriyê qedexe ye, wateyeke taybet a dîroka we hilbijartî heye, yek yek werin” xwestin bîranînê asteng bikin. Beşdaran bertek nîşan dan û li ber deriyê goristanê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî hate dayîn.

‘Tu demê deriyê goristanan nehatine girtin’

Hevserokê DEM Partiya Rihayê Bekir Karakeçîlî bertek nîşanî astengkirinê da û got: “Em ê her tim di rêya wan de bin. Em ê ala wan dewrî me kirin her tim li ba bikin. Di tu olan de deriyên goristanan nehatine girtin. Lê dema mijara behsa xeberê dibe Kurd, deriyên goristanan tên girtin. Serê gelê me sax be.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî anî ziman ku Yavuzel, Aktaş û Yeşîl li pêş çavên hemû dinyayê bi hovane hatine qetilkirin û wiha got: “Polîsên AKPê deriyên goristanan digirin. Ev, hiqûqa dijminatiyê ye. Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna hevalên xwe derkevin.”

‘Bûn dengê heqîqetê’

Nûnerê Basin-Îşê rojnameger Hakki Boltan jî bi bîr xist ku Rohat Aktaş li pey heqîqetê bû û wiha axivî: “Li cihên herî zehmet rojnamegerî kir. Nûçe ji me re şand. Bû dengê heqîqetê. Dema birîndar jî nûçe şand. Lê ji bo alîkariyê tu tiştek nehate kirin. Kesekî guh neda banga wî ya alîkariyê. Wê demê jî me got; ‘Berpirsyar îktîdar e, wan asteng kir.’ Der heqê me de dosya vekirin. Ev doz nikarin me bitirsînin. Heta dawiyê em ê bibin şopdarên heqîqetê. Em soz didin Rohat û hevalên wî. Astengkirina serdana goristanê şerma wan e. Ev dîmenê şermê berhema wan e. Yên ferman dayin şirîkên vî sûcî ne. Rojnamegerî sûc nîne. Kes nikare Çapemeniya Azad bêdeng bike.”

Qerenfîl danîn ber deriyê goristanê

Piştî daxuyaniyê, beşdaran xwest qerenfîlan deynin ser goran lê destûr nehat dayîn û qerenfîl bi ser dîwar re avêtin ber deriyê goristanê. Lê belê polîsan hewl dan asteng bikin. Bîrnameya bîranînê bi lêdana çepikan bi dawî bû.

Bi dû bîranînê re girse çû serdana malbata Rohat Aktaş a li navenda navçeyê.

Etîket: DFGMKGRihaRohat AktaşRojnameger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Curnê Reş 15ê Tebaxê hat pîrozkirin

Li Curnê Reş 15ê Tebaxê hat pîrozkirin

15 TEBAX 2026
Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

15 TEBAX 2026
MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

8 TEBAX 2026
MGK dê bi rojeva ‘pêvajoyê’ bicive

MGK dê bi rojeva ‘pêvajoyê’ bicive

6 TEBAX 2026
MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

4 TEBAX 2026
Cotkaran ji ber qutbûna ceyranê heya walitiyê meşiyan

Cotkaran ji ber qutbûna ceyranê heya walitiyê meşiyan

31 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne