• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger Dîlan Kartal li dijî gefa polîsan serî li ÎHDê da

Amed / AW

21 NÎSAN 2025 - 14:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
MKGê, DFGê û ÎHDê têkildarî lêferzkirina sîxuriya li rojnameger Dîlan Kartal daxuyanî dan û xwestin derheqê van polîsan de lêpirsîn bê destpêkirin û Çapemeniya Azad dê tu carî dev ji rastiyan bernede.

Rojnameger Dîlan Kartal 21ê Adarê roja Newroza Amedê ji aliyê polîsan ve bi îdiaya ku “Ala Kurdistanê” hildaye ji aliyê polîsan ve tê sekinandin û polîsan gefa binçavkirinê lê dixwin. Polîs jê re dibêjin, “Niha hewce ye em te bikin binçavan, lê em te nakin binçavan, were em hinekî sohbet bikin.” Piştre jî polîs peyaman jê re Dîlan Kartal re dişînin û daxwaza sohbetê li gel wê dikin. Herî dawî polîs 16ê Nîsanê rêya Dîlan Kartal digirin û dixwazin li gel wê sohbetê bikin.

Dîlan Kartal li dijî van gef û tacîzên polîsan serî li Komeleya Mafê Mirovan(ÎHD) a Şaxa Amedê da û daxwaza piştevaniya hiqûqî kir. Piştre Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê(MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xistin.

‘Gere polîs bên darizandin’

Di civînê de ewilî Serokê ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz axivî û diyar kir ku piştî îlankirina OHALê ya sala 2016an polîs bi rêyên nefermî bi welatiyan re têkilî datînin û ajantiyê li wan ferz dikin. Yilmaz wiha got: “Li gorî raporên ÎHDê yên sala 2024an bi 87 welatiyan re bi vî awayî têkilî hatiye danîn. Îro jî em ji bo rojnameger Dîlan Kartal li vir in. Dîlan Kartal jî rastî vê rewşê hatiye. Em bangî Walitiya Amedê û Mudiriyeta Polîsan dikin, gere di derheqê van polîsan de lêpirsîn bê destpêkirin.”

‘Çapemeniya Azad tu carî bêdeng nabe’

Pişt re rojnameger Dîlan Kartal axivî û diyar kir ku polîs dixwazin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin û got: “Di van salên dawiyê de li ser ciwanên Kurd, rojnamegerên Kurd polîtîkayên qirêj zêde bûn e. Ez jî wek rojnamegerekê bi van polîtîkayan re rû bi rû mam. Dixwazin bi van polîtîkayan denge heqîqetê qut bikin, lê tu carî nikarin dengê heqîqetê qut bikin. Dê Çapemeniya Azad tu carî bêdeng nebe.”

‘Rojnamegerên jin dikin hedef’

Pişt re Seroka MKGê Roza Metîna axivî û diyar kir ku desthilat ji bo ku pêşiya heqîqetê bigire serî li van polîtîkayan dide û ev yek anîn ziman: “Taybetî rojnamegerên jin dixe hedef û dixwaze dengê jinan qut bike. Îro jî em ji bo endama komeleya xwe, hevala xwe Dîlan li vir in. Em li hember van êrişan tu carî hevalên xwe tene nahêlin, em ê her tim li pişt wan bin, em van êrişan qebûl nakin, pêwist e êrişkar bên cezakirin.”

Etîket: DFGDîlan KartalÎHDMKG
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

4 COTMEH 2026
DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

3 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

22 ÎLON 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

6 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne