*Berpisyarê Ofîsa MSDê Hesen Mihemed Elî diyar kir ku ew ketine qonaxeke nû ya siyasî û dîrokî û wiha got: “Pêvajoya têkoşînê bi dawî nebûye, lê rêbaz guherîne. Me berê bi hêza leşkerî û Rêveberiya Xweser hebûna xwe diparast, niha dem dema wê ye ku em destkeftiyên gelê xwe di nav dewletê de bi destûr û qanûnan biparêzin û daîmî bikin.”
*Bîranîna ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê wê li navçeya Nisêbînê di roja duyemîn de bidome. (09:00-17:00)
*Bîranîna ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê dê li navçeya Cizîrê jî di roja sêyemîn de berdewam bike. (09:00-19:00)
*Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, li ser geşedanên dawî yên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rojevê dê li navenda giştî ya partiya xwe civina çapemeniyê lidar bixe. (11.30)
*Înisiyatîfa ji bo Roboskiyê Edalet, têkildarê 34 kesên ku ji Roboskiyê hatin qetilkirin di 176an mehên wan de li kolana Sakaryayê ya Çankaya ya Enqereyê dê daxuyanî bide. (13.30)
*Bi pêşengiya DAKAP û Tora Têkoşîna li Dijî Tûndiyê ya Amedê dê Parka Sumerê ya girêdayi navçeya Bajarê Nû ya Amedê ji bo Sultan Kara ya ku hat kuştin, daxuyaniya çapemeniyê bê li darxistin. (17.30)










