* Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefxan Aydin, bal kişand ser xebatên veguherandina Zindana Amedê ya ji bo muzexaneyê û diyar kir ku di bin navê nûjeniyê de bîra civakî û şopên zilm û berxwedana dîrokî hatine jêbirin û avahî weke “oteleke pênc stêrk” hatiye dîzaynkirin.
* Piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmeha 2016an, Tirkiye ket qonaxeke nû ya siyasî û bi ragihandina OHAL û KHKyan, AKP êrişî Kurdan û hêzên muxalîf kir. AKPê bi darbeyê hem desthilatdariya xwe domdar kir û zextên li ser civakê jî berfireh kir. Hemû hêz û beşên civakê yên demokrasiyê diparêzin kir hedefa xwe û bi sed hezaran kes binçav kir û girt.








