* Malbata gerîla Zeynep Oz (Bêrîtan Botan) ku beriya salekê tev li merasîma îmhakirina çekan bûbû diyar kir ku zarokên wan her tişt kir û divê êdî dewlet tişta dikeve ser milê wê bike û got ku heger silhek tê kirin divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
* Lelîxan Ûlûca û Nîzamettîn Taş ku koçerên navçeya Xîzan a Bedlîsê ne û ev 30 sal in ji gundên xwe koçber bûne, hatine Wanê. Ew bi keda destê xwe û xwêdana eniya xwe cotkariyê dikin û bajêr vediguherînin baxçeyên berhemdar.
* Li Wanê rêjeya xwendina pirtûkan tevî hebûna gelek pirtûkfiroş û sahafan jî gelek kêm e û xwendina Kurdî hêj kêmtir e. Tenê di çend sahafan de pirtûkên Kurdî tên firotin û eleqeya ji bo wan jî pir kêm e.
* Welatiyê bi navê Mûsa Tan, beriya çend rojan li ber deriyê xwe ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve bi çekê hate kuştin. Keça wî Fatma Tan anî ziman ku ew ê li pey vê bûyerê bin û diyar kir ku divê rayedar li ser bûyerê bisekinin û bûyerê zelal bikin.
* Li gundê Eyntirtê yê bi ser navçeya Gêlê ya Amedê ve pirsgirêkên binesazî, rê, av û cezayên giran ên ceyranê gundî bêzar kirin. Gundiyên ku xizmet ji wan re nayên kirin bi gazinc in. Rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî dan zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan plansaziya wan heye.
* Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), dê di 26emîn salvegera wefata rojnameger Nesrîn Tekeyê de li ser gora wê ya li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê bi bîr bîne. (11:00)
* Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê dê li avahiya xwe, çavdêrî û pêşniyarên xwe yên derbarê navçeya Sûrê de civînekê li dar bixe. (12:30)
* Rexistina DEM Partiyê ya Wanê, dê bi dirûşma “Em ji bo Aştî û Civaka Demokratîk Xwe bi Rêxistin Dikin” li eywaneke dawetê ya li navçeya Rêya Armûşê civîna gel li dar bixe. (11:00)
* Şaxa OHDa Stenbolê rapora xwe ya mehane ya derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin de dê li avahiya xwe ya li navçeya Beyoglûyê bi civînek çapemeniyê eşkere bike. (13:30)
* Konfederasyon û Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat (DGD-KON) dê li navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê bernameyek çandî li dar bixe. (19:00)








